SOHRê bîlançoya şerê 10 salan ê Sûriyê eşkere kir   

SOHRê bîlançoya şerê 10 salan ê Sûriyê eşkere kir  

.

A+A-

SOHRê ragihand ku ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê ango ji 15ê Adara 2011an heta niha, li Sûriyê 388 hezar û 652 kes hatine kuştin ku hezar û 13 sivîl ji wan bi destê artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatine kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) rapora xwe ya şerê 10 salan ê Sûriyê eşkere kir û ragihand; 117 hezar û 388 sivîl bûne qurbanî ku ji wan 22 hezar û 254 zarokin.

SOHRê diyar kiriye ku hejmara kuştiyên endamên komên cuda yên çekdar gihîştiye 54 hezar û 779 kesan û hejmara kesên ji hêzên rejîma Sûriyê cuda bûne jî gihîştiye 2 hezar û 632 kesan.

Li gorî SOHRê heta niha ji hêzên  bi ser rejîmê ve yên; Dîfaa Wetanî, çekdarên alîgirên wan, Hizbullaha Lubnanê û hêzên Îranê yên alîgirên wan 137 hezar û 145 kes û ji leşker û çekdarên Rûsyayê jî 264 kes hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin ku 207 leşkerên Tirk hatine kuştin û 27 hezar û 744 çekdarên Tehrîr El- Şam û çekdarên rêxistinên din hatine kuştin.

Li gorî amarên SOHRê berhev kirine 46 hezar û 197 sivîl bi destê hêzên rejîma Sûriyê û aliyên girêdayî wê hatine kuştin. 8 hezar û 671 sivîl jî di êrîşên Rûsyayê yên bi moşekan û hewayî de hatine kuştin. Hezar û 13 sivîl di êrîşên Tirkiyê de hatine kuştin. Herwiha 461 sivîl bi destê parêzvanên sînor ên artêşa Tirk hatine kuştin.

SOHRê di dawiya rapora xwe de civaka navdewletî weke berpirsê vê bîlançoya giran nîşan da û diyar kir: “Civaka navdewletî ku behsa nirxên azadî û edaletê dike, heke ji destpêkê ve amade bûya û berpirsyariyên xwe yên ehlaqî pêk bianîna, dê alîkariya gelê Sûriyê di avakirina dewleteke azad, demokratîk, wekhev û adil de bikira.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin