SOHR: Leşkerên Tirk ji serê salê ve 20 sivîl li ser sînor kuştin

SOHR: Leşkerên Tirk ji serê salê ve 20 sivîl li ser sînor kuştin

.

A+A-

 Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku ji destpêka sala 2021ê ve leşkerên Tirkiyê bi awayên cuda de, 20 welatiyên sivîl ên Sûrîyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kuştine ku di nav wan de 7 zarok û 3 jin jî hene.

SOHRê di rapora xwe de daye zanîn ku pasewanên sînor ên Tirkiyê bi armancgirtina sivîlên Sûriyê yên ji ber rewşa şer ji welatê xwe direvin, berdewam e û eşkere dike, ji destpêka îsal ve 13 sivîkên Sûrî li parêzgeha Idlib û Hesekê û herêmên din ên cuda bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin ku di nava wan de 3 zarok û jinek jî hebûn.

Di raporê de hatiye diyarkirin, roja 23ê Çileya borî di encama topbarana hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser bajarokê Til Rifetê, 4 kes hatin kuştin ku di nava wan de 3 zarok û jinek hebû.

SOHRê ragihandiye ku roja 14ê Adarê di encama topbarana li ser gundê Zenqel yê ser bi Minbicê ve zarokek hatiye kuştin.

Dîsa li gorî SOHRê roja 19ê Adarê jî di encama topbarana li ser gundê Hedriyat yê li rojhilatê Eyn Îsayê, zarok û jinek hatine kuştin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin