Sîyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan

Sîyasetmedarê kurd Fûad Onen hat berdan

Sîyasetmedar û nivîskarê kurd Fûad Onen ku hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Duh sîyasetmedar û nivîskarê kurd Fûad Onen li Stenbolê hatibû binçavkirin. Onen, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakîyî yên der barê Komkujîya Roboskîyê û operasyona Tirkîyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hatibû binçavkirin. 

 

Onen ku bi îdiaya "endamtîya rêxistinê" hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan. 

 

Par jî bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirîye" doz li Onen hatibû vekirin û sal û mehek ceza lê hatibû birîn. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin