Sûriyê li ser vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbînê daxuyanî da

Sûriyê li ser vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbînê daxuyanî da

.

A+A-

Parêzgarê Hesekê, Orgeneral Xasan Helîm Xelîl red kir ku ji aliyê Sûriyê ve ti hewldan ji bo vekirina deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê hatibin kirin  û ragihand, hikûmeta Sûriyê ti xebat ji bo restorekirin û vekirina wî deriyê sînor ê bi Tirkiyê re nekiriye û tiştên ku tên gotin tenê li ser medyayê tên gotin.

Parêzgarê Hesekê ji rojnameya El-Weten a Sûrî ya nêzî hikûmeta wî welatî re gotiye, “vekirina wî deriyê sînorê tenê bi rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê de çêdibe”, û niha ji bo vekirina derî tu rêkeftinek di navbera wan û hikûmeta Tirkiyê de çênebûye û tekez kir, mijarek wisa di rojeva hikûmeta Sûriyê de tune ye.

Lîwa Xesan Xelîl herwiha gotiye, dergehê sînorî yê Qamişlo di bin destê hikûmetê de ye, lê piştî sînor dever di kontrola HSDê de ye.

Parêzgarê Hesekê diyar kiriye: “Pêwendiyek di navbera girtina deriyê Sêmalka yê neqanûnî û vekirina deriyê Nisêbînê û Tirkiyê de hebû û ew peywendî ne dirist e, ji ber Sêmalka ne qanûnî ye û di navbera herêma Bakurê Iraqê û navçeyên Cizîra Sûriyê li ser Çemê Dicleyê hatiye vekirin, di demekê de ku deriyê sînorî yê Nisêbînê deriyekî qanûnî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye.”

Berî çend rojan nûçeyek hatibû belavkirin ku amadekariya vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbînê tê kirin û dahata wê jî dê di navbera Hikûmeta Sûriyê - Tirkiyê û HSD de were parvekirin.

Ew zanyarî piştî wê yekê di medyayan de hatin belavkirin, ku deriyê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, roja 15ê Kanûna 2021 piştî aloziyeke ser sînor ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hat girtin.

Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku derî ji ber êrişa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din bo ser sînorê Pêşabûrê hatiye girtin.

Roja 15ê vê mehê, hejmarek kesên grûpa Ciwanên Şoregêr ji aliyê Sêmalka ve derbasî aliyê Pêşabûrê bûn û bi silogan û wêneyên Rêberê PKK gihiştin nav xaka Başûrê Kurdistanê û bi kevir, dar û molotofan êrişî hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê yên li ser sînor kirin.  Ewan kesan herwiha zirar gihandin wesayita agirkuja hêzên sînor û wêneyê Ebdulla Oclan li ser bilind kirin.

Piştî vê êrişê, Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê li aliyê Herêma Kurdistanê biryara daxistina deriyê sînor da.

Piştî daxistina deriyê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûr ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, li ser medyayê behsa hin hewlên navdewletî û herêmî ji bo vekirina deriyekî alternatîv dihat kirin.

Li gor hin zanyariyan, Neteweyên Yekbûyî bi piştîvaniya Amerîkayê ligel hikûmeta Iraqê vekirina Deriyê Rebîe- Tilkoçer gotûbêj kiriye û Iraqê bi şêweyekî seretayî li ser vê yekê erê kiriye. Eger hat û ev derî bê vekirin, dê ti desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî ya Rêveberiya Xweser li ser nebe.

Li aliyekî din, hin zanyarî behsa hewlên Rûsya ji bo vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbîn dikirin ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê derî di destê hikûmeta Sûriyê de ye.

Dr. Silêman Elyas, Rêveberê Navenda Ferat, diyar dike, “Vekirina deriyê li gel Nisêbînê gelek dûr e li gor siyaseta niha. Yê Rebîe jî diyar nîne. Lê tekez dê metirsî li ser berjewendiyên Kurdan hebe.”

Ji aliyê xwe ve, Dr. Salih Mela Omer, mamosteyê zanîngehê û profesorê warê zanistên siyasî ji heman bernameya Rûdawê re got, pêwîste guftogoyên cidî bên kirin û nabe aliyek nêrîna xwe bi ser aliyên din de bisepîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin