Sûrî: Bila kurd hişê xwe bînin serê xwe!

Sûrî: Bila kurd hişê xwe bînin serê xwe!

Welîd Muelim duh li Şamê piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Venzuelayê Jorge Arreaza re di civîneke rojnamevanî de ragihand, ku îdareya Donald Trump di derbarê vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê de nerastgo ye

A+A-

Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje, Amerîka di mijara vekişandina hêzên xwe de nerastgo ye. Welîd Muelim herwiha gef li Kurdan xwar û got, divê Kurd bêne ser hişê xwe û ji dîrokê dersan werbigrin û vegerin himbêza Şamê.

Welîd Muelim duh li Şamê piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Venzuelayê Jorge Arreaza re di civîneke rojnamevanî de ragihand, ku îdareya Donald Trump di derbarê vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê de nerastgo ye û û got, erka Sûriyê jî ew e ku rastiyê fêrî Amerîkayê bike.

Li gor ajansa SANA, ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, Muelim got, hebûna hêzên Amerîka li Sûriye ne yasayî ye û daxwaz kir ku Waşington hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne. Bi gotina Muelim, Amerîkayê hêj jî di vê derbarê de ti pêngavek neavêtiye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê, kir û got, li bakûrê rojhilatê Sûriyê Ereb hene û hinek jî Kurd hene û tekez kir, ew bihêvî ne, ew welatî vegerin ser hişê xwe û ji dîrokê dersan werbigrin û tenê baweriya wan bi welatê Sûriyê were.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin