SOHR: “Îsraîl li Sûriyê êrîş bir ser mîlîsên Îranê”

SOHR: “Îsraîl li Sûriyê êrîş bir ser mîlîsên Îranê”

SOHR: “Îsraîl li Sûriyê êrîş bir ser mîlîsên Îranê”

A+A-

Mala Çavdêriya ya Mafên Mirovan ya li Sûriyê SOHR ragihand ku balafirên Îsraîlê bi fuzeyan li mîlîsên Îranê û grûbên bi ser Hîzbûllaha Lubnanê yên ku li Sûriyê li gundên Kuneytrayê ne xistiye. Mîlîsên layangirên Îranê di dibistanekî de bûne û ji mîlîsan gelek kes hatine kuştin.

Li gundên Kuneytrayê mîlîsên Hîzbûllah a Lubnanê û mîlîsên grûbên bi ser Îranê hene û Îsraîlê berê jî êrîş biriye ser van grûban. Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku raste Îsraîlê bi fuzeyan li dibistanekî li gundê El-Hurriye xistiye lê tenê xesara maddî tê de çêbûye.

Îsraîl di beyanên xwe de dibêje ku ew îznê nade mîlîs an grûbên Îranî li Sûriyê bo wan bibe talûke û wê êrîşên xwe dewam bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin