SOHR: Ji ber teqînekê li Girêspî 10 kes hatin kuştin

SOHR: Ji ber teqînekê li Girêspî 10 kes hatin kuştin

Di encama teqînekê de li başurê Girêspî, 10 kes hatin kuştin, ku di nav wan de Sê serbazên Tirkî jî, hene.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrîyê ya Mafên Mirov (SOHR) îşev roja pêncşemê 16.01.2020an ragehandîye , teqînek  bihêz li bajarokê Siluk li başurê Girêspî yê Rojavayê Kurdistanê li gundewarên Reqayê, ku di jêr kontrola hêzên Tirkîyê û grupên çekdar ên biser ve de ye rû da.

Teqîn bi rêya otombêleke bombekirî bû ye û navendek grupa çekdar a bi navê Ehrar Elşerqîye li wî bajarokî kir armanc.

Ligorî raporta SOHRê, di teqînê de 7 çekdarên biser Tirkîyê va ku dinav wan de serkirdeyek grupa Ehrar Elşerqîye heye , herweha 3 serbazên Tirkîyê jî, hatine kuştin, û hejmarek jî, bi giranî birîndar bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin