Supaya Pasdaran hişyariyek tund da Herêma Kurdistanê: Dûr bikevin em dê êriş bikin

Supaya Pasdaran hişyariyek tund da Herêma Kurdistanê: Dûr bikevin em dê êriş bikin

.

A+A-

Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê, General Mihemed Xakpûr hişyariyek tund da Herêma Kurdistanê û ragihand, divê welatiyên Herêma Kurdistanê ji binke û baregehên partiyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê dûr bikevin, ji ber ku bi gotina xwe, “em dê bersiva terorîstan bidin.”

General Mihemed Pakpûr di dema serdana bo binke û baregehên Supaya Pasdaran ên li navçeyên sînorî yên Îran-Iraqê ji medyaya Îranê re ragihandiye, “derbarê tevgerên komên terorîstî û çekdar li herêma wan bo derbasbûn û pêkanîna kiryarên li dijî ewlehiya welatê me û rûbirûnebûna li gel vê yekê, çendîn caran berpirsên herêma Bakurê Iraqê hatine agahdarkirin”, lê bi gotina wî ti encamek hişyarî û agahdarkirinên wan nebûye.

Pakpûr gotiye: “Bi salan e ku komên terorîstî û dijî şoreşê yên girêdayî zordarên cîhanê û servîsên îstixbaratê yên biyanî, erdnigariya herêma Bakurê Iraqê ji bo têkdana ewlehî û aramiya navçeyên sînorî yên Komara Îslamiya Îranê û çêkirina nerihetî û kêşeyan bo xelkên niştecihên wan navçeyan bikar tînin û di vê derbarê de têbîniyên pêwîst bi dewleta Iraqê û rayedarên herêma Bakurê wî welatî hatine dayîn.”

Wî fermandarê Supaya Pasdaran bi gotina, “dewleta Iraqê û Herêma Kurdistanê nabe rê bidin terorîstan ku tevbigerin û baregehan li wî welatî ji bo çêkirina gef û metirsiyan bo ser Îranê çê bikin”, diyar kir: “Em her kêmasiyek û xafilandineke di vê derbarê de, li dijî cîrantiya baş û pêwendiyên baş ên du welatan dibînin.”

General Mihemed Pakpûr dibêje, sebra wan li hember tevger û çalakiyên partiyên Kurdistanî yên Rojhilatê Kurdistanê bi dawî bûye û gefa wê yekê dixwe, ku dê bi awayekî tund bersivê bidin û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê dike, ku ji binke û baregehên wan partiyan dûr bikevin daku zirar negihije wan.

Pakpûr destnîşan kiriye: “Li gor rewşa navçeyê û egera bersiveke yekalîker, tund û poşmanker a Komara Îslamiya Îranê li hember komên terorîstî yên girêdayî dijminên sondxwarî yên şoreşê û rejîma îslamî, ku Herêma Bakurê Iraqê ji xwe re kirine hêlîn, em ji niştecihên wan navçeyan dixwazin ku ji baregehên terorîstan dûr bikevin daku zirarek negihe wan.”

Meha bihorî jî, Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê, Elî Şemxanî di civîna li gel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de daxwaz kiribû, ku hikûmeta Iraqê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê bike derê û hişyarî dabû, ku “eger Iraq vê yekê neke, Tehran dê êrişî ser wan aliyan bike.”

Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê di 8ê Îlona 2018an de bi mûşekan êrişî baregeha Hizba Demorkata Kurdistanê (HDK) li navçeya Koyeyê kiribû, ku civîna serkirdatiya wê partiyê bûbû armanca êrişê û di encamê de 17 kes ji serkirde û endamên wê canê xwe ji dest dan.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin