Sûriyê bersiv da Amerîkayê

Sûriyê bersiv da Amerîkayê

Piştî ku hinek nûçe derketin ku Amerîka plan dike ku piştî vekişîna xwe ji bakurê Sûriyeyê, hêzên erebî li bakurê Sûriyeyê bi cî bike, Şêwirmenda Ragihandinê ya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî, Buseyina Şabanê bersiv da

A+A-

Şabanê got: "Tiştekî wiha pêk were, ev dê yekem car be ku hêzeke dagirker, bangî hêzên din dike ku werin û welatî dagir bikin."

Şêwirmenda Ragihandinê ya Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esadî, Buseyina Şabanê bi televizyona RTyê re axift û got, "ew nûçeyên ketine medyayê ku Trump bang kiriye, hêzên amerîkî (yên li Sûriyeyê) bi hevpeymaniyeke erebî re biguherîne, tiştekî gelekî seyr e."

Şabanê got, "eger ev nûçe rast bin, ev rewşeke gelekî seyr e ku dewleteke dagirker a ne meşrû bangî hinek aliyên din bike da ku werin û ew jî welatî dagir bikin."

Rayedarê sûrî teqez kir ku "eger tiştekî wiha çêbibe, ev dê tiştekî wiha be ku cara yekem di têkiliyên navdewletî de pêk tê."

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ragihandibû ku Amerîka bi mebesta li herema Bakurê Sûriyeyê îsqrarê pêk bîne, piştî vekşîna leşkerên xwe ya ji Sûriyeyê û têkbirina DAIŞê,plan dike ku hêzeke leşkerî ya ji ereban li Bakûrê Sûriyê ava bike.
 

Herwiha Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyirî jî duh ragihandibû ku welatê wî pêşniyar kiriye, hêzên hevpeymaniya îslamî bişînin Sûriyê da ku şerê terorê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin