Siyaseta do û ya îro

Siyaseta do û ya îro

Siyaseta do û ya îro

A+A-

Bûbê Eser

Qesta min siyaseta do ev e ku ji destpêka salên 1960 heta 1980ê ye. Û siyaseta îro jî ji destpêka 12 îlona 1980ê û heta niha ye. Min xwest li ser vê binivîsînim da ku hin tiştên nayên zanîn êdî bêne zanîn. Hin tiştên ku hin naxwazin bêne zanîn, em wan derxin da ku em ango ev herdu nivşên wan demana gihiştine kîjan merheleyan bila bê zanîn.

Belê li bakure kurdistanê piştî gelek serhildan, berxwedan û tekoşîna azadiya ji bona gelê kurd têkçû, bêdengiyeke mezin keta nava kurdên bakurê kurdistanê hema hema bi tevayî têk çûn. Ji ber ku qetlîamên mezin, wêrankirinên bê hempa û koçberiyên nedîtî ji teref dewleta tirk hatin serê gelê me. Û van qetlîam, koçberî û wêraniyan hişt ku demek dûr û dirêj kurd li bakurê kurdistanê hema hema bi temamî bê deng bimînin. Û her weha jî  bû.

Di destpê salên 60î de li tirkiyê livandineke di nava xort û ciwanên tirkan de destpêkir. Ev jî ji ber sîstema sosyalîzm ku wê demê gelekî li pêş bû û pêşve diçû. Xortên çep ango yên sosyalîst ên tirkan li gor wê tevger ava kirin û xwestin gelê xwe bi rêya sosyalîzmê bikin demokrat. Helbet wê gavê ev tiştekî baş bû û xortên kurdan jî di destpêkê de li gel wan xwestin hereketên azadîxwaz û demokrat zêde bikin ango ava bikin. Û weha jî bû heta ku xortên kurdan bi meseleya xwe ya neteweyî hesiyan ku divê kurd tekoşîna azadiya gelê xwe li gor xwe bide.

Helbet ev jî meseleyeke mezin e, gelek gengeşî û munaqeşeyên bê hempa di nava xortên kurd û tirkan de destpê kir. Di encama vê destpêkirinê de ciwanên kurdan fêm kirin û tê gihiştin ku divê ew rêxistinên xwe bi xwe amade bikin û her weha jî kirin.

Piştî ku ciwanên kurdan rêxistinên xwe bi serê xwe damezrandin, ketin nava xebatên ji bona azadiya gelê xwe ya bê westan. Bi dehan partiyên nehênî vekirin bi sedan komele û dezhegên ji bona karên siyasi li gor destûra makzagona tirkan pêk anîn. Di wan de xebat kirin.

Hûn bawer bin xort û ciwanên wê demê gelekî fedekar û xebatkarê gelê xwe bûn. Durustbûn bê ku berjewendiyên sexsî bifikirin, her xebat dikirin. Sev û rojên wan bibûn yek, taştê û şîfa wan li bin guhên hev ketibûn. Mal û zarok li alîkî hişti bûn. Loma jî derdê wan tenê ew bû ku rojekê berî rojekê welatê xwe ango bakurê kurdistanê ji bin nîrê dijminê xwînxwar azad bikin.

Durust bûn, li gor wê durustiya xwe jî kar dikirin. Hev nedixapandin û ji kê çi dihat dikirin yek li benda kesên din ranediwestiyan. 

Li ser karê ku li erdê dima nedifikirîn ku ew yê kê ye. Hema dest diavêtinê û ew kar ew kêmasî temam dikirin. Gelek fedekar bûn, loma jî dikarîbûn xwe di ber hevde bikuştina û dikarin jî. Xwedî sozên xwe bûn û qet derew li hev nedikirin. Tiştên digotin dikirin, gotina ji devê wan derdiket pêk dianîn. 

Hûn ya rastî bixwazin çi tiştên qenc, baş û fêda gel têde heba ew dikirin. Bi şev û roj di nava xelkê xwe de bûn, her rojê li gundekî di nava gundiyan de her demekê li  bajarekî di nav karkerande kar dikirin.

Lê wê gavê bavên me jî her digotin: "Kurê min keça min ma ev kar bi te safî nabe, hinekî raweste" ûhwd. Yanî bavên me ji ber kuştin û girtina me ditirsiyan loma digotin "hêdî hêdî". Lê em xortên wê demê di karên xwe de, saxlem, durust û wêrek bûn. Ne sekin li me hebû ne jî tirs.
Piraniya me di 14 û di 16 saliyên xwe de ketin nava xebata ji bona azadiya gel. 
Piraniya berpirsên me ji 20 heta 25 salî bûn. Bi gotineke din xebata wê demê ji ciwanan destpêkir û kesên bi salên xwe mezin ku di nava xebatên siyasî de bi tiliyan dihatin jimartin. Ji ber ku em xortbûn, xwîna me germ, hêrsa me zêde û kêfa azadiya kurdistanê em kiribûn weke pola. Û bi vê li gor wê baweriyê me kar dikir, rêxistin û partî dadimezirandin, komeleyên demokratîk ava dikirin. Di nava wan de ango bi navê wan me karê ji bona gelê xwe dikir. Mirov dikare gelek tiştan bêje, lê ji bona ku nivîs zêde dirêj nebe, ez niha hinekî li ser karên piştî 80ê jî rawestin.

Piştî derbeya leskarî ya 12 îlona 1980ê felaket û afateke hate serê partî û rêxistinên me, bê hey hawar. Ji ber ku piraniya wan bê tecrube bûn, xelasî û azadiya xwe di revê de dîtin. Ango welatê xwe terikandin. Yên mayî jî piraniya wan hatin girtin. Di zîndanên dijmin de hin ji wan seqet man, hin dîn bûn û hin jî weke mirovên nîv însan ji zîndanên dijmin hatin berdan.

Piştî wê derbaya leşkerî tofan li ser serê gelê me rakiribû, gelek welatparêzin ku ne hatibûn eşkerekirin di welêt de man. Kesên ku hatibûn girtin û piştî berdana xwe li welêt man. Kesên derketibûn dervayî welêt jî her armanca wan damezrandina enî ango cepheyeke neteweyî bû lê bi serneketin û hêjî bi serneketine...

Kesên me yên ku welatê xwe terikandibûn, di destpêkê de li rojhilata navîn de bi cih bûn da ku karê xwe yên welatparêzî bidomînin. Rêxistinên heyî li gel hev bidin û bistînin da ku enîyeke neteweyî ava bikin lê nebû. Hê, ji nebuye.

Piştî ku li rojhilata navîn jî bi ser neketin, hêdî hêdî berê xwe dane ewropa. Li bajar û kolanên ewropa jî di destpêka hatina xwe de baş kar kirin. Li vir jî di warê siyasî de bi serneketin, daxwaza yekîtiyeke neteweyî nikarîbûn pêk bianîna.

Loma jî hinan dev ji karê siyasî ya rêxistinî berdan, bi karê çand û zimanê dayikê ve mijûl bûn. Di vî warî de kes u kesayetiyen me, partî û rexistinên me xizmetên hêja kirin. Bi dehan roman, kovar û rojnameyên kurdî derxistin. Xwedî li zimanê xwe derketin û ew zimanê li ber mirinê xelas kirin, zîndî kirin. Îro em dehndarê (qerzdar) wê xebatê ne ku zimanê me ji nû de zîndî bû. Vê xebatê jî ji ewropa de destpêkir lê niha xebata nava welêt ya derxistina berhemên kurdî û pêşvebirina zimanê şêrîn kete pêşiya xebatên li ewropa.

Piştî salên 90î hêdî hêdî îmkan peyde bûn ku ji nû de karên rêxistini û siyasî li bakurê kurdistanê destpêkir. Xortên me yên wê demê û porsipiyên me yên vê demê xwestin vê firsetê bi kar bînin û weha jî kirin. Partî û rêxistinên xwe zîndî kirin, hin partî û rêxistinên bi navê nû jî vekirin û ketin nav kar. Li gor min gelekî baş jî kirin.

Ketin nava kar, lê dîsa ew bi xwe bûn. Yanî xortên wê demê û pirsipiyên niha dest avêtin xebatê. Hina ji wan partiyên xwe ên berê ku nehînî bûn, bi navê eşkere  vekirin lewhayên (tablo) bi navê kurdî û Kurdistane daliqandin. Meş û xwe pêşandan kirin. Li her derekê ala kurdî bilind kirin. Heta vir her tişt baş bû û baş jî kirin. Lê ciwanên di nava wan de bi tiliyan dihatin hejmartin. Yani di dema me de salmezin ango por sipi ji bona karên siyasi kêm bûn niha ji por reş ango ciwan.

 Di hemu xwe pêşandina, meş û çalakiyan de, di civin û kongreyên partiyan de kesên ciwan ango porreş hema hema tunene. Yên henin ji çend kes in. Loma divê em bizanibin ku xebaten siyasî, berpirsiyarî û serokatiya partiyên siyasî bi kesên sal mezin ango bi ên porsipi nameşe. Lê ya herî xerab ew e ku me ango siyasetmedaren me he jî ev fem nekirine. Heger fêm kribin jî bi zanetî naxwazin ciwan pêşkêşiyê bikin...

Îcar em li civata niha û xortên me yên niha binêrin. Dema mirov li wan dinêre ew fedekariya berê nabîne. Cahd û xebatên ji bona azadiya gel bê berjewendîyên sexsî nema ye. Derew, xapandin hingê zêde bûye bê hey hewar. Ji bona kesek di rêxistinekê de kar bike, berê hesabê xwe dike ku di wê rêxistinê de wê çi bi dest bixe. Yanî berjewendiiyan cih guherî ye. Berê berjewendiya neteweyî niha jî ya şexsî li pêş e. Êdî tiştên  din hûn xwendevanên hêja bi xwe fêm bikin ku bê çi hat serê civata kurd ya niha.

Me got partî û rêxistin ji nûve hatin damezrandin ya jî yên berê bi navên eşkere dest bi xebatê kirin. Heta vir jî baş kirin û dikin. Lê.

Lê divê partî û rêxistinên me kes û kesayetiyên me, rêber û serokên me tiştê herî girîng ku divê pêk bînin ji bîr kirinin, ya jî naxwazin vê bi bîr bînin. Aha di virde malwêraniya karê siyasî destpêkir û dike.

Çiye ev?
Carekê em bala xwe bidinê ku em ê bibînin, sedî nodupêncên serok û rêvebirin me yên niha ji wan kesên me yên berê pêk tên. Xort û ciwan hema hema tune ne. Di rêxistinekê de ciwan pêşkêsî nekin ew rêxistin an partî pêşve nare. Her li cihê xwe dijmêre. Ev jî keraseteke mezin e.

Keraseteke mezin e ji ber ku xebata siyasî ya ji bona azadiya welatekî li gor min bi pêşkêsiya porsipiyan nameşe, bimeşe jî wê her li cihê xwe bijmêre. Çi lazim e ku ev rabe.
Hûn bawer bikin hemû rêvebir û serokên me yên niha ji min baştir vê dizanin lê çi mixabin rê nadin ciwanan. Loma jî partî û rêxistinên heyî niha tenê li cihê xwe dijmêrin.

Gelo bala we jî kişandiniye ku di dema me de em xortên wê demê gelekî çalakbûn, sekin li me tunebû, bi şev û roj di nava karên siyasî debûn, bê ku em berjewendiyên şexsî bifikirin.
Lê li gor min îro ne weha ye, berî her tiştî çi rêxistin çi jî şexs, berê xwe û berjewendiyên xwe difikirin dûre jî ya welêt. Aha ev jî nabe û ev dibe malwêranî.

Ev jî ji ber ku dema me dest bi xebatê kir em hemû ciwan bûn ango por reş bûn. Îro dîsa em ew kesin ku serok û revebirin. Berê bavên me nedixwestin ku em aktîf di nava karê siyasî de debin û îro em naxwazin zarokên me di nava karê siyasî de pêşkêsiya me bikin.

Îro piraniya rêber û serokên me ji wan porsipiyan in. Kesên porsipî ango yên bi salên xwe mezin, çiqasî zorê bide xwe ancax bikaribe di saetekê de 30-40km here lê xort ne wehane. Ew dikarin di saetekê de zêdeyî 100km herin. Aha ferqa xebatên me yên siyasî niha li bakurê kurdistanê ev e. Loma jî em her li cihê xwe ne. Divê çi bê kirin? Ew rêber û serokên me ji min bastir dizanin...15.07.2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin