Sûriye.. 15 kes di êrîşên Îsraîlî de hatin kuştin û birîndarkirin

Sûriye.. 15 kes di êrîşên Îsraîlî de hatin kuştin û birîndarkirin

.

A+A-

Firokeyên Îsraîlê şeva borî hejmarek ji navçeyên parêzgeha Şam û Siweydayê mûşekbaran kirin. 

 Firokeyên Îsraîlê baregehên artêşa Sûriyê li başûrê Şamê mûşekbaran kirin û di encam de 15 kes hatin kuştin birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê şeva borî hejmarek ji navçeyên Sûriyê bombebaran kirin. Bombebaran li ser Ketîbeya Radar û Ketîbeya Nicran li parêzgeha Siweydayê û Firqeya yekem li ser riya Şam – Kiswê û hin komgehên çekan li başûrê Şamê bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, mîlîşyayên Îranî û Hizbulaha Lubnanî li wan baregehan bi cih dibin û di encama êrîşên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin û 11 kesan birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, sîstema wê ya berevaniyê rûbirûyî êrîşa Îsraîlê bû û hejmarek ji mûşekan berî bigihin armancên xwe, hatin şikandin.

Berî hefteyekê jî, devera Nebî Habîl li parêzgeha Şamê rastî êrîşeke Îsraîlê hatibû û di encamê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker birîndar bûbûn.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin