Sûriyê gefa nehiştina statuya Rojavayê Kurdistanê xwar

Sûriyê gefa nehiştina statuya Rojavayê Kurdistanê xwar

.

A+A-

Wezareta Derve ya Sûriyê, careke din dijberiya xwe ligel statuya Rojavayê Kurdistanê nîşan da û gefa nehiştina Rêveberiya Xweser xwar. Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bersiva Wezareta Derve ya Sûriyê da û got: “Zimanekî aqilane bikar bîne û dest ji zimanê xiyanetê û tewanên ne rast berde.”

Şandeke Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê roja Duşemê 19ê Tîrmeha 2021ê serdana Franseyê kir û li Koşka Elyseeyê lige serokê wî welatî Emmanuel Macron civiya.

Ev serdana şanda Rêveberiya Xweser a bo Fransayê rastî nerazîbûna tund a hikûmeta Sûriyê hat.

Wezareta Derve ya Sûriyê duh Pêncşemê 22yê Tîrmeha 2021ê li dijî wê serdana daxuyaniyek belav kir, û ragihand ku “grûpên bi navên Rêveberiya Xweser li navçeya Bakurê Rojhilatê Komara Erebî ya Sûriyê ku hêzên dagirker ên Amrîkî bo dewletên din emperyalîst piştgiriya wan dike, serdana hin dewletên rojavayî dikin ji bo belavkirina projeyên xwe yên cudaxwazî ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe vê red dike.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Sûriyê, Rêveberiya Xweser weke projeyeke li dijî xwe pênase dike û dibêje: “Rêveberiya Xweser tenê projeyek e, ji bo lawazîkirina hikûmeta Sûriyê û xizmetên bêberamber pêşkeşî dagirkerên Amrîkî, û bi awayekî rasterast û ne rasterast pêkeşî Tirkiyê dike.”

Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha gefa wê yekê jî dixwe, her gava deverên di destê terorîstan de hatin rizgarkirin, ew dê li hember “dijminên hundir” de jî bi ser bikevin.

Bersiva Rêveberiya Xweser: Dest ji zimanê xiyanetê berde

Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Wezareta Derve ya Sûriyê da got: “Zimanekî aqilane bikar bîne û dest ji zimanê xiyanetê û tewanên ne rast berde.”

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin hikûmeta Sûriyê bi zimanekî dûr ji lojîk û rastiyan kar dike ji bo armancgirtina projeya Rêveberiya Xweser.

Rêveberiya Xweser dibêje: “Wekî her car, rejîma Sûriyê bi rêya wezareta derve derdikeve holê û bi zimanekî dûrî mentiq û rastiya heyî diaxive. Ew jî zimanê dûrî rewşa heyî û hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Rejîm bi vê yekê armanc dike ku bala raya giştî ya gelê Sûriyê li ser erk û berpirsyariya xwe ya rewşa heyî ya li Sûriyê, bikişîne."

Rêveberiya Xweser têkez dike ku ewê kar bikin ji bo serxistina projeya nîştimanî ya Sûrî ji bo parastina yekrêziya civakê û jinavbirina DAIŞê û pêşxistina demokrasiyê û dibêje: “Em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê, piştrast dikin ku em ê projeya xwe ya niştimanî ya sûrî dewam bikin. Ev proje parastina yekbûna civaka me kir û DAIŞê têk bir. Her wiha nimûneyeke ji demokratîk pêşxist. Di heman demê de, projeya herî zêde ku pêdiviya Sûriyê diçespîne û li peyî ajandeyên taybet neket û li ser hesabê gelê Sûriyê beşdarî komployan nebû. Em piştrast dikin ku girêdana rejîma Sûriyê bi vê dîtina xwe ya teng û zihniyeta tekane û xwendina ne rast ji rewşê re, aloziyê kûrtir dike û paşde dirive û tinazan bi mejiyê gelê Sûriyê dike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li hikûmeta Sûriyê dike û dibêje:” Em  bang li rejîma Sûriyê dikin ku berjewendiyên niştimanî ya Sûriyê esas bigire û bila fedekariyên gelê me û Rêveberiya Xweser reş neke. Ji ber ku xîtabên bi vî rengî ne ji bo berjwendiyên gelê Sûriyê ye û xizmeta aramî û ewlekariya Sûriyê nake. Em careke din bang li hikumeta Şamê kir ku zimanê menitqî bikar bîne û dûrî xîtabên  xwe yên berê bikeve. Her wiha beşdarî diyaloga cidî bibe û xwe ji zimanê xiyanet û tewanên ne rast, xelas bike. Ji ber ku ev xîtab bû sedem ku Sûriyê wêran bike û bandorên wê yên pozîtîf li ser Sûriyê nîne."

Şanda serdana Fransiya kirî ji her yek ji Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif pêk hatibû.

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve, şanda Rojava li gel Serokê Fransayê Macron kirîza Sûriyê û çareseriyên wê yên çaverêkirî gotûbêj kirine.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid da bû zanîn, serdana wan li ser vexwandina fermî ya Serokatiya Fransayê bûye.

Bêrîvan Xalid herwiha gotibû, “Serokê Fransayê piştrast kir ku heta ewlehî û istîqrar li Sûriyê û hevahî herêmê pêk tê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin