Sûriye – Bazarên petrolê li Bab û Cerablusê dan ber mûşekan

Sûriye – Bazarên petrolê li Bab û Cerablusê dan ber mûşekan

.

A+A-

 Bazarên petrol û sotemeniyê yên bajarên Cerablus û Babê yên Sûriyê bi mûşekan hatin armanckirin.

Saziya çavdêriya mafên mirov li Sûriyê (SOHR), ragihandiye, şeva borî çendîn mûşek li bazarên sotemenî û petrol yên li derdora bajarên Cerablus û Babê yên Sûriyê, ku di destê hêzên Tirkiyê de ne, ketin.

Li gorî agahiyan, di encama wan êrişan de ziyanek mezin gihîşt wan bazaran lê hîn nayê zanîn ka gelo ti kes hatiye kuştin yan na.

Wezareta berevaniya Tirkiyê jî êriş piştrast kir û hikûmeta Sûriyê bi encamdana wê êrişê tohmetbar kir.

Bajarên Bab û Cerablusê girêdayî parêzgeha Heleb ya Sûriyê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin