Swêd: ”Însîyatîfa Serxwebûnê” hat avakirin

Swêd: ”Însîyatîfa Serxwebûnê” hat avakirin

Armanaca wê, li tevahîya Kurdistanê û li seranserê dinyayê li ser înternet û sosyal medyayê peydakirina piştgirîya ji bo prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr e.

A+A-

 

Linka kampanyaya îmzekirina serxwebûna Kurdistanê
http://www.ipetitions.com/petition/insiyatifa-serxwebuna-kurdistane


Di 8ê Cotmeha 2016ê de li Swêdê li lokala Federasyona Komeleyên Kurdistanê(FKKS) bi navê Insiyatîfa Serxwebûnê cîvîneka çapemenîyê hat li darxistin. Ji çar perçeyên Kurdistanê ji 15 kesayetê serbixwe di însîyatîfê de cî girtine.

Armanca wê, li tevahîya Kurdistanê û li seranserê dinyayê li ser înternet û sosyal medyayê peydakirina piştgirîya ji bo prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr e.

Li ser adresa xwe ya facebookê https://www.facebook.com/serxwebunakurdistan/?fref=ts vê daxîyanîyê li jêr belav kirine.

Daxuyanîya wan weha ye;

Çima Însîyatîfa Serxwebûnê

Ji Însîyatîfa Serxwebûnê merhaba!

Armanca însîyatîfa me, piştgirîya prosesa serxwebûnê û bihêzkirina ew îrade ye ku dixwaze serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Milletê kurd 200 sal in ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bê rawestan xebat meşandîye û ji bo vê armancê ji nifusa gelek dewletên serbixwe zêdetir şehîd û qurbanî daye...

Îro, li Başûr, xebat û tekoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê gihiştîye pêvajoya dewleteke serbixwe. Eger rewş û merc bi awayekî objektîf bên analiz kirin, mirov dibîne ku qedera Kurdistanê bi giştî biserkeftina gava serxwebûna Başûr ve hatîye girê dan...

Rewşa Îraqê, rojhilata navîn û dinyayê dest dide ku Başûr ber bi serxwebûnê gav biavêje. Bê guman, ev pêvajo bê êş û bê problem nabe. Ji bo ku pêşîya gava serxwebûnê bigirin, dijmin jî bi her awayî hewil didin, herweha planên qirêj yên veşartî û aşkere jî di rojevê de ne…

Yek ji mercên nehiştina wan erqele û astengên ku derdikevin pêşîya rêya serxwebûnê ew e ku divê bi piştgirîya milyonan bê standin da ku ew asteng û erqele pûç bibin.
Em çend kesên ku li Swêdê dijîn, li ser van bîr û bawerîyan hatin ba hev û me însîyatîfek pêk anî.

Armanaca me, li tevahîya Kurdistanê û li seranserê dinyayê li ser înternet û sosyal medyayê peydakirina piştgirîya ji bo prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr e.

Însîyatîfa me ne girêdayî partîyeke sîyasi, ne jî li dijî tu partiyeke siyasî ye.
Armanca me, bi tenê piştgiriya serxwebûna Başûr e!

Kurdino! werin em imkanên înternet û sosyal medyayê bi kar bînin û hêza xwe nîşan bidin!
Piştgirîya kampanyaya serxwebûnê bikin!

Her îmzayeke we, dê welatê me gaveke din nêzîkî serxwebûnê bike!

Bijî Serxwebûna Kurdistanê!

Însîyatîfa Serxwebûnê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin