Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Sîstem ne federalî be, seroktî dikane veguheze dîktatorîyê

A+A-

Min berê jî nivîsa bû, eger sîstema siyasî, rêveberî û kargerîyê (îdarî) ne federal be, herdem xeter heye ku Sîstema Seroktîyê veguheze dîktoriyê.

Federalî, di hemen demê da parvekirina deshilate ye û di navbera „navendê“ û dewletên federe de peywira hemahengî û kontrolê heye.
Seroktîyek, navê wî çi dibe bila be, bo mînak „sîstema serokkomarî“ an tiştekî din, eger ji saziyên hemahengî û kontrolê bêpar be, jixwe ne demokrasî ye û li ser paşerojê herdem mij dê hebe, pêşdîtina rojên ronahî ne pêkan e ji ber ku naye zanîn dê çawa veguhez e.

Herweha sîstemên federalî, eger bi rastî federalî be, pirsgirêkên civatê, her kîjan pirsgirêk dibe bila be dikane bi hêsayî bên çareser kirin, kêmayê nakevin astek tûndiyê.
Bi vî avayî sîstemên federalî herweaha him bona demokrasîyek rasteqîn û him jî bona geşdarîya civatê jî pêwîst e, li cîhanê encamên wê hatine ceribandin.
Taybetî eger welatek di hêla kêmjimarî (etnisîte), olî û rêolî (mezhep) da pirranî be, bona pêkvejîyanê û aştîyek navxweyî, taybetî demokrasiyek bilind, dîsa sîstemek federalî dive.

Sîstemên unîter bona çareser kirina pirsgirêkên kêmjimarî ne guncaw in, Fransayê ev sîstem diyarî cîhanê kirîye, ji dest vê heta salên dawî jî di hêla mafên kêmjimaran da pirsgirêkên vî welatî hebûn, bi sistbûna sîstema unîter her çiqas ji berê kêmtir bin jî hêj jî bi temamî nehatin çareser kirin.

Herweha, li Ewrupa sîstemên kevn in, jixwe ji dest vê ye ku welatên wekî Fransa, Spanya, Brîtanya, Îtalya gellek pirsgirên kêmjimaran hene, lê ji ber ku demokrasîyek bilind heye ev pirsgirêk venaguhezin tûndiyê.

Piştê sala 2003an Iraq jî wekî dewletek feredral hat damezrandin û tûndiya navxweyî nema, Têkoşîna Neteweyîya Kurdistan’ê rêyên siyasî û demokratîk bikar anîn, eger rêz li pêdivîyên ferderalî bêt girtin hemû pirsgirêk dê bi avakî demokratîk bên gengeşîkirin.
Rojavayê Kurdistanê dîsa, Suriyê li ser rêya federalî ye, di encama çareserkirina qeyrana vî welatî da sîstemek ferederalî dê cî bigre.

Nuha li Tirkîyê li ser sîstema parlementerî û seroktîyê gengeşîyek gellekî fireh e.
Rojek ma li rapirsîna Tirkîyê ra, eger dengê „erê“ biserkeve sîstema parlementerî bi dawî dibe û sîstemek bi navê „sîstema serokkomariyê“ dest pê dike.
Em dizanin, ku daxwaza AKP, serokkomar R. Tayip Erdogan sîstema seroktîyê bû, lê li ser daxwaza Partîya Bizava Neteweyî (MHP)ê navekî weha lê hat kirin.
Bêşik nav girîng e, lê naverok ji navê girîngtir e.

Di xalên tên guhertin da bi mebesta damezrandina sîstemek feederalî, an çareserkirina pirsgirêka bakurê Kurdistan’ê, mafên demokratîk û neteweyî yên neteweya Kurd ti xal tine ne.

Nuha pirsek heye, gelo dibe ku ev guhertina pêşîya hinek varyasyonên din veke?.
Serokkomar û serokwezîr li meydanan bi avakî ne bratî û aştîyê diqirin, hinek wezîrên wekî Suleyman Soylu banga şer dikin, bi kuştin û wêrankirinê pesna xwe didin.
Lê di hêla din da serrawêjkarên (serşêwirmend) serokkomar li ser hinek kanalên telewîzyonan peyamên balkêş didin, bi avekî tuwancî (îma) be jî behsa „sîstema eyaletî“ dikin.

Behsa „dewletek nuh“ dikin, dîsa serokşaredarê berê yên bajarê Kayseri’yê Şûkrû Qaratepe behsa veguheztina „sîstemek eyaletî“ dike.
Ev gotina Qaratepe serokê MHP Bahçeli gellek aciz kir û gefa xwepaşve kişandina ji desteka rapirsînê kir.
Bi ya min, emê di paşerojê da jî bibînin, jêçêtirgirtina (tercîh) MHPê ya R. Tayyip Erdogan ne di cî da bû, ev partî nijadperest e û taybetî dijminîya Kurdan dike.

Bona partîyekî desthilat, li Tirkîyê bi partiyekî dijminê Kurdan va hevkarî, herdem dê bibe dasa li çokê dikeve.
Ji 30 salên dawî binirin, her kîjan partî dijberîya Kurdan kirîbe, bi navê terorê be jî, ew partîyê li bakurê Kurdistan’ê têk çûye, bi avakî dramatîk dengên xwe wenda kirîye.

Ev jêçêtirdîtina Erdogan ya MHPjî dê rê li ber encamek weha veke.

Bê guman, em nizanin mebesta serrawêjkarên Erdogan çi ye?
Gelo bona rapirsînê atraqsîyon bûn, an bona xapandina dengdêrin Kurd bû?

Di ti xalên veguheztina makezagonê da, di ti axaftinên serokkomar û serokwezîr da bona sıstemek federalî, ne yekser gotinek, ne jî ti tuwanc hene.

Eger AKP ji ya xwe îro danekeve bawerbikin li pêşîya wê têkçûnek heye, ewê ji dîrokê bikeve.
Divê vegere ser gotinên xwe yên berê, R. Tayyip Erdogan di sala 2013an da weha gotibû; “ Tirkîyek bihêz divê ti caran ji sîstema eyaletê netirse. Di sîstema eyatê da tu dikanî rêveberîya unîter biparêzî. ….“
„….“
„Ev mijara sala 2023an e. Di nav sîstemek weha da şaredariyê qebûl dikî, parezgarê hilbijartî çima qebûl nekî.“
Belê divê R: Tayyip Erdogan vegere ser gotinên xwe yên berê.

Bona vê divê encama rapirsînê „NA“ bibe, di hêla din da; guhertinên makezagonê temamen li dijî sîstema seroktîyê û demokrasî ne, herweha ew sîstem dikane deriyê neqanûnî û nelirêyê (suîstimal) veke, rast e sîstema îro bona gelê bakurê Kurdistanê gellek xerab e, dejenere ye lê ev nayê wê wateyê ku yeke hêj xerabtir bêt hilbijartin.
Rêya xweştir heye, ew jî di destê AKPê û R. Tayyip Erdogan da ye.


14.04.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin