Suleyman Çevîk: Li Tirkiyeyê weşangeriya kurdî ji derveyî adetê tê dîtin

Suleyman Çevîk: Li Tirkiyeyê weşangeriya kurdî ji derveyî adetê tê dîtin

.

A+A-

 

Ferid Demirel/Bianet

Suleyman Çevîkî behsa wan salan kir ku kovarê nû dest bi weşanê kiribû û wiha got: “Li Tirkiye weşangeriya kurdî ji adatê der e… Hinek însan ji meriv hez dikin hinek hez nakin, Em li Tirkiyeyê karekî ji ûsilê der dikin.”

Suleyman Çevik, Berpirsê Giştî yê Kovara Nûbiharê, di webînara bi navê “Di Kovargeriya Kurdî de Ekola Nûbihar” de behsa şert û mercên salên 1990î kir ku di wan salan de weşana kovarê dest pê kiriye.

Kovar 29 sal in weşana xwe dewam dike. Di serî de mehane weşana wê bûye lê piştî sala 2002yê êdî sê mehan carekê weşana xwe dewam kiriye. Çevîkî behsa wan salên destpêkê kir û wiha axivî: “Me hema di gelek rewşên zehmet de me ev kara kiriye. Feqet ev zehmetî carna meriv encama wê dibîne, bi meriv şirîn jî tê. Tu dibêjî ev kar gelek zehmet e, lê tu tiştek difikirî ku tu bawer dikî. Tu dibêjî ku ez ê karekî bikim ev kar ji bo însanên min, ji bo gelê min, ji bo miletê min, tiştekî muhîm e. Ew tişt carna bi mera zehmet nayê.”

Suleyman Çevîkî behsa wan salan kir ku kovarê nû dest bi weşanê kiribû û wiha got: "Li Tirkiye weşangeriya kurdî ji adatê der e... Hinek însan ji meriv hez dikin hinek hez nakin, Em li Tirkiyeyê karekî ji ûsilê der dikin."

Çevîkî diyar kir û got, ew ji bo nifşên nû amadikariyê dikin ku kovarê bi awayekî dijîtal jî amade bikin û bi vî awayî li gorî daxwazên wan kovarê ji nû ve saz bikin.

29 sal berê dema we dest bi vî karî kir gelo we texmîn dikir ku rojekê wê were û hûnê behsa 29-30 saliya kovara Nûbiharê bikin?

Meriv hin karan dike, meriv encamên wan gelek caran texmîn nake. Ev mijar û di hin tiştên din de… bi taybetî jî mesela kurdan be, li ser kurda bin… Em bibêjin welatekî ku kurd di çi astê de ne, di çi rojê de derbas bûne, dema meriv wana dide ber çavê xwe, bi rastî jî meriv nikare texmîna tiştekî bike. Meriv nikare bibêje di encamê de ez ê wî karî bikim û ez ê wisa bi serkevim. Her tişt dibe. Bi taybetî jî ez dixwazim vê bibêjim, di salên 90î de jî wexta me dest bi karê kovarê kir, aliyê hemû tiştên ku veşartî dihatin kirin, em bibêjin failî meçhûl hebûn, li ser kurdayetiyê xebatên ku dihatin kirin di rewşeên zehmet de dihatin kirin. Xwendevan jî tunebûn, piyasa kurdî tunebû wê çaxê. Me texmîna tiştekî wisa nedikir. Ev tişt belkî nehatibû bîra me jî. Kesekî bigota hûnê çend salan dewam bikin, me va jî nikarîbû cewabek bida. Dema meriv karekî bike, meriv dixwaze heta dawiyê bibe. Hemû kar jî divê wisa bin. Me texmîn nedikir wê heta kuderê here.

"Her xebat di çavê min de pîroz e"

Îro dema tu li paş xwe dinêrî, tu rewşeke çawa dibînî? Ew sî sal çawa li ber çavên te re derbas dibin?

Ji aliyê xebatê ve û ji aliyê encamê ve, ez gerek bi çend aliyan lê binêrim. Me hema di gelek rewşên zehmet de me ev kara kiriye. Feqet ev zehmetî carna meriv encama wê dibîne, bi meriv şirîn jî tê. Tu dibêjî ev kar gelek zehmet e, lê tu tiştek difikirî ku tu bawer dikî. Tu dibêjî ku ez ê karekî bikim ev kar ji bo însanên min, ji bo gelê min, ji bo miletê min, tiştekî muhîm e. Ew tişt carna bi mera zehmet nayê. Lê ev kar gelekî bi zehmetî derbas bû. Piştî 30 salan, li encama wê em mêze dikin çawa ye? Me 30 salî li ser kurdî û kurdan xebat kir. Di encamê de, te ji bo çanda xwe, kultura xwe gelek materyal amade kiribin, îro ew xelk jê îstîfade dikin, tu dibînî ev tişta jî ji me re gelek baş xuya dike. Piştî 30 salî her weşanxane, ne ji bo Nûbiharê bi taybetî dibêjim, her însanê ku di van salan de xebat kiriye, her xebatên di vî warî de kirine, di çavê min de pîroz e.

Em vegerin wan demên destpêkê. Fikra derxistina kovarê çawa derket holê? Bi çi armancê we xwest hûn kovarekê bi kurdî derxînin?

Zimanê kurdî nivîskî qedexe bû. Ew qanûn rabû. Piştî wê weşanxane vebûn. Wê wextê hevalên me, derdora me, însanên ku têkiliya me bi wan re hebû, me xwest em weşaneke bi kurdî derxin. Me di meha Adarê de weşanxane ava kiribû. Di wê navberê de me xwest em kovarekê jî derxin. Ji Enqerê kek Sabah Kara hat. Ew jî niyata wî hebû kovarekê bi kurdî derxe. Me pê re xeber da. Me bi Kek Sabah Kara ra biryar girt em kovarekê derxin. Weşanxane ji xwe hebû. Kovar jî di meha Cotmehê de derket. Di wê wextê de berpirsiyarê giştî Kek Sabah Kara bû. Ez jî berpirsê karê nivîsara bûm. Me pev ra sê sal kar kir. Piştî sê salan kek Sabah çû Almanyayê. Ji wê demê em weşana xwe dewam dikin. Hin weşan di wê demê de derketin. Weşanxane me jî weke weşanxaneyeke mihafezekar tê naskirin. Di qulvara me de xebata ku mekirî, beriya wê tiştekî tune bû. Di tarîxa Cumhuriyetê de kovara yekane wisa bi fikrê mihafazekar derkeve tunebû. Hevalên çepgir xebatên gelekî hêja kiribûn. Beriya salên 80yî. Salên 90î jî gelek xebat kiribûn. Kovara me weke kovareke mihafezekar bi nav bûye. Em ji herkesî re vekirî ne. Mexwest em di vî warî de berpirsiyareke xwe bicih bînin, li hemberî gelê xwe. Însanê me zimanê wan hatiye asîmîlekirin, qedexe bûye. Ka em dikarin çi bikin ji bo zimanê xwe, kultura xwe. Me bi niyeteke wisa dest bi vî karî kir. Me bi niyeteke wisa dest bi vî karî kir. Di encama bi fikreke wisa de me dest bi vî karî kiriye. Heta niha jî wiha dewam kiriye.

Di nav şert û mercên şer pevçûnên salên 1990î de ev kovar derketiye. Gund dihatin valakirin, bûyerên faliên wan meçûl hebûn. Di nava şert û mercên wiha de we dest bi weşaneke bi kurdî kiriye. Bertek li hemberî we çi bertek dihatin nîşandan?

Di piyasa Îslamî de wexta ev tişt derket, vana tiştek wisa aşînayî karekî wiha nebûn. Ev tişt pir ecêb dîtin. Di tarîxa cumhuriyetê de dema meriv behsa xelkê kurd bikin, çepgir vê dozê dikin. Derdorên Îslamî zêde nedikolan, nedigotin. Bigotana jî bi hin tiştan tawanbar dibûn. Ev xebata me pêşî di nava derdorên Îslamiyan de bi şaşî pêşwazî kirin. Hinekan ji me re jî gotin. Paşê hîn bûn. Lê kurdên nav wan cemaatên îslamî pir kêfa wan hat. Vana gelek caran ji min ra jî gotine. Derdorên çepgir jî bi bi şik nêzîk bûn. Digotin ‘Nîyeta wan çiye, ka çi dixwazin bikin?’. Paşê diyalogên me çêbûn, çûn û hatinên me çêbûn. Dîtin ku tiştê herî baş ji bo însan hev nas bikin, têkiliyeke baş deyne, hevaliyek dostaniyek deyne, bi hev re xebatên şirîkatiyê bike, herî tişê baş diyalog e. Ew diyalogan hin derî di zihnê însanan de vekirin, di zihnê me de vekirin. Dema me hev nas kir, pêşiyê li hemberî hev pêş daraziyên me hebûn, piştî diyalogê gelekê van rabûn, çareser bûn. Destpêkê me gelekî zehmetî kişand. Hîn jî…Dema meriv karekî wisa ji ûsilê der bike… Li Tirkiye weşangeriya kurdî ji adatê der e… Hinek însan ji meriv hez dikin hinek hez nakin, Em li Tirkiyeyê karekî ji ûsilê der dikin.

Ew şert û mercên salên 1990î bandoreke çawa li ser naveroka kovarê kir, polîtîkaya weşanê û xebatkirina wê kir?

Bivê nevê dike. Her çiqas kovara me kovareke çandî û edebî ye jî zimanê wê kurdî ye. Bes e ji xwe. Ziman kurdî be ewkeke siyasî lê bar dibe. Bivê nevê kovara me heta 2000î me weke mehane çap kir. Me bêhtir dikarî nivîsên rojane biweşînin. Di nivîsên me de jî, di yên ji me re dihatin de jî rewşa wê ji nivîsan aşîkar in. Behsa valakirina gundan bigiri, kuştinan bigrî, koçberiyê bigrî, şîdeta ku li welat bû gelek caran aşîkar gelek caran veşartî di nivîsanda, helbest û ceribandinan de xuya dikir. Bivê nevê rewş çibe, ew rewş, kovareke bi kurdî derkeve tesîrê li naveroka wê dike.

"Kurd û ne kurdên berê ne"

Di nava van salên dûdirêj de polîtîkaya weşanê ya Nûbiharê guhertineke çawa guherî?

Naveroka Nûbiharê guheriye. Berê mehane bû û mijarên mehane tê de hebûn. Ev yek. Ya duduyan jî, tiştên sî sal berê û îro ne yek in. Bivê nevê mijar tê guhertin. Kurdên îro û 30 sal berê ne yek in. Mijar jî ne yên weke wê demê ne. Dinya jî ne ya berê ye. Gelek guhertin di nav me de çêbûne. Di kurdan de çêbûye, di dinyayê da çêbûye. Bivê nevê Nûbihar jî naveroka wê guheriye. Tê guhertin. Belkî sibê hîn jî bê guhertin. Lê prensîbên di destpêkê de me danîbûn, zêde tiştek nehatiye guhertin. Baweriya me çi ye, em li kurdan çawa dinêrin, li partiyên kurdan em çawa dinêrin, ew fikrên me nehatine guhertin. Bi çi armancê Nûbihar ava bhuye, bi çi armancê weşanê dike, nehatiye guhertin. Nayê guhertin. Divê neyê guhertin jî. Me jî prensîbên Nûbiharê 30 salberê danîne. Bi taybetî hevalên me, derdora me, nasên me, rola kekê sabah di vir de gelek e. Me prensîb danîne. Ew prensîbana heta niha me parastine. Em ê biparêzin jî. Çinku em bi wan bawer dikin. Bi kesî re nekin şer û micadele, em ji kesî re heqaretê nekin, ji baweriya wan heqaretê nekin. Ne ku em mihafezekar in. Ji dînê xwe re heqaretê naxwazin, em ji kesî re naxwazin. Em ji cihuyan ra naxwazin, em ji êzidiyan re naxwazin, em ji filehan re naxwazin. Heqaret bibe jî em nivîsên wisa naweşînin. Em bi kurdan re, bi grûbên kurdan re jî em bi wan re jî nakevin şer û micadeleyê.

Du hêlên Nûbiharê hene. Yek jê kurdayetî yek jî mihafezekarî ye. We hêla kurdayetî û mihafezekarî çawa aniye ba hev û hevsengiyeke çawa çêkiriye?

Ew ne me çêkiriye. Ji berê de heye. Melayên me, alimên me, şêxên me, kesên di wî warê de xebat kirine hene. Ez naxwazim teva di vê noqtêde paqij bikim. Yan jî alimên nav kurdan de derketine ên wisa baş hene di vê noqtê de. Li miletê xwe xwedî derketine, him jî baweriya xwe mihafeze kirine. Di weşanên xwe de jî me ev parastiye. Em kitêbên dînî diweşînin. İhtiyacek heye. Kurd miletekî dindar in. Bi aqîda xwe bawer in. Divê em xitabî wan bikin. Bi herfên erebî me xitabî medreseyan kiriye. Li welatê me bi sedan medrese hene. Hin jî dewam dikin. Li wan deran feqî hene. Divê em xîtabî wan jî bikin. Em miletekî tarîxa me ,edebiyata me, folklora me, çanda me ya devkî heye, dengbêjên me hene. Li ser tarîx û folklorê jî me gelek kitêb weşandine. Li ser tarîxê, edebiyat û bawireya wan me gelek kitêb weşandine. Heta ji destê me hatiyê me ew hevsengî çêkiriye.

"Xwendevanên zanîngehan bêhtir dixwînin"

Profila nivîskar, kadro û xwendevanên kovara Nûbiharê çawa ye?

Nivîskarên me bi taybetî xort in. Yên îro di kovarê di dinivisîn ên salên wan di navbera 30 û 40î de bêtir in. Ên salên wan mezin jî hene. Hevalên gelek hêja, kesên keda xwe li ser kurdî dane hene. Berken Bereh, Rojan Bernas, Rohat Alakom, Talat Înanç, Ahmet Aras… ên tên bîra min. Evana jî bi sala di warê kurdayetiyê da xebat dane. Evana jî nivîsên wan, helbestên wan dertên. Xort in, navsere ne. Nikarim bibêjim, kovara xorta ye, yên salê wan mezin. Her cure însan nivîsên wan derdikevin di Nûbiharê de.

Bi taybetî kesên xwendevanên zanîngehan kovarê dixwînin. Gelemperî xort in. Însanên salên wan mezin jî hene. Xebatkar in, memûr in, karsaz in, yan jî di cihekî de serbest dixebitin. Di malan de keç hene. Keçên nexwende, yên zanîngeh nexwendine, ew jî li malên xwe Nûbiharê dixwînin. Lê bi taybetî jî xwendevanên zanîngehan in.

Nifşekî nû heye ku jiyana wan jiyaneke dijîtal e. Kovarên nû yên dijîtal bala wan dikişînin. Nûbihar çiqas dikare xwe bigihîne wan?

Îro nifşê nû guhertinên nû dixwazin. Nûbihar jî divê xwe li gorî vana nû bike. Ka xortê me çi dixwazin, nifşê nû îro bi çi raziye, bi çi ne raziye, kêfa wan ji çi tiştan re tê, divê li gor van tiştan meriv xwe nû bike. Gava din jî min got, her tişt tê guhertin. Dinya tê guhertin, li gor guhertina dinyayê jî naveroka xwe, stîla xwe, tarzê xwe jî biguhere. Projeyeke me heye zaten, em ê demeke dirêj weke qaxiz heta ku çû, em ê çap bikin. Lê em dixwazin kovara xwe dijîtal jî çap bikin. Her tişt talibên wan hene. Gelek kurdên me hene j medyaya civakî dûr in, dixwazin kaxez bigrin destê xwe, bi çavên xwe bixwînin. Hinek jî, hewce nake dibêje. Ji xwe her tişt dijîtal e, hert tişt di telefona min de hene, ez dixwazim kovara xwe dijîtal bixwînim. Her du jî hene. Em dixwazin xîtabî her duyan jî bikin. Em dixwazin kovara xwe weke dijîtal jî biweşînin. Heta jimarên salên 90î me weşandine, em bi scanereke xweşik wan jî dijîtal bikin û di malperê de biweşînin û bifiroşin.

Nûbihar di çi qonaxan de boriye? Tu dikarî li gor periyodan Nûbiharê binirxînî, yan xeteke wê ya ji roja roj de rûniştî heye?

Salên 90î ji me re pir name dihatin. Her heftê çend name dihatin. Ne ji hepsiya tenê. Ji derdorê jî dihatin. Di nameyên wan de nivîs hebûn. Înternet nebû, me ew nivîs rêz dikirin. Me ew nivîs diweşandin. Di cildên 90î de nameyên xwendevanan hene. Niha name nayên lê mail tên. Gelek caran ez difikirim gelo ez van mailan weke name biweşînim wê çawa be. Nameyan têkilî bi xwendevanan re zindî dikir.

Ji salên 90î heta 2000î me mehane weşand. Ji 2002an pê ve me sê mehan carekê weşand. Periyoda wê guhert. Yanî ez dikarim bibêjim ku du qonaxên me hebûn. Ya yekem mehane bû û teknolojî nebû, têkiliya xwendevanan bêtir germ bû. 2002yan û pê ve teknooljî pêş ket, her tişt bû dijîtal. Telefonên sabît jî êdî rabûn. Ji aliyê naverokê jî salên 90î bêhtir bi rojevê re eleqa wê hebû, lê ji 2000î pê ve ji ber ji sê mehan cearekê çap dikin, bêhtir mijarên teorîk û dirhej û lêkolînî ne.

Di sala 2000î de we navber daye weşanê. Ew rewşa aboriyê ya li Kirkiyeyê bando li we jî kiribû?

Me du salan navber da weşanê. Me kovar sekinand. 2002yan de dema me dest pê kir me got sê mehan carekê em ê weşanê bikin. Kovara mehane pir zehmet bû. Me nikarîbû pirtûk jî biweşanda. Mehê carekê kovar derkeve, 10 15 rojan li ser dixebitî, 10 15 rojan dişînî, paket dikî, kargo dikî… Wext ji bo tiştekî din nedima. Piştî me kir sê mehan carekê me dest bi pirtûkan jî kir. ji 2002yan û pê ve me giranî da pirtûkan.

Tiraja wan salên pêşiyê çiqas bû û niha çawa ye? Di nava salan de di tîrajê de guhertineke çawa çêbû?

Jimara yekê me 5 hezar çap kir. Me tev belav kir. Di destê me de hinek man. Yekem car derdiket û me nizanîbû wê çi bibe. Jimarên din me 3 hezar 3 hezar çap kirin. Belkî yek du 4 hezar bûn. Demeke dirêj ti carî neket binê 2 hezaran. Evana pirê wan dihatin firotin. Yên nedihatin firotin me weke cild bikar dianî. Cildê yek û duyan, heta 24 cildên xwe temam kiriye, belkî ez bibêjin hezar cild zêdetir me belav kiriye. Pir belav bû kovara me. Her kovar, her weşanxane bi taybetî, gelek caran kaxizên di destê wan de dimînin difiroşin. Difirotin Sekaayê. Nifşê niha nizanin Seka çiye. Di 30 salî de me kiloyek kaxiz nefirotiye. Ti carî. Kovarên di destê me de zêde diman jî me dibir şevan, belav dikir, xwendevan dihatin pirtûk dikirîn me daye wan. Salên 2002yan pê ve wê wextê jî ji 2 hezara kêmtir nebûye. Heta 8 hezarî jî min çap kiriye. Yek kovar di salên 90î de me çapa duyem jî kiriye.

"Hemû kovar ekol in"

Hin kovarên kurdî hene ku weke ekol tên hesibadin. Kovara Hawarê ya Rewşenê û hinên din wiha ne. Ji bo Kovara Nûbiharê jî em dikarin bibêjin ku ekol e?

Bila hinekî din wê bibêjin. Ez bibêjim nizanim çiqas rast dibe. Hinekî din bibêjin çêtir e. Feqat her kovara bi salan weşana xwe dike, li dora xwe nivîskaran bicivîne, nivîskaran bigihîne, gelek însan ji wê dest bi xwendinê bikin û di wê kovarê de binivîsin, helwesteke wê, seknekê wê hebe, ziman û ûsûleke wê hebe, profileke wê ya xwendevanên wê hebe, ew jî li ser piyan bimîna, naveroka wê bi îstîqrar be, bivê nevê ew dibe ekol. İnsanên derdorê bibêjin çêtir e. Ne tenê Nûbihar, Rewşen jî ekol e, yên îro weşanê dikin jî ekol in. Ji hezkiriyên xwe re ekol in.

Wê gavê ez pirsa xwe bi şiklekî din bikim. Nivîskar û helbestvanên ku kovarê bi xwe gîhandine hene?

Hene tabî. Nivîskarên me bi gelemperî salên wan di navbera 30 û 40î de ne. Dema ew nû hatibûn dinyayê, yan jî zaro bûn, Nûbiharê weşana xwe dikir. Însanên bi Nûbiharê dest bi xwendinê kiriye, bi Nûbiharê kurmancî hîn bûye, nivîsandiye, demek şûn de bûne nivîskar, hevalên wisa hene. Gelekî wisa hene. Geek însan dema em rastî wan tên, em wan nas nakin, dibêjin cara yekem min xwendina xwe bi Nûbiharê dest pê kiriye, ez bi Nûbiharê kurdî hîn bûme. Însanên wisa gelek in.

Nubiharê bandoreke çawa li ser kovargeriya kurdî kiriye û bandora kovarên din çawa li Nûbiharê bûye?

Di destpêkê de dema meriv karekî nû destpê dike meriv lê dinêre bê ka hevalên min çi kiriye. Ka xelk vî karî çawa dikin, helk vê kelîmeyê, vê bêjeyê çawa bilêv dikin. Zimanê lêkolînê be vê mijara xwe çawa dihone, yan jî şera xwe çawa dinivîse, yan jî nûçeyek bi çi awayî tê nivîsandin bi kurmancî. Dema me dest bi kovarê kir me li xelkê mêze kir, me got ka însanê me çawa kirine. Kurdî nimûne kêm bûn. Wê demê de ez bawar im Welat hebû. Rewşenê jî beriya me destpê kiribû. Beriya wê kovarek bi navê Rojname yek carê derket. Çend kovarên din jî hebûn. Me li wana mêze kir. Hinek kovar bi tirkî kurdî diweşiyan. Zimanê me wan salan di hin tiştan de rûniştiye. Em mêze dikin ê me jî îro be ez wê cumlê bi wî şiklî saznakim, ez ê bi şiklekî din bibêjim. Bi salan ew ziman dikemile. Rûdinê êdî. Bivê nevê me li xelkê mêze kir, ka wana çawa kiriye. Me tiştê xwe pê ve harman kir. Îro ji ber ku kurdî kêm e… Di warê nimûmeyê kurdî, di kovaran de… Îro bi milyonan kurd hene, 25 weşanxaneyên kurdan hene teqrîben. Ji bo miletekî ew weşanxane hindik in. Nimûneyên me kêm in. Bivê nivê herkes li hevdu mêze dike. Her kes li hev tesîr dike.

Ji bo siberojê, ji bo demên pêş plansiyeke çawa li pêşiya Nûbiharê heye?

Him ji bo kovarê hem jî ji bo weşanxaneyê ez bibêjim, kovara me bi vî tarzî em ê piçekî guhertinên nû, weke mîjanpajê, em ê bikin. Cildê 24an em derdixin. Em dixwazin pergala wê biguherînin. Eger îmkan hebe dosyayên balkêş amade bikin ji bo her hejmaran. Em kovarê weke dijîtal jî amade bikin û li ser malperê bifiroşin. Ji b pirtûkan jî hin dosyayên baş li ber destê me hene, Di pêşerojê de em ê biweşînin. Li ser edebiyatê, li ser dengbêjan, li ser tarîxê, li ser zarokan, li ser xortan. Edebiyata cîhanê 10 kitêb di destê me de hene, em ê wan biweşînin. Di pêşerojê de ji bo zarokan tiştên şênber bike, xebatên kovargeriyê, ger îmkan hebin meriv tiştên wiha bike. (FD)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin