Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyîve

Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyîve

Partîya serokê wê bi kurdan ra bi tirkî bipeyîve, fikrê xwe bi tirkî binivîse ew partî ne partîyeke kurd û Kurdistanî ye, ew serok ne serokekî kurdan e.

A+A-

Zinarê Xamo*

Partîya serokê wê bi kurdan ra bi tirkî bipeyîve, fikrê xwe bi tirkî binivîse ew partî ne partîyeke kurd û Kurdistanî ye, ew serok ne serokekî kurdan e.

 


Siyasetmedarê kurd, serokê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bide û bistîne, bi kurdî bipeyîe, yê vîya neke dibê meriv guh nedê, lê guhdarî neke.

 

***

Dengbêjê, sitranbêjê bi tirkî bistirê ne sitranbêj û hunermendê kurda ye, yê tirka ye.


Siyasetmedar û serokê bi kurdan ra bi tirkî pipeyîve jî eynî tişt e, ew jî ne siyasetmedar û serokê kurda ye.

 

 

XXX

Hinek siyasetmedar û serokên hin partîyan belkî bi kurdî nizanin, ya jî zanin lê naxwazin bi kurdî bipyivin. Wê demê bira nebin siyasetmedar û serokên kurdan, bira bihêlin yên bi kurdî zanin bibin nûnerên kurdan.


Ne mimkûn e erebekî bi erebî nizanibe, bi îbranî bipeyive bibe serokê filistînîyan û filistînî jî wî kesî wek siyasetmedar û serokên xwe qebûl bikin, li wî guhdarî bikin.


Em kurd xwe ji tirkan cihê, wek miletekî cihê nabînin. Heger me xwe ne tirk, kurd bidîta, me yê kesên bi kurdî nizanin, bi me ra bi tirkî dipeyivn nekirana, nûner, berdevk û serokên xwe...

*Hindik-Rindik

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin