Stockholm: Rehîme li hember dewletê bi "rehm" bû!

Stockholm: Rehîme li hember dewletê bi "rehm" bû!

Nizanim çend însanên me ji bo kurdayetîyê ketine hefisê û ji bo wê şkence dîtine lê hin jî fêrê zimanê xwe nebûne, ev ciyê meraqê ye?

A+A-

Rehîme Kesici Karakaş jineka aktivîst a kurd e, di salên 1970yî de dema pêla şoreşgerî li bakurê Kurdistanê geş bû ew jî ciyê xwe di nav DDKD/DDKAD girtîye, piştî cûntaya faşîst a 12ê Îlonê 1980 ew jî di 9ê Tîrmeha 1982ê de li Diyarbekirê hatîye girtin; di girtîgeha navdar ya No 5ê de maye û piştî 35 salan bi navê ”5 nolu da kadin olmak" bîranênên xwe nivisîye û ew wek kitêb di nîsana 2017ê de ji alîyê weşanxaneya Nasajans yayinlari ve li Stenbolê hatîye çapkirin.

Ji bo nasandin û îmzekirina pirtûka Rehîme Kesici di 11ê Hezîranê de li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî civînekê hat lidarxistin. Mahmûd Lewendî civînê birêve bir. Piranîya bêşdarê civînê hevalên wê bûn. Civîn di atmosfera sohbetê de bû; Rehîme pirtûka xwe bi Tirki nivisîye, lê seminera xwe bi kurdî da.

Rehîme di axaftina xwe de li gel ku dewlet evqas bi wan şkence kirîye jî li hember dewletê bi ”rehm” bû û gotinên tûj bi kar neanî; ji ber ku ew di girtîgehê de têgihîştibû ku dewleta tirk çî ye û çima weha şkence bi wan kirîye.

Di axaftina xwe de Rehîme bahsa wê yekê kir ku dema Qomutanê Girtîgeha 5 nolu ya Diyarbekirê Esat Oktay diket hundirê hepisê digot; hûn Turk in ya Kurd in. Esat Oktay li gor vê pirsê tevdigerîya û hemû planên xwe li ser vê pirsê li hember girtîyan pêk anîye.

Mademkî ew jî kurd bû û xwe bi ava zemzemê jî bişo nabê tirk divîyabû ew hînê kurdî bibûna. Piştî ku ew ji girtîgehê derketîye karê wê yê yekem ew bûye ku fêrî kurdî bibe. Çûye gundê Herbelî yê navçeya Çinarê ya bajarê Diyarbekirê him li gund karê paleyetîyê kirîye û him jî kurdî fêr bûye û zarokên xwe jî hînê kurdî kirîye.

Nizanim çend însanên me ji bo kurdayetîyê ketine hefisê û ji bo wê şkence dîtine lê hin jî fêrê zimanê xwe nebûne, ev ciyê meraqê ye?

rehime.jpg

rehime1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin