Şûraya Dewletê, biryara betalkirina sonda xwendekaran betal kir

Şûraya Dewletê, biryara betalkirina sonda xwendekaran betal kir

Şûraya Dewletê (Daniştay) hukma rêziknameyî ya bo betalkirina sonda xwendekaran a nijatperest betal kir. Eger heye vê sonda nijadperest bi xwendevanên dibistana seratayî û navîn cardin bidine xwendin.

A+A-

Daîreya 8emîn a Şûraya Dewletê, doh, hukma rêziknameyî ya betalkirina sonda xwendekaran, betal kir.

Berê niha, ev sond, bo ku hêmanên nijadperest dihewîne di rayagiştî de pir hatibû nîqaşkirin û hatibû betalkirin.

Lê doh, Şûraya Dewletê (Daniştay) rêziknameya betalkirina vê sondê, betal kir.

Ji aliyê hikûmetê gelek bertek hatin nîşandan. Wezirê Dadê Abdulhamit Gül got Şûraya Dewletê nikare li şûna rêvebiriyê biryarê bide.

Bekir Bozdağ jî got Şûreya Dewletê xwe xistiye şûna rêvebiriyê û destûr binpê kiriye. 

Memur-Senê jî li tevahiya bajaran dakete qadan û ev biryar protesto kir. Eğitim-Bir Sen jî bertek nîna da. 

MHPê jî piştgirî da vê biryarê.

Ev sond, bi hewandina hêmanên nijadperest ku bi zarokan bi zorê dida gotin ku 'ez tirkim, rast im û hebûna min bibe qurbana hebûna tirkan' ji aliyê derûdorên demokrat ve pir dihate rexnekirin. ji ber vê jî hatibû betalkirin. Lê aniha, bi betalkirina vê rêziknameyê, eger heye cardin bikeve merîyetê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin