SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê

SOHR: TSK'ê hêzeke din a mezin şand Idlibê

Hêzên Çekdar a Tirk (TSK), şandina hêzên xwe yên eskerî û lojîstik ber bi herêma Idlibê ve dewam dike. Îro 20 erebeyên eskerî derbasî herêmê bûn.

A+A-

Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) dîyar kir ku karwanekî nû yê TSK'ê bi rêya dergeha Keferlosîn a bi Lîwaa Îskenderonê, derbasî Idlibê bû. SOHR'ê anî ziman ku karwan ji 20 erebeyan pêk dihat û bi alîyê nuqteyên Tirkîyê yên li herêmê ve çû. Ji destpêka agirbesta ku Rûsya û Tirkîyeyê di 5’ê Adarê de ragihand û heta niha derdora 4 hezar û 360 erebeyên eskerî, di nav de tank û topavêj, bi hezaran leşker derbasî xaka Sûrîyê bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin