Sipaha Pasdaran: Emê ji welatekî erebî ve Îsraîlê jinav bibin

Sipaha Pasdaran: Emê ji welatekî erebî ve Îsraîlê jinav bibin

Fermandarê payebilind ê sipaha pasdarên Îranê radigehîne ku li ser axa welatekî ereb ve dê dewleta Îsraîlê jinav bibin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Şêwirmendên sipaha pasdaran Lîwa Murteza Qurbanî ji çapemenîya Îranê re ragehand, ‘’Îsraîl, ji wê biçûktire ku xeletîyekî li hember Îranê bike.’’

Qurbanî ragehand, eger rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî ferman bide, ‘’Emê êrîşeke mezin a mûşekî li ser Îsraîlê bikin û guhê Îsraîlîyan bibrin û parçe parçe bikin.’’

Fermandarê sipaha pasdaran got, eger Îsraîl êrîş li ser Îranê bike, wê demê ‘’Emê ji axa Lubnanê ve êrîşî Îsraîlê bikin û jinav bibin.’’

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin