Sûriye êrîşa ser Serokwezîrê Iraqê şermezar dike

Sûriye êrîşa ser Serokwezîrê Iraqê şermezar dike

.

A+A-

 Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de, hewldana terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir.

Wezaret Derve ya Sûriyê ragihandiye, “Sûriye bi tundî êrîşa terorîstî ya ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kiribû armanc şermezar dike.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, Sûriye dubare tekez dike ku “li dijî terorê ye û hêvî dike ku gelê Iraqê yê bira di nav aştî, aramî û geşeyê de bijî.”

Îro di demjimêrên serê sibehê de, bi droneke bombekirî êrişî mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat kirin û hewla terorkirina wî hat dayîn, lê Şaneya Emnî ya Iraqê ragihand, ku hewldana terorkirinê biserneketiye û Kazimî silamet e.

Şaneya Emnî dibêje, hewla terorkirina Serokwezîr bi “droneke bombekirî” bûye ku cihê mana Mistefa Kazimî li navçeya Kesk a Bexdayê kiriye armanc.

Serokwezîrê Iraqê jî derbarê vê hewla terorkirinê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Ez pêştir û niha jî pirojeya canfedayî bûm jibo Iraq û gelê Iraqê, mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan û mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman ên ewlehiyê ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û pêkanîna qanûnê wek xwe nahejîne.”

Kazimî got, “Ez baş im û hemd ji Xwedê re, di nav gelê xwe de me, ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û bêhna xwe fireh bikin.”

Êrişa li ser mala Mistefa Kazimî û hewldana jibo terorkirin û kuştina wî, li navxweyê Iraqê û navçeyê û herwiha di qada cîhanê de rastî bertekan hat û piraniya welatan, ev êriş û hewldan protesto û şermezar kirin û piştgiriya xwe bo hikûmeta Iraqê nîşan dan.

Serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê jî hewldana jibo terorkirina Serokwezêrê Iraqê bi tundî şermezar kirin. Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê bûyerê de peyamên cuda weşandin û dilgiraniya xwe ji vê pêşhata nû û “metirsîdar” anîn ziman û daxwaz ji hemû aliyan kirin ku aram û li ser xwe bin û bêhna xwe fireh bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin