Sûrî: Îsraîlê bisekinînin, heke na em ê li Tel Avîvê bixin!

Sûrî: Îsraîlê bisekinînin, heke na em ê li Tel Avîvê bixin!

Nûnerê Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, heger Encûmena Asayişa Navdewletî rê li ber êrîşên Îsraîlê yên li ser welatê wî negire, Şam dê bersivê bide.

A+A-

Nûnerê Sûriyê li Encûmena Asayişa Navdewletî Beşar Caferî di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya li ser rewşa Rojhilatê Navîn de hişyarî da û got: “Ji mafê rewa yê Sûriyê ye berevaniyê li xwe bike û bersiva êrîşa Îsraîlê ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şamê bide.”

Nûnerê Sûriyê tekez kir, heger Encûmena Asayişa Navdewletî rênimayên pêwîst ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê negire ber, Sûriye dê heman êrîşê li ser Firokxaneya Tilevîvê bike.”

Got jî: “Êrîşên Îsraîlê binpêkirineke aşkere ye ji yasayên navdewletî û belgeyên Netewên Yekgirtî re ye.”

Beşar Caferî hevdem rexne li Encûmena Asayişa Navdewletî girt û got, Encûmena Asayişa Navdewletî ji dehên salan ve nikare biryarên xwe yên derbarê Sûriyê bicih bîne, ew jî bi sedema helwestên Brîtanya, Fransa û Amerîka ku piştevaniya Îsraîlê dikin.

Roja 21ê vê mehê firokeyên şer ên Îsraîlî êrîş biribûn ser bingehên hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li başûrê Şamê, derdora Firokxaneya Navdewletî ya Şamê, navçeya Kiswê, derdora firokxaneya Sehlê li nêzîkî bajarê Siwêdayê.

Di encama êrîşê de 12 jê Pasdarên Îranê bi giştî 21 kes hatibûn kuştin û ziyaneke madî gihîştibû wan baregehan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin