Stenbol, Amed, Êlih...Festîvala fîlman a ‘Kîjan mafên mirovan?’ wê dest pê bike

Stenbol, Amed, Êlih...Festîvala fîlman a ‘Kîjan mafên mirovan?’ wê dest pê bike

Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? Îsal 10emîn car wê pêk were. 35 filmên li ser mafên mirovan wê pên nîşandan.

A+A-

Navenda Nüçeyan- 10emîn Festîvala Kîjan Mafên Mirovan? Wê 7ê Kanûna Pêşîyê dest pê bike. Festîval her sal pirsa kîjan mafên mirovan dike û berhemên li ser mafên mirovan nîşan dide. Pirsgirêka penaberan, pirsgirêka jinan, pirsgirêkên li Tirkîyeyê û li dinyayê mijarên bingehîn ên festîvalê ne.

Îsal wê di navbera 7-11ê mehê de fîlmên li ser mafên mirovan ên ji Kanada, Hindistan, Lubnan, Misir, Filistîn, Hollanda, DYA, Avusturya, Almanya û ji Swêdê  bên nîşandan. Her wiha ji Tirkîyeyê jî wê gelek film bên pêşkêşkirin.

Ji bilî nîşandayîna fîlman atolye, forûm, panel û gotûbêj jî wê wekî çalakîyên din bên lidarxistin.

Festîval li Stenbolê wê li cihên weke Salona Cezayîrê, Komeleya Altyazi Sînema,yê SGDD-ASAM û Tutun Deposuyê bi rê ve biçin. Fîlm jî wê li Aynali Geçitê ya li Beyoglûyê û TAKê ya li Kadikoyê bên nîşandan.

Her wiha beşek ji fîlmên festîvalê di heman demê de wê di navbera 7 û 11ê Kanûna Pêşîyê li Amed û û di navbera 7 û 9ê Kanûna Pêşîyê jî li Batmanê jî bêne pêşkêş kirin.

“Mala me ku der e?”

Di beşa “Evminiz Neresi? Mala me ku der e?”yê de wê gelek fîlm bên nîşandan. Di vê beşê de "Mustesna Mekânlar" (Spaces of Exception-Cihên Bêhempa / Matt Peterson-Malek Rasamny) ligel beşdarîya derhênerê fîlm Matt Peterson li Tirkîyeyê yekemîn car wê bê nîşandayîn. Fîlm li ser “kampa penaberên li DYAyê’ û penaberên filistînî yên li Lubnanê nîşan dide.

“The Remains – After the Odyssey” (derhêner Nathalie Borgers), “You Come From Far Away” (derhêner Amal Ramsis),  “You are My Friend” (derhêner Petra Lataster Czisch - Peter Lataster), “Amina” (derhêner Kivilcim Akay) hin belgefîlmên di vê beşê de dê bêne nîşandayîn.

Her wiha “Ruzgârin Goturdugu” (derhêner Hêlîn Çelik) ku îsal di Documentaristê de Xelata Fipresci girt û “Tanri Goçmen Çocuklari Sever mi Anne?” (derhêner Rena Lusin Bitmez) ku di Festîvala Fîlman a Stenbolê de îsal xelat girt jî têne nîşandayîn.

“Tirkîye ber bi ku ve diçe?”

Di beşa “Tirkîye ber bi ku ve diçe?” de li ser mexdûrên KHK’ê (Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de), li ser sê komkujîyên serdema nêz, li ser qezayên di dema karî de çêdibin belgefîlm dê derkevin pêşberî temaşevanan.

Beşek taybet ji bo windakirina mirovan hatîye amadekirin hatîye veqetandin. Di vê beşê de wê belgefîlma “Bîr”ê ya Veysi Altayî û “Erased,_Ascent of the Invisible”a derhêner Ghassan Halwanîyî ji Lubnanê wê bêne nîşandayîn.

Beşa nû ya festîvalê “Yok Oluş İsyani” (Serhildana Tunebûnê) ye ku di vê beşê de belgefîlmên li hemberî tunebûna cîhanê hatine çêkirine dê bêne nîşandayîn. Meseleya okyanûsan, meseleya endustrîya tixuman, çîroka têkbirina Heskîfê dê bibe mijara festîvalê. Di vê beşê de ev belgefîlm hene: “Keştîya Anote” (Anote's Ark / derhêner Matthieu Rytz), “Kokler Arasinda” (derhêner Gamze Terra), “Aether” (derhêner Rûken Tekeş).

Di nav kurtefîlman de “Barê Giran” ê Yilmaz Ozdil, “Ah, Asuman!”a Umit Kivanç ku ji çîroka Selahattin Demirtaşî hatîye girtin, “Cadi Uçlemesi 13+” ê Ceylan Ozgun Ozçelik jî hene.

Nîşandayîna fîlman û hemû çalakîyên din ên festîvalê bê pere ne.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin