Suleyman Çevîk: Divê em ji ezmûna Başûrê Kurdistanê sûd werbigirin

Suleyman Çevîk: Divê em ji ezmûna Başûrê Kurdistanê sûd werbigirin

.

A+A-

Nûbihar wek; kovar, weşanxane û akademî bi dehan sal e xizmeta ziman û weşangeriya Kurdî dike, bi hezaran berhem çap kirine û di warê pêşxistina Kurdî de xwedî rol û kedeke berçav e.

Rêveberê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk, dibêje, her çiqas ji nişka ve û bêyî amadekariyeke berfireh destpê kir, kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî gelek baş birêve çû û diyar dike, di pêşerojê de dê bandoreke wê ya gelek erênî hebe û divê berdewam bike. Çevîk amaje bi wê dike ku kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî hemû alî anîn ba hev.

Suleyman Çevîk di wê baweriyê de ye ku `dîwarê tirsê` yê li ber Kurdî hatiye şikandin û destnîşan dike, bi hezaran zarokên Kurdan piştî ku mafê dersa bijarte girtin, divê Kurd wê demê bi rêyên fermî û rewa daxwaza zimanê xwe bikin.

Li ser rewşa amadebûna Kurdan bo perwedeya bi zimanê dayikê jî Çevîk, pêwîst dibîne ku Kurd ji ezmûna Başûrê Kurdistanê sûd werbigirin, di warên cuda de berheman ji Soranî wergerînin Kurmancî, li ber nimûneyên Tirkî materyalan pêk bînin û tekez jî dike, “Helbet dewlet eger mafê perwerdeya Kurdî qebûl bike, divê şertên wê jî amade bike.”

Rêveberê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk li navenda Nûbiharê li ser xebatên Nûbiharê, kampanyaya dersa bijarte, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û planên pêşerojê yên ji bo Kurdî, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk da.

Rûdaw: Dikarî ji me re behsa kar û xebatên Nûbiharê bikî?

Suleyman Çevîk: Weşanxaneya me îsal 30 saliya wê ye, kovara me jî piştî ku hejmara 158 derket, di 159an de ew jî dikeve 30 saliya xwe, ji ber ku kovarê 7-8 meh piştî weşanxaneyê destpê kir. Em di 30 saliya xwe de ne. Nûbihar hem kovar hem weşanxane ye, em di warên cuda de kitêban diweşînin. Kovar 3 mehan carekê derdikeve. Kovara Nûbihar Akademîk jî bi zaraveyên cuda heta niha 16 caran derketiye û 6 mehan carekê belav dibe.

Em dikarin Nûbiharê wek temendirêjtirîn kovara Kurdî binav dikin ku bênavber derdikeve?

Belê, wisa ye.

Ji destpê heta niha nifşekî nû jî li derdora Nûbiharê kom bûye. Xebatên niha ku lingek jî di nav akademiyê de ye, zêdetir li ser çi ne?

Niha li ser edebiyat, folklor, dîrok, perwerde û gelek kategoriyên kitêbên me hene. Niha derdora 14-15 kategorî hene û di van salên derbasbûyî de me di van waran de pirtûk weşandine. Helbet kêmasî hene, bo nimûne, derbarê pirtûkên zarokan de kêmasî hene, em dixwazin zêde bikin, romanên me kêm in, em dixwazin zêde bikin. Klasîkên me gelek baş in, heta niha me derdora 20 klasîk weşandine. Hinek tişt hene ku mirov dixwaze bike, lê derfet jî tune ne; jê re mirovên zana lazim in, pere lazim e. Wate hinek kêmasiyên me hene û em dixwazin di pêşerojê de wan jî temam bikin.

Hem ji bo Kurdî di nav xelkê de geş bibe û hem jî ji bo çapxane û weşanxaneyan, ew pêla ku ji bo dersên bijarte destpê kiriye, dê sûdeke çawa bi xwe re bîne, wek ku ziman di nav xelkê de rewatir bibe û tirs bişkê û xelk zêdetir xwe li Kurdî bigire, gelo tu bandoreke bi vî rengî dibînî?

Ev tiştek (kampanyaya dersa Kurdî) gelek baş bû. Bivênevê ji her derdorê xelk ku dibe di rewşa asayî de silavî hev nekin û bi hev re neaxivin, her kes di mijara ziman de tiştek hevbeş çêbû û wan hemûyan gotin, `zimanê xwe hilbijêrin`. Ev gelek baş bû. Haya gelek kesan ji vê dersê tune bû. Sazî, komele, rêxistin, platform û kesayetan, ev mesele kir rojeva Kurdan. Hê jî tişta em dixwazin nebûye, lê eger di salên berê de ev hatiba kirin, dibe niha zimanê Kurdî di asteke din de bûya û bûba zimanê perwerdê. Lewma ev, dê wek rewa di nav xelkê de bê qebûlkirin û Kurdan ev yek dît. Weşanxane dê ji vê sûd bibînin, zarokên Kurdan, hefteyê 2 saetan dema dersa Kurdî bibînin, bawerî dê bi wan çêbibe ku bêjin, `zimanekî me heye, gramereke me heye û em dikarin bixwînin`. Lewma dê sûda (kampanyayê) bigihije her kesê, dê sûdê bigihîne, hemû platform, sazî, komele, weşanxane, kesayet, malbat û kesên ku dixwazin fêrî zimanê xwe bibin.

Gelo em dikarin bêjin, `Kurdan di warê derûnî de dîwarek rûxandin; dîwarê tirsa li hemberî Kurdî`?

Helbet, dema tu li kolanekê bigerî, belavokan belav bikî, tu bibêjî `zimanê xwe hilbijêrin`, yek pirs bike, tu jê re bêjî, `dewletê ev deh sal e ev maf daye` û eger berteke giştî jî ji aliyê dewletê ve, wê demê xelk dê bizanin ku ev tiştekî rewa ye, dikare bibe û eger bikî jî tiştek nayê serê te. Mirovan bi awayekê ev tirs ji ser xwe rakirin, lê hîn temam nebûye, rê li ber vebû û ev kampanya divê çend salan berdewam bike. Lewma gelek baş bû.

Taybet weşanxane û gelek saziyên din ên Kurdan, gelek karan bi xwebexşî birêve dibin. Di vê proseyê de we jî daxuyanî dan û eşkere kirin ku dê bi hezaran pirtûkan di çarçova vê kampanyayê de bibexşînin. Ji xwe karên we bi xwebexşî birêve diçin û dahatake we ya mezin nîne. Hûn dê vî barî çawa li xwe bigirin û kampanya niha çawa dimeşe?

17 cor pirtûkên me yên zarokan hene û me eşkere kir ku em d 5000 hezar ji wan bi rêya vê kampanyayê belav bikin, bidin mamosteyên wan ku bi ser zarokên ku Kurdî hilbijartine de belav bikin. Em dê rêyekê bibînin helbet. Helbet piştgiriya hinek hevalan hebe, dikarin bêjin, `ez ewqas pirtûkan li xwe digirim`. Ew bikin gelek baş dibe, lê nekin jî me soz daye û em dê bikin.

Li ser torên civakî jî gelek kes beşdar dibin û diyar dikin ku dê pirtûkan bibexşînin û piştgiriyê didin. Gelo tişta li ser medya civakî tê gotin, di pratîkê de jî pêk tê?

Belê, ew di pratîkê de jî pêk tê. Ji ber ku em bi xwe îlan dikin û dibêjin, `fîlan kesî evqas bexşand`. Zêde nîne helbet, lê kesên ku li me vegeriyan hene. Gelek kesên wisa îlan dikin, hema bêje wisa dikin jî.

Eger siberojê, dewletê biryara destpêkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî da destpêkirin, weşanxane, weşanger û bi giştî ew cîhan, çiqas amade ne materyalan ji bo ziman û her cor dersan dabîn bikin, an jî Kurd çiqas amade ne?

Di warê pirtûkên ziman de kêmasiya me tune ye, mirov dikare, ji Başûr û ezmûnên berê sûd werbigire. Pirtûkên wan di 1-2 salan de wergerîne û ji bo perwerdeyê amade bike. Ez di wê baweriyê de me ku di vî warê de kêmasiyên me hene. Di warê ziman de gelek materyal hene, lê di warên din de kêmasî hene û divê ev jî, tecrûbeyên ku niha hene li Başûr; materyalên Soranî bike Kurmancî, yan jî li ber nimûneyên Tirkî, mirov dikare tiştên Kurmancî amade bike. Helbet demek lazim e, dewlet eger mafê perwerdeya Kurdî qebûl bike, divê şertên wê jî amade bike, bo nimûne bêje, `komîsyon ava bikin`. Pirtûkên li dibistanan tên xwendin, wezaret bi xwe amade dike, ev ji bo pirtûkên Erebî, Almanî û hemûyan wisa ye. Lewma bivênevê, eger ji Kurdî re tiştek bi wî rengî çêbibe, dê komîsyonekê ava bikin û kesên di komîsyonê de jî cih bigirin hene, di nav Kurdan de mamosteyên dersên cor bi cor hene û dikarin çend kes ji wan bîne cem hev û pirtûkên dersan amade bikin.

Proseya dersên bijarte ber bi dawî ve tê ew eleqeya ku derket holê, bangê jê rabû û rojeva ku jê derket, ji bo rojên pêş derfet û hêviyên çawa peyda dikin ku rêyên nû vebin?

Duşem roja dawî ye, 07/02/2022, dikarin heta saet 17.00 dersên Kurdî hilbijêrin û kesên hilnebijartine jî bila bikin û îhmal nekin. Dema mirov mafek bidest xist, divê mirov li mafê din binêre û daxwaz bike ku divê perwerde bibe neçarî û hemû zarokan li xwe bigire, ji ber ku kesê hilnebijartî wê dersê nagire. Ev yek li dibistanên pîlot, li hinek herêman an cihekî dibin, divê projeyeke wisa bo daxwaza Kurdan amade bikin û ji bo ku em zimanê xwe bikin, zimanê perwerdeyê, ne zimanê hilbijartî. Divê em li ser vê mijarê bixebitin, ji xwe re bikin derd û armanc û bibêjin; `bila êdî zimanê me bibe zimanê perwerdeyê`. Dibe niha dewlet ji vê yekê re amade nebe, tişta îro tê kirin belkû dewletê pêşbînî nedikir û ne li bendê bû. Bi hezaran zarokên Kurdan piştî ku mafê dersa bijarte girtin, divê Kurd wê demê bi rêyên fermî û rewa daxwaza zimanê xwe bikin.

Dibe dewlet jî ji ber tecrûbeya (kampanya) îsal hinek ecêbmayî bûbe?

Belê, maye. Ji ber ku digotin `10 sal e daxwazeke Kurdan a wiha tune bû, hetta xelk naçe hilnabijêre`. Lê tişta niha di nav Kurdan de çêbû, ez bawer im ew jî matmayî mane.

Rojeveke baş çêbû, lê gelo di vê proseyê de çi kêm bû, hûn çi kêm dibînin?

Siyaseta Kurdan di vi de hinekî dereng ma, bi raya min pêwîst bû wan jî di destpêkê de piştgirî daban û ji xwe salên borî jî piştgirî nekirin. Eger salên borî ev mesele ji xwe re kiriban derd, ji alîgirên xwe re gotibûn, `tiştek wiha daxwaz bikin, girîng e, hilbijêrin xelkê araste bikin.` Di dawiyê de beyanatên wisa dan, ev jî baş bû. Bi min di vir de kêmasî hebû. Kampanyayê jî ji nişka destpê kir, bi helwestan çend kesan destpê kir û belav bû. Mirov dikarî 1-2 mehan berê amadekariyê vê bikin, bicivin, ka dê çi bikin û rêyekê bibînin û li gor wê rêyê bimeşin. Ji nişka ve bû, lê baş jî bû, tiştek xerab jî derneket. Tiştekî siberojê bibe xetere jî, kesî nekir, mala wan hemûyan ava be, kampanyayeke xweş meşandin. Berî wê amadekariyek hatiba kirin, baş dibû, lê dîsa jî xweş bû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin