Şîroveyên li ser civîna Putîn-Erdogan û rewşa Sûriyê

Şîroveyên li ser civîna Putîn-Erdogan û rewşa Sûriyê

.

A+A-

 Di dîbeyteke taybet de li ser civîna Putîn-Erdogan û rewşa Sûriyê, lêkolîner Hasan Oktay dibêje, “Idlib xala sereke ya çareseriyê ye, kî li Idlibê serbikeve, dê li tevahiya Sûriyê xwedî gotin û hêz be.” Şîrovekarê Siyasî Dr. Wîsam Cewad tekez dike ku Rûsya ji siyaseta Tirkiyê bi giştî nerazî ye û Şîrovekarê Siyasî Dr. Mehmûd Ebas jî dibêje, “Rûsya ji bo Tirkiye û opozisyona Sûriyê dev ji berjewendiyên xwe yên stratejîk bernade.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro, 29/09/2021, li Soçiya Rûsyayê civiyan ku rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, mijara sereke ya civînê bû.

Şîrovekarê Siyasî Dr. Wîsam Cewad, Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkasyayê Hasan Oktay û Şîrovekarê Siyasî Dr. Mehmûd Ebas beşdarî bultena Roajava ya Rûdaw TVyê bûn û di dîbeyteke taybet de civîna Putîn-Erdogan û encam û karîgeriya wê li ser rewşa Sûriyê û navçeyê nirxandin.

“Tevî hebûna xalên nakok, helwesta herdu aliyan erênî bûye”

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay li ser encama civîna Putîn-Erdogan amaje bi wê kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de tevî hebûna xalên neyînî jî, ji ber ku danûstandineke berdewam hene, helwesta herdu aliyan jî erênî bûye.

Hasan Oktay behsa mijarên, Lîbya, Sûriye, krîza li Idlibê, mûşekên S-400, Qerebax û Qirimyayê kir û got, “Herdu seroka ji bo rêvebirina van aloziyan gelek serkeftin tomar kirin, her çiqas di mijara Qirimyayê de Tirkiye li dijî berjewendiyên Rûsyayê tevgeriya be, lê ji ber santrala nukleer û kirîna S-400 hewayek gelek erênî heye.”

Oktay dibêje, peywendiyên Rûsya û Tirkiyê ne ewqas aloz in û herdu alî li ser wan taybetmendiyan birêve dibin û “dema Putîn û Erdogan tên cem hev dikarin pirsgirêkan çareser dikin.”

“Sûriye bo Rûsyayê gelek stratejîk e û Putîn tawîz nade”

Şîrovekarê Siyasî Dr. Mehmûd Ebas dibêje, ew ne di wê baweriyê de ye ku Putîn di mijara Idlib û Sûriyê de tawîzekê bide Erdogan û got, “Ji ber ku Sûriye ji bo Rûsyayê gelek stratejîk e. Rûsya ji bo Tirkiye û opozisyona Sûriyê dev ji berjewendiyên xwe yên stratejîk bernade.”

Dr. Mehmûd Ebas dibêje, Erdogan ji bo ku fişarekê li ser Putîn çêbike, li Netewên Yekbûyî behsa rewşa Kirimyayê kir û hêzên nû şandin Sûriyê û bibîr xist, “Rûsyayê yekem êrişên xwe li ser Efrînê jî pêk anîn. Ev hemû peyam bûn ji hev re dişandin. Putîn tawîz nade û ji berjwendiya xwe ya di pêşeroja Sûriyê de kêm nake. Sûriye warekî stratejîk e bo Rûsyayê li tevahiya Rojhilata Navîn.”

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay derbarê rewşa Idlibê û helwestên Rûsya û Tirkiyê jî got, “Li ser Idlibê lîstikeke satrancê heye. Tirkiye dixwaze li tevahiya Sûriyê siyasetekê bimeşîne. Amerîka û Rûsya li ser hebûna Tirkiyê li Sûriyê şerekê dimeşînin. Tirkiye dixwaze aştî bê hemû Sûriyê.”

“Tirkiye ji Idlibê vekişe dê di mijarên din de jî paş de gav biavêje”

Hasan Oktay dibêje, Rûsya ji bo destê Tirkiyê di hinek mijarên din de lawaz bike, Idlibê bombebaran dike û bo gotina wî, “Idlib xala sereke ya çareseriyê ye, kî li Idlibê serbikeve, dê li tevahiya Sûriyê xwedî gotin û hêz be. Rûsyayê xwest Tirkiye paşde gav biavêje. Piştî civîna Soçî rewşa Idlibê dê aramtir bibe, nikarin rûbirû şerê Tirkiyê bikin. Li wê herêmê di 10 rojan gavên girîng hatin avêtin. Eger Tirkiye ji Idlibê vekişe dê ji armancên xwe yên  din de jî paşde gav biavêje. Lê têkiliyên Rûsya û Tirkiyê dê bihêztir bibin.”

Li ser helwesta Amerîkayê jî derbarê vê mijarê de Mehmûd Ebas dibêje, pirsgirêka Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn ji bo Amerîkayê eglek girîng e û “eger di mijara Idlibê de dengê xwe neke jî, dizane ku ti pirsgirêkeke li Sûriyê bêyî wê çareser nabe. Rûsya dizane ku bêyî hebûna Amerîkayê di pirsa Sûriyê de ew ti caran nagihijin armancê. Nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de gelek xerabtir in ji nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de. Eger Rûsya û Amerîka negihijin rêkeftinê, çiqas hevdîtin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de çêbibin jî çareserî pêk nayê.”

“Rûsya ji siyaseta Tirkiyê bi giştî nerazî ye”

Şîrovekarê Siyasî Dr. Wîsam Cewad li ser encamên lûtkeya Erdogan-Putîn dibêje, ew çaverê bûn guhertinnê girîng çêbibi, lê di rewşa niha de ti guhertinek nebûye û got, “Rûsya ji siyaseta Tirkiyê bi giştî nerazî ye û gelek nakokî di navbera wan de hene, lê diyar e, herdu aliyan lihev kirine wan nakokiyan veşartî bihêlin.”

Dr. Wîsam Cewad amaje bi hejmara zêde ya xalên nakok ên di navbera Rûsya û Tirkiyê de kir û got, “Binpêkariyên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê nayên pejirandin. Bêhna Rûsyayê fireh e û hewl dide bi hêminî serederiyê bike.”

Li ser pirsa “Gelo Rûsya dê eşkere ji Tirkiyê bixwaze ku ji Sûriyê derkeve?” Wîsam Cewad amaje bi wê kir ku Rûsya li ser daxwaza Şamê li Sûriyê ye lê, “hebûna Amerîka û Tirkiyê, ti kesî rê nedane wan ku li Sûriyê hebin. Dema ku Rûsya daxwaz dike hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin, ew; hêzên Amerîkî, Tirkî hetta Îranî ne jî.”

“Leşkerên Tirkiyê ji yên Îranê kêmtir in li Sûriyê”

Hasan Oktay jî li ser pirsa “Tirkiye çima ji Sûriyê dernakeve, li benda çi ye?” got, “Rûsya ji bo çi li Sûriyê be Tirkiye jî ji bo wê Sûriyê ye. Sînorekî dirêj li gel Sûriyê heye, êrişên terorî hebûn, pêla koçberan hebû û Tirkiye neçar ma leşkerên xwe bişîne û li başûrê welatê xwe herêmên ewle ava bike. Leşkerên Tirkiyê ji yên Îranê kêmtir in li Sûriyê. Niha ew sedem, bawer î ewlehî nîn e ku Tirkiye ji Sûriyê vekişe. Tirkiye neçar e leşkerên xwe li wir bihêle. Sedema hebûna Tirkiyê li Sûriyê ji aliyê Rûsyayê ve jî tê qebûlkirin. Eger Tirkiye vekişe, ne Rûsya û ne jî Amerîka nikarin wê herêmê kontrol bikin. Tirkiye leşkerên xwe vekişîne aloziya li Sûriyê dê zêdetir bibe. Di 5-10 salên bê de ne pêkan ew aştiya tê xwestin pêk were.”

Dr. Mehmûd Ebas jî got, ew ne di wê baweriyê de ye ti caran Tirkiye, Rûsya û Amerîka di vê mijara Sûriyê de lihev bikin û got, Lê “Amerîka û Rûsya dê lihev bikin bêyî Tirkiye û bêyî Îranê dema berjewendiyên wan lihev hatin. Amerîka bingeheke îslamê li Tirkiyê dibîne ku vediguhere bo îslama radîkal. Amerîka bi qasî Rûsya û Tirkiyê neketiye şer li Sûriyê û xwîn nerijandiye. Heta 6 hezar serbazên Tirkiyê îro li Sûriyê ne, hêza herî kêm li Sûriyê dîsa Amerîka ye. Pêşeroja Sûriyê bêyî Amerîka û Rûsyayê sererast nabe.”

“Tirkiye nakokiyan bo xwe bikar tîne”

Dr. Wîsam Cewad jî li ser çareserkirina krîza Sûriyê amaje bi wê kir ku rewş aloz e û amaje bi wê kir ku eger Şam û rêveberiya li Rojavayê Kurdistanê danûstandin kiriban dê rewş hêsantir bûya û got, “lê dagirkeriya Tirkiyê, vê keysbaziyê li van nakokiyên hene di navbera navenda Iraqê û Hewlêrê û Şamê û bakurê Sûriyê, Tirkiye vê nakokiyê bo xwe bikar tîne. Eger lawazî di hevbeşî, têkoşîn û xebata Kurd û Ereban e hebe li Sûriye û Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, Erdogan û yên din jî dê bikarin destwerdanê bikin. Çareserî di destê me de ye bêtir ku li derve be. Divê çareseriyên siyasî li navxwe hebin û divê çareseriyên siyasî li derve hebe bo derxistina hebûna dagirker a Tirkiyê li wan deveran.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin