Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4-

A+A-
Kurdistan Metîgeh e

Di salên 1970 da, pirsgrêkaa Kurdistanê li Tirkîyê pir hat minaqeşe kirin. Rêxistinên Kurd, Tirkîyeyê wek dewletek mêtingehkar destnîşan dikirin. Çepgirên tirk jî tevî wê minaqeşeyê dibûn û bi giranî mêtigehkarîyê Tirkîyeyê red dikirin. Bo nimune digotin: Turkîye bi xwe nîvkolonî ye nabe di heman demî da bibe dewletek kolonîyalîst. Mistafa Kemal bi xwe li hember dagirkerên kolonîalîst şer kir û  Lenîn jî piştgirê şerê Aazadîyê bû û her usa Tirkîye, di salên 1930yî da bi programek şoreşgerî rabû û  endustrîya xwe bi dewletgerîyê ava kir, teslîmê emperyalîstan nebû. Paşê sîyaseta Tirkîyê ket destê hêzên paşverû û hevalbendên emperyalîzmê û bû nîvkolonî. Divê em şoreşa Mistefa Kemal a nivcomayî bi rêyek şoreşgerane bighînin hedefa xwe. Ew jî şoreşa demokratîk ya mîllî ye. 

Dr. Hîkmet Kivilcimli, şoreşger û zanayek navdar ê Tirkîyê bû. Ew di navbera salên1929- 1933 li  Kurdistanê, li Xarpêtê  girtî bû û bi armanca ronîkirina hin pirsgrêkên Tirkîyeyê, ji partîya xwe, Partîya Komunîst a Tirkîyeyê- TKP ra, li ser babetên cuda   dîtinên xwe nivisandibû. Yek ji wan (a duemîn) ”Îttiyat Kuvvet Mîllîyet Şark” e ku li ser sîyaseta mêtingehkarîya dewleta Tirkîyê li Kurdistanê ye. Lê ew pirtûk di wextê xwe da çap nebû  û nedihat zanîn. Pirtûk cara yekemîn sala 1979 li Stockholmê hat çapkirin. Destnivisên wî li ba hevalê wî Fuat Fegan( Endamê Partîya Komunîst a Qibrisê û hevwelatîyê Qibrisê) bû. Fuat, piştî mirina Kivilcimli bi armanca çapkirina hemû destnivisên wî bi rê ket û bi navê Yol-rêzepirtûk dest bi çapkirina destnîvîsên wî kir. Bi bîr û bawerîya min ew pirtûk, ji bilî kil û kêmasîyan jî, ji pirtûkên ku di dû wê ra hatîye nivîsandin zêdetir sîyaseta Cumhûrîyeta Tirkîyeyê ya mêtingehkarîyê ronî dike.  Herçi ew mijar îroj aktuel ne be jî, ji bo naskirina sîyaseta Cumhurîyeta Tirkîyeyê pirtûkek hêja ye. Ji ber vê yekê ezê dem bi dem dîtinên wî bikim referensa xwe. Kivilcimli, di wê pirtûka xwe da dixwaze bala Partîya Komunîst bikşîne ser pirsgrêka Kurdistanê ku bi giranî (sedî 80) ji gundîyên reben, bê ax  pêk tê, ji xwe ra bike hêza îhtîyadî û ji bo şoreşa Tirkîyeyê li dora xwe bi rêxistinî bike. Ew, serokatîya tevgera kurd hêvîdarê alîkarîya dewletên emperyal dinirxîne, wek serokatîyek mêjûkevn, bê xêr, qels û ji menfieta gel dûr nîşan dide. Lê Kivilcimli bi xwe ji bo pirsgrêka kurd, ji bilê pirtûka xwe tiştek nekir.

Di sala 1974 a da pirtûka wî ya ”Li Tirkîyeyê Kapîtalîm” jî derket. Ew di wê pirtûka xwe da îddîa dike ku, proletera dinyayê ya yekemîn ordîya tirk bû. Ew dibêje:” Ordîya Tirk ne bi gotinek mecazî, di rastîyê da wek ordîyek ji karker û teknîsyenan pêkhatî, cihên lê derbas dibû gav bi gav wek boldîzerek dikêrta û belav dibû, ji bo gel xan, kerwansaray, rê, kanî, hemam, averê, sîteyên dînî, kullîyeyên camîyê (bi sêberîya: îbadetgeh-bazar-zanistî) digîhand hev, daxewa bi destê derebegan va hat rizandin.” 

Nijadperestê navdar Zîya Gokalp ku bi eslê xwe kurd bû dibêje: ” îl komek avakir bû  ku hemû pêwistîyên xwe bi pez û dewarên xwe pêk dianî...Lê wextê bi êrîşî dihatin, alp û begên wan bi tenê serê xwe bûn û bi xwe  biryara xwe didan.. Îl li gel wan ne diçû...Wextê ew bi koçberîyê dihatin, dever dikirin mustamera (avakirî). Îl, li bajar û gundan bi cîh dibûn û bi çandinî, lêkerî, bazirganîyê mijûl dibûn. Di wê rewşa xwe da ew, milletek tirk yê mustahsîl (xwedîkir û avakir) pêk dianî. Vê yekê em li Anadolîyê dibînin. Lê belê wextê bi erîş diçûn, ji ber ku tenê ji beg û leşkeran pêk dihatin ordîgeh û qesir ava dikirin. Li wê jî dibûn mustehsîl (xerîdan). Ango debara wan li ser baca ku ji gelên din digirtin, bû. Bi vî awayî deverên ku diketin bin destê wan dibûn mêtingehek tirkî. Bo nimûne ji Wîyana heta Qersê, Hebeşîstanê, Basrayê ku Osmanî dagirkiribûn, bûn mitîngehên wan yên daîmî. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyeyê ji avakirîya (îstîmar) Havarîzma Selçûkî û Akkoyûnîya Oguzî derket bû dewleta serdestî û mêtingehkarîyê. Welatên ku osmanî dagirkiribûn ji dest derketin.” (Küçük mecmua, hejmar 17)  

Ew herdu îdeologên tirk rûmetek giranbuha û mezin didin dagirkirina Anadolê. Zîya Gokalp hêzên tirk yên leşkerî û koçberîyê ji hev vediketîne. Hêzên leşkerîyê bi serê xwe mêtinker dibîne, lê yên din wek avakir dest nîşan dike. 

Ez dixwazim bi wan gotinên jorê ku bi destê  du zanayên tirk hatîye nivisandin dest bi pirsgrêka mêtingehkarîya Tirkîyeyê li Kurdistanê bikim. 

Selçukî, piştî ku gazneyî têk birin li dewera Xorasanê bûn desthilatdar. Xorasan wê demê navê  deverek gelek mezin bû.  Wê demê huweydîyên smaîlî, serêşêk mezin li ser xelîfeya Bexdayê peyda dikir û hatin Bexdayê dorpêç jî kirin. Xelîfe, ji Tugrul Begê Selçûkî alîkarî xwast. Selçukî wê keysê baş bi kar anî û  çû hawarîya wî. Bi wî awayî zemîna desthilatîya xwe têkûz kir. Xelîfe, Tugrul Begê Selçukî  wek sultanê rojhilat û rojavayê îlan kir.  Dewletên Îslamî diviya bû  leşker û bacê bidin Selçûkî ku bikaribe şerê cîhadî bimeşîne. 

Piştî biserketina Şerê Melezgirê tirkên koçber  li Anadolê bi cîh bûn. Hin dîrokzanên tirk, prosesa tirkîzekirina Anadolê wek berpirsîyarîya qewmî ya selçukî  dipesnînin. Lê sebeb ew tenê nebû, hin sebebên din jî hebûn. Koçberên tirkmen ku qefle qefle dihatin Xorasana Îranê, li dewerên ku di destê Selçukîya da bû gelek serêşî û bêîstîkrarî peyda dikirin. Begên Selçukî asta medenîyeta îranî ya bilind qebûl kiribûn û li ser tecrûbe û zanîna sazûmana îranî  serdestîya xwe ava kiribûn. Tirkmenên ku ji erîşên moxolan xwe gîhandibûn Maweraunnehrê û ji wê jî xwe digîhandin deverên selçukî û li qeraxên bajar û gundên Xorasanê bi cîh dibûn û pê ra dibûn sebebên serêşî û acîzîyek mezin jî. Xelqên deverê gelek gilî û gazina dikirin. Selçukî, wan gilî gazinan jî dida ber çavan û zêdetir berê wan dan Anadolê. Bûharî, di nameyek xwe ku ji Alparslan ra şandibû digot: Tirkmen Îranê xalî kirî ye. 

Sazûmana selçukî li Anadolê li ser du stûnên klasîk rûdinişt: Talan û bac. Ev herdû jî di dîroka mêtingehkarîyê da heye. Ger talan formek daîmî bigre û berdewam bibe, mêtingehkarî wek nîzamek rûdinê. 

Bacgirtin li ser esasên îslamî ya erebî bû ku li ser esasên muslîm û geyrîmuslîmîyê hatibû duristkirin. Sultan, erdên dagirtî dida begên xwe ku sazûman hêsantir bimeşe û her usa beg ji bo berdewamîya dagirkirina dewerên nû bên teşwîqkirin. Navê sîstema aborî Îkta bû. Sultanê selçukî  erdên dagirtî didan tasarrufa begên tirk û ew jî bac û leşker dixistn nava hêzên sultan. Gelên nemisilman ji bilî baca cîzye ku ji bo nemisilmana bacek taybetî bû, bi mafê ajotina erd xeracek taybet (ji bo carek) jî didan. Eşîretên tirk ku li Anadolê bi cîh dibûn xwedî hêzek leşkerî ya xwe bi xwe jî bûn, her usa xwedî pez bûn û karên hunandina cacim û hwd jî dikirin.   

Li gor İlber Ortayli, hem selçûkî û hem jî osmanî, li ser kultûra bîzansî û îranî rabûn. Ev dîtinek hevbeş a dîrokzana ye Ji ber ku wê demê ew herdû sazûmanî li dewerê xwedî bandor û bingehek xurt bû. Ji xwe osmanî ji erdê Romê berbi rojhilat hat. Kurd hêna jî ji wan ra dibêjin romî, leşkerên Romê.  

Avakirina kerwanseray, rê, hemam û hwd ji bo xurttirkirina bazirganîyê pêwîst bû. Mêtingehkarî li ser talan, xerac û bacê bû û selçukî jî wê dikirin. Dewleta Osmanî jî kêm zêde li ser wê sîstemê  rûnişt.  

Şerê Balqan a sala 1912 osmanî ber bi têkbûnê va bir, ew jî hêvîya dewletek osmanîya  pirnetewî lawaz dikir. Hêvîya nijadperestan ku bi xweşî û bi naskirina doz û mafê azadîyê pêşîya cudabûnê bigrin bi ser ne diket.  Ew jî bawerîya stabîlîteya “welatê tirk” tenê bi destê qewmek saf û yekgirtî dikare pêk bê xurt dikir. Ji ber wê yekê nijadperestên tirk, doza tirkçîtîyê geş kirin. Lê mîna ku Îsmaîl Beşikçi dibêje: Çi sosrete ku dewletek tirkî, dê li ser axa osmanî saz bibûya

Gokalp, di lêkolîna xwe ya navdar ”Kürt Aşîiretlerî ûzerîine Sosyolojik Tetkîikler” da li ser vê babete xwedî pêşnîyaz e. Herçi ew lêkolîn li ser kurd, kurdî û eşîretên kurd agahîyên balkêş dide jî, koka gelek eşîretên kurd dighîne qewmên tirk. Piştî avakirina cumhurîyetê, îdeolojîya Gökalp bû bingeha îdolojîya Tirkîyeyê. Bi wê îdeolojîyê Kurdistan jî kirin perçeyek xwezayî ya Anadolê.  Perçeyek yekgirtî ya welatê tirk ê muqeddes 

Em bên ser hîpoteza: Tirkîye ku bi xwe nîvkolonî ye û her usa osmanî  jî di demên dawîyê de usa bû, nabe ku bi xwe bibe kolonîyalîst-mêtingehkar. 

Kolonî di zimanên Ewrûpî da peyvek rojane ye. Warê grûbek însan, qefleyek firinde jî kolonî ye. Em zanin ku mirov di gel sebebên cihê cîhê war guhertîye û li deverên nuh ji xwe ra kolonî pêk anîye.  Lê  kolonîyalîzm bi xwe tevgerek dî ye ku li ser mêtingehkarîyê ava bûye.

Bêjeya emperyalîzmê jî ji bêjeya împerium tê û bêjeyek latînî ye. Maneya wê, serdarî, îdare kirin, hukûmranî  ye.  Li Ewrûpayê Împaratorîya Roma yê, li Asyayê  împaratorîyên asûrî, îranî wek din hebûn. 

Wextê kaşîfên ewrûpî bi keştîyan berê xwe dan deverên nenas û nedîyar, pêvajoyek taybet afirandin. Di her çûyîna xwe da dinyayek nû,  dewlemendîyên nû bala wan dikişand. Kaşîf ji mubadeleyên piçûk ber bi mubadeleya meztir çûn, bi cîh bûn kolonî ava kirin.  Lê kolonîyalîzma  dema  endustrîyalîzmê   gelek xurt û kûr bû. Ji xwe cudahîya kolonîyalîzma kevn û ya wextê endustrîyalîzmê wek cudahîya kolonîyalîzma wextê selçukî û osmanî  û Cumhûrîyeta Tirkiyeyê ye. .

Di tevgerên mêtingehkarîyê da beşdarîya fizîkî pirsek girîng e. Fransi, kolonîyên xwe di cîh da bi destê xwe îdare dikir. Zimanê xwe jî li ser wan ferz dikirin û kolonîyên fransîaxêv fransofonî pêk anîn. Li Cezayîrê hejmara fransî yan di sala 1954an da gîhabû sedî dehê nifûsa Cezayîrê. Ji ber vê yekê jî di şerê rizgarîya Cezayîrê da pir xwîn hat rijandin. Lê înglîz, îdareya xwe ya sîyasî, îndîrek di gel hêzên herêmê va dimeşand. Sîyaseta fransî bi awakî nêzî ya tirkî li Kurdistanê ye. Di her du ya da jî pêkanîna hêzek xurt a fîzîkî û asîmîlasyanek dijwar heye. Fransî xelqên kolonîyên xwe wek fransî qebûl dikir. Ji bona wê jî wan bi zimanê xwe tune dikir û zimanê xwe li ser wan ferz dikir. Înglîz senyör bûn. Gelên kolonîyên xwe perçeyek ji xwe qebûl nedikirin. 

Kolonîzekirina Amerîqayê gelek taybet e. Di salên 1700î da  înglîz û fransî derketin pêşîya dewletên kolonîzatorên berê. Herdu jî hatibûn Amerîkayê û di nav şerek dabûn. Bazirganîya kole, çay, qehwe, kurk dewlemendîyek pir mezin bû. Înglîz pişta xwe da çîyayên Alpalche û li ber Okyanusa Atlantîkê  rêzek (13) kolonî ava kirin. Fransiz di nav erdê Amerîkayê da ji ser çemê Qubek û S:t Lawrencê xwe gîhandibûn Miyandava, li Lovîİsianayê û Mîssîsîpîyê, tîcareta li ser çem kontrol dikirin û di gel îndîyanan li hember înglîz şer dikirin. înglîz di teknîka keştîyê da li pêş bûn û milyonek kes anîbûn kolonîya xwe û zora Fransayê birin. Şerê kolonîya şerê dêwletên Britanya û Fransayê bû. Brîtanya bi ser ket. Lê paşê jî 13 kolonîyên Amerîkayê bûn yek û li dijî dêwelata xwe şerê serbixwebûnê dan. Ji ber ku kolonîyên Amerîqkayê, ango hêzên kapîtalîstên Amerîkayê îdî ne dixwest para mêtinîya mezin bi keştîya herin Brîtanya yê û şerê Amerîka û Birîtanyayê dest pê kir. Serîhildan bi şevitandina keştîya şîrketa Hindistana Rojava ku bi mal hatibû tije kirin û li hêvîyê bû ku here Brîtanya yê dest pê kir. Li Bakur endusturî pêş ketibû û îhtîyacî bi karkerên azad hebû. li başûr jî sazûmanîyek koledarîyê hebû. Koledarên başûr xwedî plantajên mezin bûn ku ji Afrîkayê kole dianîn û di plantajên xwe da didan xebitandin. Başûr li gel Dewleta Brîtanyayê bû. Kolonîyalîzma Amerîkayê bi Şirketa Hindistana Rojhilat dihat nasîn, gelek zalim bû. Bo nimûne, kole ji Afrîkayê dibirin plantajên başûrê Amerîqayê, bi keda koleyan pembû diçinandin û wan bi keştîyên şirketê dibirin Britanyayê. Li Brîtanyayê pembû dikirin caw (qumaş) û qumaşên adî bi keştîyan dibirin kolonîya xwe ya Hindistanê. Hindî perê wan nebû ku qumaş bikirin bi opîuma ku diçinandin (çeşîdek haş) va berdêl dikirin. Brîtanî, vêca opîum ji Hindistanê dibirin Çînê difirotin. Usa bûbû ku li seranserê Çînê xelk bi muptelabûna opiumê sergêj û nexweş li ser ax dirêjkirî bêhal diketin.

Dem guhurî hat ser dema kolonîyalîzma nû, emperyalîzma sermayeyê. Wextê osmanî ketin bin bandora sermayeya tacîr û bankîrên Ewrûpayê bac û dewlemendîya xwe bi garantî temînat dida wan. 

Ewrûpî li Kurdistanê jî  xuya dikirin. Gelek seyyah û mîsyoner bi armanca naskirinê dihatin Kurdistanê. Dewlemendîya Kurdistanê bala wan dikişand. Xeta rêya hesinî hat çêkirin. Lê di wextê Cumhurîyeta Tirkîyeyê û bi taybetî di salên 1930 da ku programa endustrîyalîzmê bi alîkarîya Sovyetistanê destpêkir, mêtingehkarî li Kurdistanê kûr bû. Îdî dewlet bi xurtî destê xwe dirêjî dewlemendîya Kurdistanê kir. Ezê paşê di mijara bazara navxwe ya Kurdistanê da li ser vê yekê jî rawestim.

Metingehkirina Kurdistanê herçi kevn be jî di dema cumhurîyetê da û bi sîyaseta dewletgerîyê-dewletçîlîk kûrtir bû. Dewletgerî bi armanca endustrîyalîzekirina Tirkîye hat rojevê. Navê  Kurdistanê, ku piştî serhildana Şêx Seîd hat qedexekirin, bi navek muphem bû Dogu û di bin zordestîyek giran da bû hedefa talankirina berfirhtir û kûrtir.

Gelo dewletek nîvkolonî dikare bi xwe bibe kolonîyalîst. Bersiva wê jî erê ye. Ji ber ku kolonîyalîzma nû bi rengek din derdikeve rûyê dinyayê. Îdî dewletên mezin jî diketin bin bandora kapîtalê, ango sermaye yê.  Îspanya ku bi xwe xwedî gelek kolonîyan bû û hêzek mezin a kolonîyalîstîyê bû, endustrî ya xwe pêş nexist, bi xwe ket bin destê kapîtalîzmê. Heman tişt ji bo Dewleta Osmanî jî derbas dibe. Ew herdu dewlet jî ku serbixwe bûn û xwedî hêzek mezin ya leşkerî bûn jî ketin bin nîrê kapîtalîzma dinyayê û çîroka wê jî dûr û dirêj e. Osmanî di sedsala 19 a da ket pêvajoyek usa. Her diçû diket binê deynên banqa û tacirên Ewrûpayê. Ji ber ku osmanî di bin faizên mezin da bêzar ketibû û nikaribû deynê xwe bide, îflasa xwe beyan kir. Bi rêya diyûnî ûmûmî banqa û tacirên ewrûpî ji bo deynê xwe tevî faîzan bi dest bixin, dest dan ser îdareya aborîyê Dewleta Osmanî. Baca dewletê, her usa aborîya hin şîrketên dewletê ket destê wan. Yek ji wan bo nimûne qezenca seferên keştîyê ya osmanî bû. Ew bindestî bi navê Duyun î Umumî ket nav literaturê. Lê di heman demî da Kurdistan jî tê da osmanî xwedî mêtingehan bû, bac û xeraca xwe ji wan digirt.

Wextê Dewleta Osmanî ket bin bandora kapîtalîzma dinyayê li Kurdistanê sazûmanîya xwe jî revîze dikir. Mîrekên Kurdistanê ku xwedî xweserîyek taybet bûn  ji hêz xistin û paşê ji nav birin. Reforma mezin a osmanî qerarnameya axê,  (Toprak Kararnamesi) hat derxistin. Qasa dewlatê vala bû. Sala 1854 deynê Dewleta Osmanî gîhabû 3,3 milyon sterlînê. Ji ber vê yekê Babi Alî sala 1875 îflasa xwe bi fermî da zanîn. Di sala 1881, bi danezana Îdareya Duyunî Umumîyê aborîya Dewleta Osmanî teslîmê hêzên ewrûpî bû. Faîza ku osmanî lazim bû bidin ji deynê zêdetir bû. Bi hesabekê Y. Tezel, di navbera salên 1859-1914a ji deynê 222 mîlyon Lire ya osmanî, 164 mîlyona wê faîz bû. Ji ber vê yekê reforma ax gelek giring bû. Bi mebesta ku ax bê firotin û dewlet qezencek bi dest bixe qanûna privatîzekirina axê derxistin û hesab ew bû ku ew li ser rewşa Kurdistanê jî tesîrek mezin bike. 

Di sîstema  osmanî da sê cure ax hebû. Axa mîrî, mulk û weqf.  Erdê mîrî erdê dewletê, yê padîşahê bû û bi navê has, zeamet timar hatibû dabeşkirin. Sîpahîya dewletê, erd tevî  hevcar û lazimîyên din dida gundîya û wan wek cenan dixebitand. Has a sipahîyan bû. Bi Qerarnameya reforma ax wê kirin pênc beş: mîrî, mulk, weqf, metrûke û mewat. Qiymeta erd jî zêde bû. Li Kurdistana Başûr şirketa Brîtanya ya navdar Şîrketa Rojhilat a Hindistanê çemê Firatê ji bazirganîyê ra vekir û paşê sala 1940 şîrketa Lych jî bi keştîyên buharê li ser Çemê Dîcleyê li jor birinc li jêr jî tîcareta titûnê geş kir.

S. Pelletre dibêje: ”Buhayê axa ku dihat xwestin qasaya dewletê tıje ne dikir. Ji ber ku buhayê wê pir cuzî gelek hindik bû. Armanca sereke ew bû ku serokên patrîarkal bikin axayên xwedî ax û eşîret jî bikin gundîyê wan û ew jî ax wek cenan bi şirîkayî bajon. Helbet her begek xwedîax dixwaze axa xwe bide ajotin. Lê ji bo beg ku nuha dibû axayê xwedî ax nikaribûn bi tenê û bê alîkarîya dewletê eşîretên ku hînê azadîyê bûn kontrol bike  û bimête.”

Di dema Cumhûrîyeta Tirkîyeyê da hikûmeta kemalîst  mêtingehgerîyê kûrtir û berfirehtir kir. Mistefa Kemal dixwest cumhûrîyetê bi alîkarîya zanîn û sermayeya ewrûpî û amerîkî ava bike. Li Tirkîyê endustrî tunebû. A heyî jî şer têk biribû û welat wêran kiribû. Di  şerê azadîyê (1919-1923) da eşrafên Anodolê destek dan M. Kemal. Li Ewrûpayê jî birînek gelek kûr hebû. Ji bo avakirina endustrîya Tirkîyeyê hikûmeta M.Kemal gelek hêvîdarê Amerîkayê bû. Gelek danûstandin û lawa dihat kirin ku Amerîka sermaye bîne Tirkîyeyê. Lê Amerîka ji bo wê hê xwe hazir nedidît. Krîza 1929a aborîya Amerîqayê jî wê hêvîyê têk bir. Wê demê programa “dewletgerîyê” bi xûrtî hat rojevê. Tirkîye bi alîkarîyek pir mezin a Sovyetê ji perçebûnê hatibû xilaskirin. Avakirina endustrîyê jî bi destê wan pêk hat. Sala 1933 plana avakirinê ya 5 salî (5 yillik Kalkinma Plani) wek modela Sovyetê hat dirustkirin û dest bi avakirina endustrîyê kirin. Dewletgerî ne ji “şoreşgerîya kemalistêyê” bû. Sermaye nedihat Tirkîyeyê û Tirkîye li ber destê Sovyetê mabû. Sovyet Cumhûrîyeta Tirkîyê xilas kiribû û dê nuha wê rabikira ser pîyên xwe. Bi alîkarîya zanîn û sermayeya Sovyetê proje dest pê kirin. Lê acizîyek jî li ser  danûstandina digel Sovyetê û plana 5 salî hebû û bi dijwarî rexne li wê sîyasetê dikirin. Ji ber vê yekê kemalîst, mesaj didan dinyayê ku ewê sosyalîzmê ava nekin, sîyaseta dewletgerî ji bêçareyîyê ye û paşê fabrîka dê dewrî sermayedarên şexsan bibin. Dirustkirina Sumerbankê li ser prensîbên dewletgerîyê di kongreya Cumhûrîyet Halk Firkasi- CHF ya sala 1931ê hat girtin. Dewlet û muteşebbîsên şexsî digel hev vê yekê pêk dianî. Temînata wê jî didan û digotin: Mulkîyeta karsazîyên ku bi destê dewletê  hatîye saz kirin dê paşê dewrî mulkîyeta şexsî bibe.    

Helbet alîkarîya Sovyetê gelek mezin bû û  tesîrek mezin li ser neteweperestên tirk kiribû. M. Kemal, ku berê xwe dabû Rojavayê, qiymeta alîkarîya Sovyetê bi wan gotinan anîbû ziman:  “Ger alîkarîya Rûsyayê nebûya, biserketina Tirkîyeyê ya nû li hember dagirkeran bêmiqyas dê pir bi zerarên mezin bibûna, hetta dibe ku qet mumkun nebûna. Rûsya alîkarîya hem maddî û hem jî manewî da me.  Nedîtina wê yekê sûcek e.” 

Li Tirkîyê sermaye kêm û ne li ser hev bû. Berê Îş Bankasi saz  kirin û sermaye dan hev û paşê jî dewlet Sumer Bankê saz kir. Li Tirkîyeyê daring (maddeya xam) kêm bû û nîvmamûlat jî bê qalîte bû. Ew ji Ewrûpayê pir buha dihat kirîn. Piştewanên  dewletgerîyê  tûj û milîtan bûn. Di rapora 5 salî da rewş wuha hatibû dîyar kirin: ”Kultura, ango teknîka endustrîya mezin li rojava ya Ewrûpayê û rojhilata Amerîkayê civîya bû. Ew qadên ku tezgaha dinyayê bûn, malên hazir yên fabrîkayê difrotin û cîhaza bazarên dinyayê di bin tofana endustrîya mezin da jI hev dixîstin, welatên neendustrîbûyî û pê ra jî civatên serbixwe  têk dibirin û ewjî  bê hiqûq, lê bi aborîya xwe  tabiê wê dibûn. Ev pevgirêdana endustrîyalîzmê rojava bi pêş xist lê,  welatên ku  zîreet û di asta xam maddêyê de ne ji hev xist.” 

Di raporê da li ser rewşa aborîya Tirkîyê ji 1800î ta wextê nivîsandina raporê sala 1930 yî ev tespît hene: 

Safha yekê: Tirkîye sedsalek berê, her çi îptîdaî be jî xwedî cîhazek serhev, yekgirtî bû. Tirkîye wê demê ne tenê qada xam madde û produksîyone, her usa di şertên xwe da welatek berhemdarê karbidestî û sinetê bû. Hivrişma Bursayê, Şamê, çînîyên Uşak û xalîçeyên Îzmîrê wê demê ji bo bazarên navdewletî dihatin afirandin. Ango berhemên me yên natewî ne tenê ji bo bazara me,  di asta bazarên din da jî bû.

Safha duemîn: Cîhaza îktîsadî ya netewî, di sala destpêka 1800î da bi pêşketina sanayîya makineyî ya rojavayê hat perçekirin. Ango endustrîya makîneyîyê berhemên destîyên me ji bazaran derxist û Tirkîyeyê  jî wek bazarên din xist bin bandora xwe.  Bandora rojavayê, bi rakirina gumrugê, bi hiqûqê jî hat teyît kirin.

Li gor Îlber Bilen: Ta salên 1980yî jî labarotûarên ku xam maddeya kîmyewî bike nîv mamul, ku bingeha gelek sanayîyên din e,  li Tirkîyê tunebû. Albert Bîlen ku mesûlê şîrketa Alman Henkel ê li Tirkîyê bû, bi salan mucadele dide ku Alman nîvmamul a kîmyewî li Tirkîyeyê jî hazir bike.

Plana yekemîn a 5 salî, sala 1933 dest pê kir û dewlet bi destê Sumer Bankê bi berfirehî dest bi talanakirina madenên binerdên Kurdistanê kir. Sovyet jî, ji bo endustrîyalîzekirina Tirkîyeyê 8 mîlyon Dolar kredî dabû Tirkîyeyê. 

Di wextê cumhûrîyetê da, ji bo talankirina dewlemendîya binerdê Kurdistanê xetên trênê hatin çêkirin. Di sala 1938a da rêya hesinî ku di wextê osmanî da hatibû çêkirin hat zêdekirin.  Berê xeta trênê li jêrê, li ser sînorê Sûrîyeyê ber bi Mêrdînê, li jor jî xeta Erzerom-Qersê hebû. Lê Cumhûrîyata Tirkîyê, li Kurdistanê,  li jêrê, ji ser Dîyarbekirê û li jorê jî, ji ser Ezirganê bi  rojavaya Tirkîyeyê va girê da. Paşê jî ji bo birina madenên sifir, krom û petrolê xeta Dîyarbekir- Batman, Xarpêt- Bedlîs û Batmanê hatin çêkirin. Proses berdewam bû û dest bi têkbirina bazara navxwe ya Kurdistanê kir. Prosesa têkbirina bazara Kurdistanê û jinavbirina sineetê baş tê bîra min. Di salên 1950 û demek di salên 1960da sineet li Kurdistanê  zindî  û li ser pîya bû. Bo nimune, pêlav û kincên hazir hê neketibû bazara bajaroka me Pasûrê. Lê ku qondereyên Beykozê ket bazara Pasûrê, karê goşkarîyê jî gav bi gav ji rewacê ket. 

Kivilcimli dibeje ku, Lîra ya Cumhurîyetê nikaribû biketa bazara Kurdistanê. Pereyên madenî ya bi qiymet, Lîraya Cumhurîyetê ji sînorên Kurdistanê wê da diqewitand. 

Sala 1956 hikûmeta Demirel biryar da ku sînora Sûrîyeyê bê mayîn kirin. Ew hem ji alîyê aborî û hem jî ya sîyasî va pêvajoya hevildanek nû û taybet bû. Xeta trênê, Kurdistanê wek Serxet û Binxet ji hev kir. Hetta wê demê peywendîyên Serxet û Binxetê hêsantir bû. Lê mayînkirina sinora Tirkîye û Surîyeyê derbek giran li peywendîyên kurdên Serxetê û Binxetê xist. Sebeba mayînkirinê wek tedbîrek sîyasî xuya dikir lê, sebaba aborî, bi ya min, gelek girîng bû. Ezê nuha li ser wê rawestim ku mijara bazara Kurdistanê navxwe jî ronî bibe.

Xebata mayînkirinê bi destê hêzên leşkerî, bi Kolordîya Dîyarbekirê dest pê kir û ta sala 1965a dewam kir. Wê demê li dewletên erebîaxêv tevgerên neteweperestîya li dijî emperyalîzmê bi bandor bû. Li Misrê Tevgera Ordîya Serbazên Azadîyê bi pêşengîya Cemal Abdul Nasir dest dabû ser sazûmanîya dewletê û  pê ra dest da ser Qanala Suweyşê. 1958 Misir û Sûrîye bûn yek. Daxwaza yekîtîya dewletên erebî di bin sloganên yekîtî, azadî û sosyalîstîyê da pêl bi pêl geş dibû. Di sala 1955 da Brîtanya, Îran, Îraq, Tirkîye û Pakîstan Yekîtîya Bexdayê (Bagdat Pakti)ava kirin. Ew wek berdewamîya Natoyê li Rojhilata Navîn bû. Amerîka çavdêrî dikir. Armanc şikestina tesîra Sovyetê bû. Piştî ku di sala 1969 a li Îraqê darbe çêbû pakt anîn Tirkîyê û navê Cento lê kirin. Wê demê balafirên Tirkîyeyê bi biryara hikumeta Menderes, digel Amerîqa û Brîtanya li ser sînor bi  gefxwarî  difirîyan. Lê, tevgerên gefxwar radîkalîzma erebî xurttir dikir. Vê yekê me li Kuba jî dît. Şoreşa Kubayê di destpêkê da tevgerek mîllî ya radîkal bû. Bi tehdît û erîşên Amerîkayê şoreşgerên Kubayê berê xwe dan Sovyetê û ber bi sosyalistîyê va çûn. 

Wê demê  sînorê Tirkîye û Sûrîyeyê bi qereqola dihat kontrol kirin ku pêşî li tevgerên qaçaxîyê bigrin. Radîkalîzma erebî jî kirin sebebek ewlehîyê û dest bi mayîndanînê kirin. 

Tevgerên qacaxîyê, bazirganîyek mezin bû. Malên ku hema li binê sînor dihatin firotin xwedî bûhayek cihê bûn.  Ew cudahîya mezin piştî mayindanînê jî tevgera qaçaxîyê dawî neanî. Digel metirsîyên mezin jî qaçaxî dewam kir. Nuha bazirganîya petrolê di rewacê da ye. Ji ber ku buhayê petrolê li Tirkîyê grantir e. Sebeba buhayên cuda, bac bû. Husnî Babet di nivisek xwe da ferqên baca ku li Îran, Îraq Tirkîyeyê tê girtin dide ber hev û ew cudahîya mezin bi zelalî dîyar dike. Bi hesabeke ku di salên 1980 yî da hatîye kirin, bo nimûne baca şekir li Tirkîyê ji sedî 150 bû, lê li Îranê ji sedî 15 bû. Baca çay li Tirkîyeyê ji sedî 187, lê li Îranê sedî 55, li Sûrîyê ji sedî  9 bû. Baca goşt li Tirkîyê ji sedî 250, lê li binê xetê ji sedî 4 û li Îranê jî sedî 18 bû.

Cumhûrîyeta Tirkîyeyê ku bacek giran dabû ser malên xwe, nedikarî li hember malên erzan li binê xetê raweste. Malên Ewrûpayê bi rehetî dihat Sûrîyeyê ku di bin destê fransiza da bû. Li gor hin agahîyên Kivilcimli ku ji rojnameyên wê demê girtîye, dîyar dike: Ermenî, hema li binê xetê, bi hejmarek mezin koma îmalatxaneyan ava kiribûn ku malên xwe bi hêsayî  desbasê Serxetê bikin.

Sîyaseta mêtingehkirina Kurdistanê ji derva jî bi hêsayî xuya dike. Kivilcimli vê yekê pir xweş tîne ziman: ”Li ser hewraza  pişta  parlamentoyê, bi herfên gir hatîye nivisandin: Hakimîyet a milletê ye(hakimiyet milletindir). Me hakimîyetek usa  nedît. Lê eger ji newalên Çemê Kızılırmakê, ta ber Çîyayê Agirî bê nivîsandin (yafta kirin) ku: Hakimîyet ya cendirmeyê ye, belê, belê ew rast e. Em wê yekê bi çavên xwe dibînin.”

Bîlesebeb nebû ku rejîma kemalîst axa Kurdistanê li bîyanîya  qedexe kiribû. Ez di sala 1972ya da li Farqînê (Sîlvan) bûm û tesadufî rastî jin û mêrek turîst ku emrê wan derdora 60 salî bû hatim û min alîkarîya wan kir. Min ji wan pirsî: Gelo hûn zanin nuha li kîjan welatî ne? Mêrik şaşmayî got: Belê, em  li Tirkîyeyê ne. Min lê vegerand û got: Na, vira Kurdistan e. Mêrik di cîh da li min vegerand: Balkêş e, ev herêm qet naşibe rojavayê Tirkîyeyê. Mêrik dixtor û gelek baldar bû. Min wî hayîdar kir ku gotina Kurdistanê li Tirkîyê qedexe ye û dibe sebeba cezayek giran. Min jê pirsî gelo ew rojnamevanek li Avusturyayê nas dike an na. Got hevalek min rojnamevan e. Min jê rica kir ku li Avusturyayê li ser seyaheta xwe û Kurdistanê binivisîne. Wî jî soz da min.

Ez vê mijarê bi gotina Kivilcimli dawî bînim: “Neçare ku Kurdistan di esasê xwe da mêtingeha fînans kapîtal a Tirkîyeyê  ku bi xwe pîç û “kalekî muhtacê hîmmet”ê ye. Ji ber vê yekê sîyaseta kemalîstî ya aborîyê li wir ne mêtingehkarîyek normal e. Ew, adeta texta mêtingehkarîya herî nizm û bê şeref e.” 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- -

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin