Stockholm: Civîneka dewlemend a pîrozbayîyê

Stockholm: Civîneka dewlemend a pîrozbayîyê

30 saliya Komela Kurd ya Demokratik û Kulturî li Stockholm (Komeleya Sponga) û 25 saliya Radio Aşti hat pîrozkirin.

A+A-

30 saliya Komela Kurd ya demokratik û kulturî li Stockholm û 25 saliya Radio Aşti hate pîrozkirin. Komela Kurd ya demokratik û kulturî li Stockholm ku endamê Federasyona komeleyên Kurdistanê li swêdê ye,

îro li pirtûkxaneya Kurd li Stockholm bi ahengekê 30 saliya komelê û 25 saliya Radio Aştî pîroz kir.
 Programa ahengê dewlemend bû. Serokê Pirtûkxaneya Kurd li Stockholm ê rêzdar Newzad Hirori bi axaftinekê aheng vekir.

Serokê komeleyê yê nuha Burhan Yildiz di axaftina xwe de bi kurtayî behsa dîroka Komeleyê û xabata heta nuha kir û got ” Yek ji daxwazên komeleyê ew bû ku ji bo azadiya Kurdistanê çalakiyan bikin û dost û piştgirên Kurdistanê zêde bikin ”

Berpirsê radiyoya Aştî Haci Kardoxî li ser diroka Radio Aştî û komeleyê axaftin kir û spasiya hemû alîgir û piştgiran kir.

Serokê Federasyonê rêzdar Keya Izol axaftin kir û behsa ked û xebata komeleyê û Radio Aştî ji beşdaran re kir, her weha spasiya keda wan kir. Rêzdar Îzol ji arşîva xwe ya ji salên 1979 virde fotoyên ji çalakî û xwepêşandênên kurdên Swêdê bi fotovizyonê pêşkeşî beşdaran kir. Fotovizyonek gelek nostaljik bû. Di fotovizyonê de diyar bû ku rewşa kurdistanê û daxwazên kurdan di 30 salên dawî de kêm zêde wekîheve. Herdem azadiya Kurdistanê li pêş e.

 Di bernameyê de panelek li dar xistin ku ew panel ji sê generasyonan pêk dihat; Kurdên salên 60 î yên salên 80 yî û generasyona sêyem. Di panêlêde rêzdar Omar Şêxmûs, Naile Aras, Salar Rashid, Aras Lindh, Asmin Duran, Refik Incir û Şukrî Urgun axivîn. Panêlîstan li ser rola diaspora kurd û civaka kurd li swêd sekinîn û bal kişandin ser cudabûnên nav generasyonên kurdan li diaspora.

 Komela Kurd ya demokratik û kulturî li Stockholm di sala 1986 an de ava bûye Piraniya endam û piştgirên komelê ji panaberên kurd ku di salên 80 yî de hatibûn Swêdê pêk dihat û heta nuha kar û xabata xwe di nav kurdên Stockholm de gelek çalak didomîne .

 Xortê hêja Bahoz Gul bi awaz û muzîka xwe reng da ahengê.
Gelek axaftin li ser ked xebata komeleyê û Radio Aştî hatin kirin, brûsk û pîrozbahî ji aliyê rêxistinên kurdistanî, komele û kesayetan hatin kirin. PAK-Swêd beşdarî ahengê bû û pîrozbahiya Komeleyê û Radio Aştî kirin.

Stockholm Roza Kurd
14523089_10154560393603536_8681124240939703092_n.jpg14632977_1231645573572820_994008150867713635_n-001.jpg14516437_10154560393578536_753620097666280549_n-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin