Siûd Mela: Baweriya PYDê bi têgeha hevbeşiyê tune ye

Siûd Mela: Baweriya PYDê bi têgeha hevbeşiyê tune ye

.

A+A-

Serokê ENKSê Siûd Mela daxwaz ji PKKê dike, destêwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de neke û kadroyên xwe jî vekişîne. 

Serokê ENKSê Siûd Mela daxwaz ji PKKê dike, destêwerdanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de neke û kadroyên xwe jî vekişîne.

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela di hevpeyvînekê bi rojnameya “Kurdistan” re derbarê danûstandinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de ragihand, ew bi serxistina danûstandinên bi PYNKê re ne.

Serokê ENKSê destnîşan kir: “Eger em gihîştin rêkeftinekê ku di biryarên siyasî, îdarî, aborî û leşkerî de hevbeş bin, em red dikin ku PKK xwedî biryar be.”

Siûd Mela tekez kir: “Peyama me ji wan re aşkere ye, divê kadroyên PKKê derkevin û eger kesek ji wan bimîne jî, divê ti biryar di destê wî de nebin.”

Herwiha Serokê ENKSê got: “Baweriya PYDê bi têgeha hevbeşiyê tune ye.”

Got jî: “Em wek ENKSê dibînin ku danûstandina bi kadroyên Sûrî re baştir e. Divê kadroyên perçeyên din ên Kurdistanê vegerin cihên xwe. Divê PYD jî girtiyên siyasî serbest berde.”

Siûd Mela amaje bi rola Serok Barzanî di yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de kir û got: “Serok Barzanî ji destpêkê ve xwast em yekrêz bin. Me bersiva daxwaza Serok Barzanî da û 3 rêkeftin hatin îmzekirin, lê baweriya PYDê bi diyalog, lêborîn, pêkvejiyan û xebata hevbeş nîne.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin