Sûrî: Em lêborîna HSDê qebûl nakin!

Sûrî: Em lêborîna HSDê qebûl nakin!

Parêzgarê Hesekê Cayiz El-Mûsa derbarê bûyera li Qamişlo rûda, ragihand, ku Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) lêbûrîn ji Hikûmeta Sûryê xwestiye, lê Parêzgarê Hesekê got: Hikûmeta Sûryê wê lêbûrînê qebûl nake û ewê heyfa wan kuştiyan hilîne.

A+A-

Cayiz El-Mûsa got: Çi kes û aliyê pêwendiyê bi Amerîka re bike, di nerîna Hikûmetê de xayîn e û Artêşa Sûriyê, wê tevahiya axa Sûriyê kontrol bike.

Ji aliyê xwe ve, Meclîsa Sûriya Demokrat (MSD) ragihand, ku aliyên destên wan di bûyera Qamişlo de heye, dixwazin danûstendinên di nav wan û Şamê de pûç bikin.

MSD di daxuyaniyekê de got: Em ji bûyera li Qamişlo gelekî dilgiran in û em ji asayiş û hêzên Hikûmetê dixwazin, ku xwe bigrin û her şerek di vê demê de bê kirin, ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.

Herwiha MSD dibêje: Me pêşwazî li vexwendina Hikûmetê ji bo danûstendinan kir û em tekeziyê li ser vê yekê dikin, ku baweriya me bi danûstendinan tê û em daxwaza aştiyê dikin.

Roja şemiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayiş) û yên hêzên rêjîma Sûryê de qewimîbû û di encamê de 11 leşkerên rejîmê û 7 leşkerên YPGê jinana xwe ji dest dabûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin