Sûriye | Di 24 saetên dawî de 15 DAIŞî hatin kuştin

Sûriye | Di 24 saetên dawî de 15 DAIŞî hatin kuştin

.

A+A-

Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di nav 24 saetên borî de, li çolistana Sûriyê 15 terorîstên DAIŞê di encama êrîşên asîmanî yên Rûsî de hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku balafirên Rûsî di 24 saetên dawî de, li çolistana Hema, Reqa û Helebê, li dijî çekdarên DAIŞê 70 êrîş pêk anîn û di wan êrîşan de 15 çekdarên DAIŞê û 7 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin.

SOHRê eşkere kir ku ji meha Adara 2019 heta niha, hezar û 66 leşkerên Sûriyê û 601 çekdarên DAIŞê, di şerê herdu aliyan de hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin