Soylu: 130 hezar koçber derbasî Yunanistanê bûne

Soylu: 130 hezar koçber derbasî Yunanistanê bûne

Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê radigihîne, îro zêdetir ji 130 hezar koçberî derbasî Yunanistanê bûn. Peyamnêrê K24ê jî dide zanîn, tenê 445 koçber gihîştine giravên Yunanistanê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu di daxuyanîyekê de ragihand, îro demjimêr 09:15, 130 hezar 469 koçber derbasî nava xaka Yunanistanê bûn.

Suleyman Soylu tekez kir, koçberên ku li Tirkîyê bûn li beravan kom bûn û îro bi karînên xwe derbazî nav xaka Yewnanistanê bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê da zanîn, daxwaza koçberan ew e ku xwe bigehînin welatên Ewropa, ew jî li hemberî vê daxwaza koçberan, dê nebin asteng.

Ji alîyê xwe ve şanderê K24ê bo Yunanistanê li ber xala sînorî ya di navbera Yunanistan û Tirkîyê de da zanîn, şeva bûrî bi rîyên bejahî ti koçberek jî ji Tirkîyê derbasî Yunanistanê nebûye, hin kesên xwastine derbas bibin jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Yunanistanê ve hatine desteserkirin.

Peyamnêrê dîyar kir jî, di rîya deryayê re 50 belemî xwast derbas bibin, tenê jê 12 belem ku 445 koçber tê de bûn gihîştin giravên Yunanistanê.

Amaje bi wê jî da, li ser asta Yunanistan û Yekîtîya Ewropayê, bi ti carî gefên Tirkîyê yên şandina koçberan ber bi Ewropa ve qebûl nakin û bi tundî rêgirî li hatina koçberan tê kirin.

Da zanîn jî, medyaya Ewropa behsa hatina koçberan û egera kesên vîrusa Korona hilgirtibin di nava wan koçberan de hebin dikin, bi taybet ku ti kontrolkirineke tenduristî ji wan nîn e.  

Tirkîye bi sedema ku welatên Yekîtîya Ewropa di mijara penaberan de alîkarîya wan nekirine û piştevanî nedane sîyaseta wan ya Sûrîyê û avakirina navçeya aram, berbestên pêş penaberan rakirin ta biçin Ewropayê.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin