Sabahattin Korkmaz

Sabahattin Korkmaz

Hemû nivîsên nivîskar >

Siyaseta me ne siyaset e; propoganda û hemaset e

A+A-

Berî wê dixwazim bahsa civîna li Diyarbekir a “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin”, bikim (ji ber ku pirs hinekî jî bi vê civînê ve girêdayî kete rojevê).

Lê berî wê jî dixwazim hinekî bahsa xwe û siyasetê û nivîsandinê û Rûpela Nû bikim (Rûpela Nû berî ku derkeve hevalan teklîfa nivîsandinê li min jî kiri bûn. Min jî gotibû, “Îhtiyaca me bi patformeke nîqaşê ya ‘ting-tang’ ê heye. Heger wisa bibe, ser çava.” Wisa nebû. Rûpela Nû bû malpera PAKê. A ragihandin û propogandayê. Dîsa jî weke tê zanîn carnan dinivîsim, demekî dirêj disekinim. Hin heval û dost dipirsin/dibêjin “Tu çima nanivîsî, em dixwazin tu bi nivîsî”. Ez jî sedem û ‘haletî rûhiya’ xwe ji wan re dibêjim.  Ev mekale hinekî bersîva vê pirsê ye).

Ez bi xwe ji aliyê pevgirêdanî û aîdiyetên kolektîfî de bê ‘xwedan/xwedî’ me. Ne bi tenê grûp/cemaet/rêxistina min; îdeolojî, mezheb, terîqat û heta ‘komikek’ hevalên min jî tune. Di nava her partî, grûb û cemaetî de (hindik bin jî) dostên min hene. Lê ji alî aîdiyet û rêxistinî de, heqeten mirovekî bi tena serê xwe me (wexta ku ez di nav grûbekî de me jî wisa me; xwedî fikr, gotin û helwesta xwe me). Herhalde bixwazim jî (ku naxwazim) nikarim bibim ‘grûpî’ an ‘grûpçî’. Di fikr û mentalîta min de homojenî, yekpareyî tune. Wekî xwezayê ez civatê jî pirealî; pir dengî û pir rengî dizanim, dibînim. Di fahma min de tu tişt xwerû; li ser hev ne baş, ne jî xerab e. Başî û xerabî, kêmayî û zêdayî, bedewî û gendelî …her li gel hev û di navhev de ye. Ji xwe ancax bi vê muqayesê mirov dikare ferqa heqîqetê bibîne û bipejirîne.

Bi min helwest û mekanîzmayên grûbî zêde xwerû(saf/salt); tekçî û (li qusûrê nenêrin) basît in. Xerab be jî ew her aliyê xwe û merivên xwe digrin, diparêzin. Ji wê bonê, di nava min û grûban û helwestên grûbî de herwext nakokî û weke ku bi tirkî dibêjin “doku uyuşmazlığı” derdikeve. Muhabeta me ya ji derva de hîn baştir e… 

Belê bi tena serê xwe bim jî, xwedî konsept, fikir û helwest im. Ne weşînim jî, hema bê di derheqa her bûyerekî de fikrên xwe bi ser hevde tînim û dinivîsim (her çiqas weke kek Zinarê Xamo malperek min tune be jî)... Mesela, piştî Referandûma 25ê Îlonê û ‘karesata’ 16-ê Cotmehê, min bi 3-4 meqaleyan fikrên xwe bi ser hevde hanî û nivîsand. Lê min li hewaya Rûpela Nû nihêrî (nivîsa Ezîz Yaxan a bi tirkî netêde), şewqa min a weşandinê çênebû. Ji ber ku nivîs û nûçe xeber-analîzên Rûpela Nû yên di vê derbarê de, hema bê yek îmalat bûn. Ew jî “..tu qusûra helwest û pêşevaniya siyaseta Başûr tune bû, hêzên pêşmerge xelkên sivîl pêparastin li ortê nehiştibûn û nereviya bûn. Sûcdar bi temamî Amerîka, dewletên cînar û Pavel bû…”

Biborin, lê siyaseta me bi giştî ne siyaset e; propoganda û hemaset e.

Gotinek pêşiyê Îngilîzan heye; dibê “Yê ku çakûç di desta de ye, her tiştî mîx/bizmar” dibîne.

Grûbên me yên siyasî jî, her tiştî weke enstruman/amûrên propagandayê dibînin û bi kartînin. Ji mirinê-taziyan bigre heta dawet û şahiyan, hema her tişt dibe îwerê propoxandayê. Ev jî heyecanê nade mirov. Ji gotin/gotarên propogandîf, nivîs-meqaleyên standart bêtir, nivîseke muxalîf, xebereke bêalî, rexneyek navmalî bêtir bala mirov dikşîne û mirov teşvfîkî gotin û helwestê dike.

***

Mesela, tevî ku fikra min berevajî fikra wî bû jî (ez li gel helwesta “Na” yê nîn bûm. “Boykot” jî bi min ne helwest bû. Helwesta min “Erê”yeke bi şert, ‘şerhlî’ bû), nivîsa birayê min Nîmet Mumtaz Aydin a li ser Referandûma 16-ê Nîsanê (ya destûra tirk), ya ku di cepha “Na” de cih digirt, balkêş bû. Balkêşiya wê ew bû ku muxalîfî biryara giştî ya partiya xwe (PAKê) bû.

(Weke ku tê zanîn PAK, PSK û KDPê helwesta boykotê standibûn. PDK paşê jê vekişiya bû).

Nuha tu devê kîjan serok û rêvebirên partî û grûbên me vekî, herkes dibê “em partiyekî pir rengî û pir dengî ne”. Heta wexta bahsa partiyeke yekgirtî, pirealî û hêzdar tê kirin, gelekê wan dibêjin “Partiya me take partiya yekîtiya neteweyî ye”.

Lê rastiya grûb û partiyên me ne wisa ye. Yek reng, yek deng û yek gotinî di partî grûbên me de hakim e. Heger di nav wan de hin rengên cuda hebin, ew jî bila kes nexeyîde, lê aksesuar in.

Di vê mijarê de dîsa birayê min Nîmet Mumtaz Aydın di demeke nêz de bi navê “Çima Bakûr bêdeng e”, mekaleyekî bi ‘deng’ nivîsî. Û di dawiya mekala xwe de pirseke weha kir “Em îro, di demeke nêzîk, navîn û dûr û dirêj de çi bikin?” Û gotibû “bila ew jî bimîne nivîseke din.”

Ev çend hefteye ku ez li benda wê nivîsê me. Ez bawer dikim vê nivîsa min wê şewqa wî zêdetir bike.

De ka werin em hema li ser vê mijarê nîqaşekî navxweyî bidin destpêkirin. Belê nîqaşeke bêhesab û ji hemasetê dûr. Nîqaşekî “Ting tangî!” Nîqaşeke hev aciskirinê!

Bakûr çima bêdeng e!?

Ev pirseke gelek muhîm e. Weke ku bi tirkî dibêjin “Geçmişle yüzleşme”, divê em bi rabirdûwa xwe re rû bi rû bibin û muhasebeyeke navmalî bikin. Ne ku em hemi sûc-sedeman bavêjin stuyê dewletên dagirker, ‘şertên awarte’…

***

Nuha dixwazim li vê derê di vê derheqê de ragihandinekî xwe bi we re parî bikim.

Ew jî ev e:

Taqîbkarên Rûpela Nû pê dizanin; piştî biryara Başûr a Referandûmê di 15-ê Temûzê de li ser banga şeş partiyan li Diyarbekir “Komxebata Piştgiriya Referandûma Başûr” hate lidarxistin. Piştî Komxebatê me bi navê “Bakûr Piştgiriya Serxwebûna Başûr Dike”, Însiyatîfek avakir. Însiyatîf ji nûner/serokên şeş partiyan û heft kesên serbixwe, yanî ji 13 kesan pêkdihat. Yek ji wan kesan jî ez bûm.

(Însiyatîfê çi kir çi nekir, çima û çewa belav bû, ev mijareke din e. Ez di vir de wê bahsê nakim. Bi min hêjaye ku krîtîka wê jî were kirin. Belkî di pêş de ez wê bahsê jî vekim.)

Însyatîfê di nava xwe de grûbeke Whatsappê vekiri bû. Ragihandin û ‘teblîgatên’ Însiyatîfê bi rêya vê grûbê dihatin belavkirin.

Bahsa nivîsa Nîmet Mumtaz a bi navê “Çima Bakûr bêdeng e”, bu sebep ku ez parvekirineke xwe ya nav grûba Whatsappê li vê derê aşkere bikim.

Roja 16-ê Cotmehê sibê zû siet di 08.09-an de bi manşeta “Lezgîn” min vê peyama li jêr ji hevalan re şand.

“LEZGÎN! İNSİYATİF ACİL KODUYLA TOPLANMALI VE TARİHE NOT DÜŞECEK BİR KARAR VE AÇIKLAMAYLA KERKUK SAVAŞINDA TAVIR ALMALI!/ LEZGÎN! ÎNSİYATÎF DİVÊ Bİ QODA ACÎL BİCİVE. Bİ BİRYAR Û DAXWİYANİYEKE KU MORA XWE Lİ DÎROKÊ XE, Dİ ŞERÊ KERKÛKÊ DE HELWESTÊ BGİRE!” 16-ê Cotmehê siet 08.09.

Di 21-ê Cotmehê de jî min ev peyama li jêr (ya dawî) parve kiri bû:

“Hevalno, di mesela bêdengiya Bakûr de ez bi xwe di îsyanan de me! Ji aliyê min de ev hal bi tu awayî nayê parastin!”

Weke ku dibêjin “Rêya aqil yek e”, de werin ji propaganda û hemasetê dûr, em xwe û bêdengiya Bakûr guftûgo bikin.

(Di nivîsa bê de ez ê li ser civîna Diyarbekir a “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” rawestim.)

30.12.2017-Diyarbekir

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin