Stoltenberg ji Antalya bang li Pûtîn kir: Hêzên xwe ji Ûkraynayê vekişîne!

Stoltenberg ji Antalya bang li Pûtîn kir: Hêzên xwe ji Ûkraynayê vekişîne!

.

A+A-

 Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li bajarê Antalya yê Tirkiyê ku ji bo beşdariya Forûma Dîplomasiyê hatiye, derbarê şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê de ji medya Tirk re nirxandin kirin.

Stoltenberg êrîşa Rûsyayê wekî êrîşeke bê sedem û neheqî pênase kir û got, li Ewropayê ji Şerê Duyem ê Cîhanê ve xedariyeke nedîtî tê kirin.

Herwiha Stoltenberg careke din bang li Pûtîn kir ku hêzên xwe ji Ûkraynayê vekişîne û bikeve nav hewldanên dîplomatîk. Stoltenberg hevdîtina wezîrên derve yên Rûsya û Ûkraynayê jî wekî karekî baş nirxand û ji ber hewldanên bo aştiyê Tirkiye pîroz kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku NATO nabe parçeyekî vî şerî, lê wê piştevaniya bo Ûkraynayê bidomînin û got, heger qada asmanî bê girtin wê NATO bi hêzên xwe neçar bibe di şer de rûbirûyî hêzên Rûsyayê bibe û bi îhtimaleke mezin ev dê bibe sedema zêdetir wêrankarîyê û windahiyên canî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin