Sûriyê: 400 şervanên Kurd ji Minbicê derketin

Sûriyê: 400 şervanên Kurd ji Minbicê derketin

Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihand ku karwanekî Yekîneyên Şervanên Kurd ji Minbicê vekişiya û derbasî nav Rojhilatê Feratê bû.

A+A-

Wezareta Berevaniya Sûriyê li ser mlapera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde ev nav bikar anî,  ku karwanekî Yekîneyên Şervanên Kurd, ku ji 30 otombîlan pêk tê ji devera Minbic vekişiya û berê xwe da Rojhilatê Feratê.

 

Wezareta Berevaniyê dibêje, ev vekişadnin li gor rêkeftina ku berê hatiye kirin, daku jiyan li “bakurê Sûriyê” asayî bibe.

 

Wezaret dibêje li gor zaniyariyên li ber destê wan, heya niha 400 şervanên Kurd ji Minbicê derketine.

 

Heya niha jî tu daxuyaniyeke fermî ji aliyê Encûmena Leşkerî ya Minbicê, derbarê vê daxuyaniya Wezareta Berevaniya hikûmeta Sûriyê nehatiye belavkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin