• Diyarbakır 28 °C
  • Batman 30 °C
  • Hakkari 19 °C
  • Şırnak 24 °C
  • Ağrı 19 °C

SOHR: Li Dêrazorê teqînek li baregeha HSDê pêk hat..18 kuştî

SOHR: Li Dêrazorê teqînek li baregeha HSDê pêk hat..18 kuştî
Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan îdia kir, di encama teqînekê de li navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de li navçeya El-Bisêr li Dêrazorê 18 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya ji ajansa  çapemeniya Fransî de hate gotin ku, di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî di navendeke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de nêzîkî wêstgeha avê li bajarokê El- Bisêre 11 kes hatin kuştin di nav de serkirdeyek hebû, herwiha 7 welatiyên sivîl di nav de 3 zarok hebûn hatin kuştin.

Heta niha ti aliyekê ew teqîn li sûtiyê xwe negirtiye, lê guman li ser çekdarên DAIŞê di pêkanîna wê teqînê de heye.

Ev nûçe 327 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din