Spaya pasdarên Îranê şivanek kuştîye

Spaya pasdarên Îranê şivanek kuştîye

Îro roja sêşemê 07.07.2020an hêzên emnî yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê teqe li şivanekî kirine û ew kuştine.

A+A-

Ligor nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê hêzên emnî yên Îranê îro destê sibehê hêzên Spaya Pasdarên Îranê li sînorê deşa Wezêneya Serdeştê teqe li şivanekî kurd bi navê Yûsiv Ehmedî kirine û ew kuştine.

Herwiha duhê hêzên spaya Pasdarên Îranê li sînorê Pîranşar û Herêma Kurdistanê teqe li şivanekî li ser sînorê Herêma Kurdistanê kiribûn û şivanê bi navê Rebin Îsmîl ê 17 salî û ew bi giranî birîndar kiribûn.

Komara Îslamî ya Îranê hêzeke zêde ya serbazî anî ye bajarên Kirmaşan, Merîwan, Bane, Pîranşar û Ûrmîyê û li Rojhilatê Kurdistanê dest bi tevgereke serbazî kirîye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin