Stranên kurdî li teknîka operayê tê

Stranên kurdî li teknîka operayê tê

Stranên Kurdî bi teknîka operayê gelek xweş tên, ew jî Zazakî ye, Kurmacî jî xweş tên û Soranî jî, çimku ew hemû "a o e" di dawiya peyvan de ji bo teknîka operayê pir xweş in

A+A-

 

Dema di nav Kurdan de behsa muzîkê tê kirin, gelek caran bala Kurdan diçe ser muzîk û stranên gelêrî, yan muzîkên ku di van salên dawî de li cem xortan peyda bûne, lê gelo li cem Kurdan opera heye?

Ji bo ku em bersiva vê pirsê werbigrin, Rûdawê li gel dengekî diyar ê Kurdan ê operayê Pervîn Çakar hevpeyvîneke taybet pêk anî.

Rûdaw: Gelo çawa stranên Kurdî dikarin bi operayê werin gotin?

 

Pervîn Çakar: Stranên opera bi Kurdî pir xweş tên. Min perwerdehiya xwe li ser operayê kir, li Îtalya û li Tirkiyê li Enqerê, ji ber ku teknîka opera ji bo min jî wek natûrel bû, min dixwest ez stranên Kurdî bi teknîka opera bêjim. Ev ne tiştekî nû ye, ji ber ku gelek hunermendên Ewropî stranên xwe li ser dika Ewropa yan Amerîkayê li her derê stranên xwe dibêjin, vê bala min kişand, min got çima ez tenê opera çêdikim, yanî Îtalyanî, bi Almanî, bi Îngilîzî, min dixwest di nav resîtala xwe de di konsera xwe de bi teknîka operayê, stranên Kurdî bibêjim.

Yekem car ku hatibe bala te yan te hewl dabe ku tu straneke Kurdî bi stîla operayê bibêjî kîjan stran bû û kengî bû?

Ez wê stranê jibîr nakim. Stranek hebû "Lo Şivano", ev stran min li Stenbolê strand û min xelatek jî stand, piştre min bi Fransî got, piştî wê bi Tirkî hebû, piştî Tirkî min got ez ê straneke Kurdî bibêjim. Gelek însan şaş bûn, digotin ev çi ye, piştî Lo Şivano her kes şaş bûn, kêfxweş bûn, gelek muzîkjen hatin cem min.

Kîjan sal bû?

 

Ez bawer im pênc – sal berê bû. Hatin cem min û gotin "ev stran gelo çi bû", min got "Lo Şivano, ev straneke me ya gelêrî ye".

Li gor te kîjan stranên Kurdî stîla herî nêzîk in ji bo operayê, stranên gelêrî, yan stranên modern, yan jî ji bo operayê divê jinûve stran werin çêkirin?

Stranên Kurdî bi teknîka operayê gelek xweş tên, ew jî Zazakî ye, Kurmacî jî xweş tên û Soranî jî, çimku ew hemû "a o e" di dawiya peyvan de ji bo teknîka operayê pir xweş in, çimku ew teknîk e. Ez nikarim bêjim ev stran xweş e, ev ne xweş e, hemû stranên me gelek xweş in.

 

Gelo mirov dikare hemû stranan bi teknîka operayê bêje?

 Ne hemû, lê stranên gelêrî pir xweş tê.

Gelo beriya te kesekî din ê Kurd strana operayê gotiye?

Ez nizanim, gotibin jî ez nizanim. Ez naxwazim bibêjim ez ya yekemîn im, ya duyemîn, ya sêyemîn, ez tenê bêjim dixwazim tenê li ser dikan bim, ew encama min e.

Gelo projeyeke te ya taybet ya li ser operayê, yan albûmekê heye?

 

Erê ez pir dixwazim albûmeke min bi Kurdî hebe, bi senfoniya, bi orkestra re, ew straneke Ezîzê Sebrî hebû, Aram Tîgran jî gotibû, "Ay Dîlberê", gotinên wê yên Feqiya Teyran in, min ew bi orkestrayê re li Kolnê çêkir, gelek kes eciband, niha jî ez dixwazim albûmekê çêkim înşallah. Ez hêvîdar im alîkariya min were kirin li ser albûmê, piştgiriya min hebe, ew jî gelek pirsgirêkên wê hene, senfonî û gelek muzîkjen hene, nêzîkî 40 - 50 kes hene, yanî tiştekî zehmet e ew jî, lê hêviya min albûmeke bi Kurdî ye.

Peyamên piştî ku tu stranan dibêjî ji te re tên, çawa ne, gelo te motîve dikin?

Erê, 15 sal in ez opera çêdikim, kesekî ez nas nedikirim, piştî Ay Dilberê li ser medyaya civakî gelek kesan ez şopandim, li ser facebookê, li ser twitterê, li instagramê, gelek gelek însan, mesaj şandin, ez pir pir kêfxweş im ku gelê me bi strana Ay Dilberê kêfxweş bûn û ji bo wan jî tiştekî cuda bû, pir ecibandin, ew jî ji bo min hêviyek çêbû, piştre min got eger Ay Dilberê çêbû û gelek însan kêfxweş bûn û hez kirin, çima ez albûmekê weke strana Ay Dilberê bi orkestrayê re çênakim.

Stranên ku tu bixwazî çêkî, weke Ay Dilberê hene, yan jî jinûve tekstên wan tu bînî û muzîk ji wan re çêkî û tenê taybet bin ji bo opera?

Na, ez dixwazim gelêrî bin. Çimku niha ji heta berê û niha jî stranên gelêrî bi opera çênekirine, nehatiye çêkirin, ji ber vê ez dixwazim gelêrî be.

Di nav Kurdan de di salên derbasbûyî de modayeke xweş çêbûye. Kurmanc bi Soranî distrên, Soranî bi Kurmancî bi Zazakî distrên, gelo tu dê bikarî bi Soranî opera bistrê?

Çima na, em hemû Kurd in û hemû em bi rengekî tenê ne. Çima na.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin