Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Stockholm û keşfek

A+A-

Ji seyahetkirinê pir hez dikim. Bi tayibeti ji ji seyaheta teyarê. Bihna min çiqas teng dibe bila bibe wexta ez berê xwe didim balefirgehê hizurek helqudorê min radipecikine.

Gelek caran ez li ser sedema vê yekê rawestiyam…Gelo çima ez hewqas ji seyaheta teyarê hezdikim.

Hun rastiyê bixwazin heta vê seyeheta xwe min nizanibû.

Çend roj berê ji bo civina meclisa piştgirên PAKê me berê xwe da Swedê.

Almanya sar bû, Stocholm jê sartir. Serma li Almanyayê di bin -12 derceyan de lê  Stocholmê ji -12 derceyan ji pirtir bû. 

Di siyasetê de serma tesiri hedef û armanca mirovan nake...Wexta kek Rojvan me ji balefirgehê girt serma li Arlanda mirov diricifand...

Ez ji Stockholmê pir hezdikim.

Cirok û tarifkirina vê hezkirinê pir cuda ye.

Hin ez li Kurdistanê bûm Stockholm/Swed  dibû mijara sohbeta me. Wexta min navê Stocholm û nuceyek di der heqê wê de didit bala min pir dikşand, hin ji dikşine.

Li vi bajarî/welatî gelek hevalên min î ku ez jê hezdikim hene! 

Stockholm/ Swed wek bajarek-welatek "qedim"e! Wek hêlineka kurda ye. Li hemberî asmilasyona dewletên dagirker stunek, qaleyek ji wê qaleya Hewler û wek birca Diyarbekirê ye. Ji ali ziman, berhemên kurdi, huner qibla kurd perwera ye.

Gelek caran dicim û têm. Lê vê carê Stockholm pir sar bû. 

Di şeva me ya ewilî de, di wê serma di bin -13 dereceyan de me şeveka ji ali siyasî, dengbêji û hunerî şeveka pir xweş derbas kir! 

Kek Mahmut Lewendi ne tenê mazuvanek baş, niviskar û rojnamevan û wek gotina " xwedi heft huneran" bû. Resitala "erbanê me mest kir. Ji bo PAKiyên ji Almanya, Fransa û Norwcê hatibûn ziyafetek xweş pêşkeşi me kir. 

Li derve berf û serma li hundir civatek Kurdistanî.. Ew sohbeta li mala bicuk û şêrin hêviyê xurtir dikir. 

Axeftina kekê Mahmut Kiper " heta hun/PAK hebe zahmete ku em herin cihekî din"

Ev gotinan tercihek e, nişana samimyetek e û di eynî wextê de bilindkirina nirx û keda hevaltiya ku hêza xwe ji tekoşina 40/50 salên vê taliyê digre. 

Piştî wê şeva tije huner, siyaset û nostaljiyê ez disa li ser sedema ji bo çi ez ji seyahetê hezdikim rawestiyam...

Stockholm pir sar bû.

Sibê di seat 9:30 de me berê xwe da Alvikê...Serma dev, poz û guhê me dicemidan. Ya xerab wek jilêtek li Welch û serê min î rut dixist. Lê ez û Mamoste Cemil dimeşiyan...

Serma xeyalan xurtir dike! Xeyal di tenê bûyinê de hêza pirbûyinê tine bira mirovan. Wek rojên me yên dijwar. Di vê pirbuyina me de zilmê li ber vina me serê xwe ditewand.. Û di vê meşa ku berbi Aivikê min hezkirina seyaheta teyarê keşif kir.

Erê... ya min revek e.

Stockholm bi rasti pir sar e.

Wek ku Kirivê min Vildan û kiriva min Şükran ji me re rê tarif kiribûn me kitabxaneya kurdî dit. 

Wexta em ketin hundirê Kitabxanê cavên min li suretê kedkarê kitapxaneya kurdi Nedim Dagdewiren ket. jiyana mirovan bi berhemên wi bi wate ye û di civina xwe de me wi bi biranî.

Em li hêlina kurdan bûn. Di nav bi hezaran berhemên kurdi me Civina Meclisa piştgirên PAKê li dar dixist. Ev dimena ji bo min/me cihê şaneziyê bû! 

Di despêka civinê de endamên Meclisê xwe didan naskirin... 

"Ez kevne şopiya Rizgari, Kuk, Ala Rizgari, Kawa, Kuk- Se, PSK, DDKD/Kip/ Peşeng, Yekbûnê hatime." 

PAK mozaikek neteweyi ye.

Tiştek bala min pir kişand. Di salona kitapxaneyê de sê nifş hebûn. Sê nivşên ku piraniya wan ji bo azadiya welatê xwe bedelên mezin dabûn. Di vê civinê de tiştê heri kêfa min ani nifşê nû bû. Wexta xwe didan naskirin em tenê PAKî ne. Me siyaseta rêxistin bi PAKê naskir! 

Ev yeka şikandina tabûyek e. Despêka guhertina qedera gel e.

PAKê di nav sê salan de kultirek nû avakir. Ev yeka hêviyê xurtir dike.

Piştî civina me ya berhemdar êvarê hevalên me yên Stockholmê bi minasebeta vê civinê şevek hazir kiribûn. Piştgirên PAKê, heval û hogiran salonê tije kiribûn. Wexta kek Nihat ji bo cend gotinan mafê axeftinê da min û ez rabûm ser piya helqudorê min bi heval, nas û dostan tije bû. Cendin ji wan idolên mini siyasetê bûn.

PAK tu wek navê xwe PAKi

Ji ali min ev şeva wek şeva ahdî wefayê bû!

Stockholm sar bû û vê sermê rêberiya keşfek di jiyana min î şexsi de kir.

Hezkirina mina teyarê, xeyalek ku têde revek ji wê jiyana dijwar di nav xwe de dihewand dikir.

Ev ji hepsa Diyarbekirê bû. 

Di hewşa/hewalandirma girtigehê de her me li ezimnan mêze dikir û wexta teyarak ji ser hewşê derbas dibû min xeyal dikir ku teyarak dakeve vê hewşê û min/ me ji wê jiyana tişe işkence xelas bike dikir! Bi tayibeti ji wexta zivistanê bi me işkence dikirin.

Stockholm tu rêberê keşf û navenda xeyalane...Ez ji xeyalên xwe pir hez dikim!

08.03.2018 

Önceki ve Sonraki Yazılar