Sûriye – Li Reqa di êrişeka çekdarî de 9 kes hatin kuştin   

Sûriye – Li Reqa di êrişeka çekdarî de 9 kes hatin kuştin  

.

A+A-

Li parêzgeha Reqa ya Sûriyê di êrişeka çekdarî de herî kêm 9 kes hatin kuştin ku piraniya wan serbazên rêjîma Sûriyê ne.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanya ye, ragihandiye, şeva borî otobûsek tijî rêwî ku ji bajarê Reqayê yê Sûriyê diçû Şamê, di rê de rastî êrişa DAIŞê hat.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 9 kes haitn kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku herî kêm 7 kes ji yên ku hatine kuştin, serbazên rêjîma Sûriyê bûne.

Lê ajansa fermî ya Sûriyê ragihandiye, tevahiya kuştî û birîndarên wê otobûsê sivîl bûne.

Meha Kanûna sala 2020 jî, li devera Dêrazor ya Sûriyê êrişeka bi wî rengî hatibû kirin û herî kêm 40 serbazên rêjîma Sûriyê hatibûn kuştin.

 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin