Swêd: Embargoya firotina çekan deynin ser Tirkîyê!

Swêd: Embargoya firotina çekan deynin ser Tirkîyê!

Swêd wê hewl bide Yekîtîya Ewrûpa embargoya firotina çekan deyne ser Tirkîyê. Ev pêşnîyaza hikûmeta Swêdê îro ji alîyê parlamenê ve hate qebûl kirin û diçe Yekîtîya Ewrûpa.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Parlamena Swêdê Annika Söder ji Radyoya Swedê re axivî û dibêje:

 

Vê sibê civîneke me ya gelekî baş bi partîyên din re hebû. Hikûmetê pêşnîyaz kir ku Swêd di asta YE de hewl bide da embargoya çekan deynin ser Tirkîyê. Hemû partîyan piştgirî dane vê pêşnîyaza me û ew hate qebûl kirin.

 

Bi destpêka êrîşa Tirkîyê re hikûmeta Swêdê bi tundî êrîş şermezar kirîye û weke binpêkirina hiqûqa navnetewî bi nav kirîye. Û niha hikûmeta Swêdê di praktîkê de jî dikeve nav hewldanan da Tirkî şerê xwe rawestîne.

 

Roja duşemê Yekîtîya Ewrûpa li hev dicive. Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde dibêje ji bo peydakirina destekê di nav dewletên YE de rojekê berê ew ê biçe Brukselê.

 

Ji bo ku ez hempîşeyên xwe yên ewrûpî bibînim roja yekşemê ez ê çim. Duşemê civîna me ya resmî ye, ji bo ku daxwaza me were qebûl kirin em ê wê pêşkêş bikin. Ez hêvîdar im bi vî rengî em bikaribin zextên li ser Tirkîyê xurttir bikin da ew dev ji vê êrîşê berdin.

 

Tirkî gelek çek û sîlehên xwe ji dewletên Ewrûpa dikire. Li gorî rêxistina Svenska Freds Swêd bi xwe par bi nêzîkê 300 milyon kronî madeyên ku di şer de dikarin bêne bikaranîn firotîye Tirkî. Wekî din Tirkî gelek çekan ji Almanya, Fransa û Îtalya dikire ku tev endamên Yekîtîya Ewrûpa ne.

 

Roja duşemê gereke kifş bibe bê YE wê çi biryarê li ser vê daxwaza Swêdê bide.

 

Dewleta pêşî ku yekalî dîyar kir ku ew ê çekan êdî nefiroşe Tirkî Fînlenda bû û piştre Norvêc ew anî rojeva xwe. Annika Söder dibêje biryarên van herdu cîranan nîşan didin ku piştgirîyek dikare ji pêşnîyaza me re hebe.

 

Derheqê civîna vê sibê ya li parlamena Swêdê Annika Söder herwiha dibêje Swêd hemfikire ku li tedbîrên din ên hemberî Tirkîyê jî binêre. Yek ji tedbîran birîna alîkarîya ku YE dide Tirkîyê ye.

 

Tedbîreke din jî qedexedanîna ser çûnûhatina hin kesan e. Yanî niha Swêd herwiha lê dinêre bê dikare qedexeyê deyne ser hin desthilatdar, siyasetvanên Tirkîyê da werine Swêd û Ewrûpa.

 

Ne dîyar e bê ev hewldan wê heta çi radeyê bikaribin êrîşa Tirkîyê rawestînin.

 

Wezîra derve ya Swêdê Ann Linde bû got: Ji tevahîya cîhanê zextên xurt li ser Tirkîyê hene û ew hêvîdar e ku ev hewldan Erdogan mecbûrî gav paşde avêtinê bike.

 

Ev nûçe ewil li Sveriges Radio hatîye weşandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin