SOHR: Hejmara kuştî û birîndarên êrîşa Rûsya gihîşt 168 çekdaran

SOHR: Hejmara kuştî û birîndarên êrîşa Rûsya gihîşt 168 çekdaran

SOHR: Hejmara kuştî û birîndarên êrîşa Rûsya gihîşt 168 çekdaran

A+A-

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) li ser êrîşa balafirên rûsî bi ser baregeha koma çekdarên girêdayî Tirkiyê Feyleq El-Şam li Idlibê amarên dawî belav kirin.

Li gorî SOHRê hejmara kuştî û birîndarên çekdarên Feyleq El-Şam a ji ber bombebarana balafirên Rûsî li ser baregehên wan ên li bakurê rojavayê Idlibê gihîşt 168 kesan.


SOHR ragihand ku hejmara kuştiyên çekdarên Feyleq El-Şam a ji ber êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê gihîşt 78 kesan û zêdetirî 90 kes jî birîndar bûne ku ji ber rewşa gelekan ji wan giran dibe hejmara miriyan zêde bibe.

Balafirên şer ên Rûsyayê îro 26ê Cotmehê li Rojavayê Idlibê êrîşî baregeha koma çekdar Feyleq El-Şam a Tirkiye piştgiriya wê dike kiribûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin