Stockholm:”Şagird dixwazin Kurdistan di nexşeya cihanê de bibînin”

Stockholm:”Şagird dixwazin Kurdistan di nexşeya cihanê de bibînin”

Di xwepêşandina 16ê Ilonê ya Stockholm, Hambûrg û Bruksel de bi hezaran kurd daktetin meydanan piştgirîya xwe nîşanê referandûma serbixwûna Kurdistanê dan.

A+A-

Bi nêzîkbûbûna roja lidarxistina referandûma serxebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê li seranserê dinyayê û Kurdistanê xwepêşandin û çalakî dihên lidarxistin. Li başûr û rojava û li welatên Ewrûpa xwepêşandinên girseyî hatin lidarxistin.

Di xwepêşandina 16ê Ilonê ya Stockholm, Hambûrg û Bruksel de bi hezaran kurd daktetin meydanan piştgirîya xwe nîşanê referandûma serbixwûna Kurdistanê dan.

Li xwepêşandana Stockholmê de bi hezaran kurdistanî ji çar parçeyên Kurdistanê yên nişteciyên Swêdê ji gelek bajaran li meydana Medborgarplatsen bi coş û kelecaneka mezin alaya Kurdistanê bilind kirin û bi yek dengî ji bo serxwebûna Kurdistanê qirîyan.

Şagirdên Kurd di destê wan de alayên Kurdistanê û panratên ku li ser “Ew dixwazin Kurdistan di nexşeya cihanê de bibînin” hatibûn nivîsandin, bilind kiribûn.

13-zarok.png

10-002.jpg

ilon25.png

Peyama Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Swêdî û kurdî hat xwendin. Hevkarî, berpirsê Hukumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê û serokê FKKSê axaftin. Hunermend û denbêjên Kurd bi stranên xwe ahenga xwepêşandinê geş kirin. K24 bi zindî xwepêşandinê weşand.

 

Hambûrg: Li bajarê Hamburg/ Elmanya, bi pêşengîya Platforma Kurdên li Hamburg û bakurê Almanya  sazî û bi beşdarbûna kesayetîyên serbixwe, partî û nûrenên partîyên Elman pêkve çû.

Xwepêşandan bi coşek mezin û bi amadekarîyek bêpa li darket. Ji kathejmêr 12 .00 an heta 18.00an domkir.

Festîvala Hamburgê bi Programeki zengin ya kulturî û ya siyasi  destpêkir.

Wek Hunermendên bi nav û deng Islam Zaxoy, Rezan Rezdar, Miran Herki, Jemsid, Soleyman Hovki, Aydin Ronak, Nazim Umar û Fokllora Komela  Kielê hemû  besdarvanên Festîvale  coş û geş kirin. Şivan Perwer  ji ber ku  li Kurdistanê bu û Bileta Teyarê nedît xwe  ne gehand Festîvala me.

Xeberdan û Mesajên siyasi ji moralek baş dan beşdarvanan. Li ser navê Platforma Kurdên li Hamburgê û Komita amadakar birêz M. Ali yildirim axaftininêk dirêj û tera xwe dagirtî pêşkeşkir, mesaja însiyatîfa Piştgrîya Referandûma Serxwebûna ya Bakur ku bi navên Serokê partîyan û endamên komitê hat xwendin, Roberto Lehman ku berpirsê civaka  Îsrail û Almanya  ye ( Deutsch- Israelische - Gesellschaft Roberto Lehman)   Bi havakî pir vekirî piştgrîya xwe û  ya dewleta Îsrail ani ziman. Ali Ertan Toprak gotinek bi Almani  xwend û herdu partîyên Almanya yên mezin  CDU û SPD bi mesajên xwe piştgrîya  Festîvala me kirin.

Ji Bajarên derdorê wek Kiel, Lübek, Brêmen, Hannover, Fielensburg, Oldenburg, Leer jî, bi sedan Kurd û dostên doza Kurdistanê texmîni  li gorî  gotina Polizê Almanya ye nezi 7.000 heta 10.000 kes  beşdarbûn.

Bi hezaran Kurd û Dostên wan bi yek dengî qêrîyan û gotin „bijî serxwebûna Kurdistan“!

 Xwepêşandana Platforma Kurdên li Hamburg, daxwaza çarenûsa netewa Kurd û Kurdistan a  dewletbûn û serxwebûnê gihand Ewrûpa.

Xwepêşandan bê qeze û bele, bi şîweyek serkevtî bidawî hat.

hamburg2.jpghamburg3.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin