Sîyasetvan û kes

Sîyasetvan û kes

Mustafa Kalpak

A+A-

*Guman û fikarên siyasetvan û kesên ku li ser medya sosyal, hêla fikrî bi sîyasetê re mijul dibin û aktîf in ji hev cuda ne.

Sîyasetvan kêm dipeyîve zêde guhdarvan e.
Şexs, pir car çavê xwe digre devê xwe vedike.

*Ev kesen ser medya sosyal de fikir û nêrînê xwe diweşîne, wek sîyasetvan ne xwedî bêrpirsîyar e.

Kes, xwedî gotinên xwe ye, ewqas. Mimkûn e îdîalîst be, lê pir car ne realîst e.

*Kes, pir car xwedî nêrîn û fikrên fantasî ne. Ev, ne karê sîyasetvan e. Sîyasetvan divê realîst be. Gor rastîya civatê here, îmkaniyet û mimkûnîyatê bigre ber çavan.
Sîyasetvan rastîyên ku ne miqabilê jîyanê be, jê hîfza xwe dike. Sîyasetvan xwedî vîzyon e, xwedî pirensîb e.

Şexs ji xwe re kane xem û xeyal a çêke, bike rastîyên xwe.

*Aktîf sîyasetvan tenê bi gotin û kiryarên xwe ne mesul e, ew ne bi serê xwe ye. Ne şexsek e ku çi were hişê wî, bêje û bike. Ew; nav rêxistine kî de ye û rexistina xwe temsîl dike. Sîyasetvan; bi pirsên civatê re mijul dibe û xwe li himberî civata ku bixwaze temsîl bike, mesûl dibîne. li warê cûre pirsan de rêyên çareserîyan digere û di her warî de divê bi helwest be. Sîyasetvan kesek e giştî/ kesek e gelemperî ye.

Mesûlîyeta şexsan tune.

*Sîyasetvan gava di warê mijarekê bifikire, biryar bide, gotina bike, ne tenê ye. Gotina xwe li terazîya aqil û mantiqê de diwezîne, miheseba netîcên wek norm, maf, ehlaq, hiquq, şert û hwd dike û berpirsiyarî ya netîcê hildigire. Netîce çi dibe bila bibe sîyasetvan digre ser hustîyê xwe. Netîce baş be, sîyasetvan aferîn û çepika distîne. Netîce ne baş be, sîyasetvan ji vezîfa xwe îstifa dike, mihesaba çewtî û şaşîyên ku para wî ketîye dike û ji nûve dikeve du rêya sîyaseta ka hê çêtir û hê rasteqîn. Dev ji sîyaseta kevn berdide, gewirandina çê dike.

Ji şexsan, daxwaza perpirsîyariya netîceyan nayê kirin. Ne mesûlê tu tiştekê ye. Xwedîyê vijdana xwe tenê ye.

- Pêşnîyaz

*Sîyasetvanên di nav rêxistinên kurda divê di bin tesîra ew kesên ku ser sosyal medyayê de xeyalperestî dikin, ew kesên ku xwedî nerînên şerûtîyê de ne, agresîf in, ew kesên ku dijminatî, fesadîyî tuj dikin, nemîne.

Sîyasetvan rêyekî daye ber xwe divê pê bawer be. Ji xwe û ji hevalên xwe emîn be

*Siyasetvan sîyasetê ser sosyal medya teqîp neke hê çêtir e. Guh bide civatê, derd û kulê civatê û ew ji nêzîk ve teqîp bike. Bibe dengê civatê.

Sîyasetvan pir guh nede ew kesên ku li ser sosyal medyayê rojnamegerîya bi pîjama (pijamalı gazetecilik) dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin