Soylu: 193 hezar û 293 koçberên Sûrî welatînameya Tirkiyê wergirtine

Soylu: 193 hezar û 293 koçberên Sûrî welatînameya Tirkiyê wergirtine

.

A+A-

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku li Tirkiyê ji bo 193 hezar û 293 koçberên Sûrî welatînameya Tirkiyê hatiye dayîn. Soylu herwiha dibêje zêdeyî 700 hezar zarokên Sûrî li Tirkiyê ji dayik bûne.

Suleyman Soylu ameje bi wê yekê da ku li seranserî Tirkiyê 3 milyon 736 hezar û 91 koçberên Sûrî hene ku ji sedî 4.23 tevahiya rûniştvanên Tirkiyê pêktînin û got, ji wan bo 193 hezar û 293 Koçberên Sûrî welatînameya Tirkiyê hatiye dayîn ku 84 hezar û 152 kes ji wan zarok in.

Wezîrê Naxwe yê Tirkiyê dibêje ji tevahiya 3 milyon 700 hezar penaberên Sûrî, ji sedî 71.07ê wan cihên wan ên niştecihbûnê û cihên wan ê kar hatine tomarkirin û ji bo tomarkirina navnîşana penaberên mayî jî kar berdewam in.

Suleyman Soylu diyar jî kir, “penaberên Sûrî %25 rûniştvanên hejmarek parêzgehan pêk tînin, ji bo ku ew rêje zêdetir nebe, me biryar daye êdî li wan parêzgehan mafê niştecîbûnê bi penaberên Sûrî neyê dan û li parêzgehên din muameleyên wan bên kirin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê destnîşan kir ku ji niha pê ve ew dê dana mafê niştecîbûna xelkê biyanî li Tirkiyê sînordar bikin û got, di nava 5 salan de nêzîkî 620 hezar koçber ji Tirkiyê ve ber bi welatên rojava ve çûne, 306 hezar û 138 koçberên Efxan, Pakistanî û Afrîqayî bo welatên wan hatine vegerandin û 484 hezar û 400 penaxwazên Sûrî jî bi dilê xwe vegeriyane welatê xwe.

Suleyman Soylu da xuyakirin ku Tirkiye rastî fişareke zêde ya koçberan hatiye û got, fişareke mezin a koçberan li ser sînorên Tirkiyê heye û nêzîkî 8 milyon koçber hewl didin derfetekê bibînin daku derbasî nav Tirkiyê bibin.

Soylu got, “2 milyon koçberên Efxan sînorên Îranê derbas kirine û berê xwe dane sînorên me. Li Idlibê 3.9 milyon koçber di bin çavdêriya me de ne û berê wan li Tirkiyê ye. Herwiha li navçeyên Cerablus, Ezaz û El-Babê 600 hezar kes hene û dixwazin bêne nav Tiriyê. Li Efrînê jî 350 hezar kes, li Til Ebyez (Girê Spî) û Rasul Eyn (Serê Kaniyê) jî 350 hezar kesên din berdewam hewl didin bêne nav Tirkiyê, û her demekê ku yek ji wan navçeyan rastî gefên emnî û serbazî hatine, ew hejmara zêde ya koçberan bi zexteke mezin ve berê xwe dane sînorên me. Ev jî astengî û metirsiyeke pir mezin e.”

Bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, di 5 salên bihorî de wan rê ji derbasbûna zêdetir ji 2.5 milyon koçberan bo nav axa Tirkiyê girtiye û tekez kir, ew hewl didin bi avakirina dîwar li ser sînorê xwe yê bi Îranê re û bicihkirina sîstemên pêşkeftî ji bo çavdêrîkirina sînoran, rê ji hatina koçberan bigirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin