Stenbol: Barzanî ji aliyê Erdogan ve hat pêşewazîkirin!

Stenbol: Barzanî ji aliyê Erdogan ve hat pêşewazîkirin!

Hêjayî gotinê ye ku wexta Serokê Herêma Kurdistanê hatîye Stenbolê li balafirgeha Ataturk li gel alaya Tirk û Iraqê alaya Kurdistanê jî hatîye hildan.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyê de, piştî civîna Stenbolê ya bi Serokomarê Tirkîye  Recep. T.Erdogan re ji televizyona Rûdawê re diyar kir ku hevdîtin gelekî baş derbas bûye û li ser hemû mijaran gotûbêj hatiye kirin.

Barzanî û şandeya digel wî piştî hevdîtina bi Erdogan re derbasî paytexta Tirkiyê Enqereyê bû ku dê sibe di çarçoveya danûstandinên siyasî yên serdana xwe ya Tirkiyê de, bi Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim re jî bicive.

Hêjayî gotinê ye ku wexta Serokê Herêma Kurdistanê hatîye Stenbolê li balafirgeha Ataturk li gel alaya Tirk û Iraqê alaya Kurdistanê jî hatîye hildan.


Malpera resmî ya serokomarê Tirkiyê de ev nûçe hatîye belav kirin.

Serokkomar Recep Tayyib Erdogan serokê herêma Kurd a Iraqê Mesud Barzanî li Koşka Mabeyn qebûl kir.

Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan, Irak Kürt Bölgesel Yönetimi Başkanı Mesut Barzani’yi Mabeyn Köşkünde kabul etti.

https://www.tccb.gov.tr/haberler/410/71142/cumhurbaskani-erdogan-ikby-baskani-barzaniyi-kabul-etti.html

16904815_1417280158303545_6163296002291479375_o.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin