Sînor

Sînor

Ciwanmerd Kulek

A+A-

Argumaneke tevgera Kurd a li Bakur a ji bo dijderketina dewletbûna Kurdan, xwedêgiravî êdî rabûna sînoran e li cîhanê. Li gor vê argumanê sînor mirovan ji hev diqetînin, ji dinyayê qut dikin, di nav xwe de girtî dihêlin fb. Ji ber vê yekê li dinyayê êdî sînor radibin, xwediyê vê argumanê di dûmahîkê de dibêjin. Ji bilî gerdûnê sînorê her tiştî heye, lê ê gerdûnê jî ne misoger e. Di dinyayê de sînorên hemû dewletan, heta herêm û bajar û gundan hene û du dewletên dinyayê ên sînorê wan herî qehîm di heman demê de du dewletên herî pêşketî ên cîhanê ne: Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) û Qraliyeta Yekbûyî (Brîtanya). Hetta Brîtanya tevî ku endamekî Yekîtiya Ewropayê bû û xwedî bazara muşterek bû bi vê koma dewletan re, pereyê wan bi kar nedianî û wek hin dewletên dîtir ên di vê komê de wê jî pereyê xwe yê cuda bi kar dianî. Vêca pirs ev e: Gelo kîjan welatiyê Amerîkayê yan Îngilterê ji Kurdan bêtir ji dinyayê qut e, nikare sînoran bibezîne û here ciyê ku dilê wî dixwaze; ked û pere û pasaporta kîjan ji wan ji a Kurdan bêqîmettir e; kîjan ji wan ji alî azadî, derbirrîn, mafên nasnameyî û kulturî di rewşeke tengavtir de ye; kîjan ji wan ji me Kurdan bêtir mehrûm û mehkûm e? Çima ji kesên xwedî sînor re dinya hemû dikare bibe wek mala wan lê kesên wek Kurdan bê sînor bê mal û war in? Rast e, divê sînor rabin, lê ne sînorên ku te dipêçin, sînorên ku te dabeş dikin divê rabin. Sînorên ku wan biparêzin ji Kurdan re lazim in, ne sînorên ku wan parçe dikin.   

Kurdên ku li Tirkiyeyê bê sînor dijîn hê dibistaneke wan a seretayî a bi zimanê wan tine. Lê Tirkên xwedî sînoran li derveyî sînorên xwe jî dibistanên xwe hene. Wezareta Perwerdehiyê a Tirkiyeyê her sal bi hezaran mamosteyan dişîne welatên dereke ên ku Tirk li wan dijîn, ji bo ku li wê derê dersên ziman û kultura tirkî bidin zarokên malbatên Tirkan ên li wan welatên xerîb dijîn, û bi pereyê Kurdên bê sînor vê dike. Dewlet ji bo vê yekê meaşekî li vir meaşekî jî li dewleta ku dişixule dide wan mamosteyan. Gelo di vir de sînor çiqasî mirovan ji hev, ji koka xwe, welatê xwe, rabihuriya xwe diqetîne? Gelo nivîskarekî dewleta Luksembûrga nifûsa wê 600 hezar, ê ku here kê derê cîhanê tevî konsulxane û xizmetguzariyên dî di bin parastin, ewlekarî û hêsankariyên dewleta xwe de ye û bi nasnameya xwe tê naskirin û qebûlkirin bêtir xwedî azadî, cîhanîbûn û îtibarê ye yan nivîskarekî Kurd ê ku saeta ku ji mala xwe derdikeve ne xwedî nav e, ne xwedî nasname ye, ne xwedî xerîte ye, ne xwedî sazî û sazûmaneke welatî ye û ne jî dikare li bin navê xwe navê welatê xwe bide nivîsin –dema bide nivîsîn jî ne dikare wê bike heqîqet ne dikare bide bawerkirin? Gelo kî ewqas kawik e bawer bike ku Kurdistan heye eger di ti balafireke ku hûn lê siwar bûne de bi zimanê we anonsek nehatibe kirin?

Sînor bi têlên direhî, rêsayî, mayîn û dîwaran nîgaşeke sik tîne hişê mirov. Lê gelo sînor têl û dîwar in? Li sînorê me yê Binxetê têl û dîwar û mayîn hene, lê li sînorê Îranê û Iraqê yek ji van jî tine. Gelo em ji kîjan parçeyan bêtir qutbûyî ne, ji ê bi têl û mayîn yan ên rût û tazî? Li sînorê rût û vala ê Îranê her sal bi sedan Kurd tên kuştin, û li pişt wî sînorî jî bi dehan Kurd tên daliqandin, bi sedan tên girtin û îşkencekirin. Gelo we bihîstiye ku rojekê ji bo şermezarkirina van Kurdên li wê derê derabeyên dikanan li Geverê yan Wanê hatine daxistin yan li Diyarbekirê mitîngek bi rê ve çûbe û bi vî rengî di navbera herdu parçeyan de hevxemiyek hatibe diristkirin, nasnameyeke sînortêper hatibe avakirin? Gelo sînor di kê derê re diçe, di erdê re yan di mêjiyan re? Beramberî vê, li ser bûyereke li Tirkiyê ji Ewropayê bigire heta bi Japonyayê jî çalakiyên nerazîbûnê encam didin. Gelo sînor bi têl û mayîn in yan bi dirûşm û partî ne? Gelo dema tu ji warê xwe diqetî û li bajarekî dihêwirî ku newêrî bi zimanê xwe biaxivî û xwe li hember welatiyên dî bi şerm, bi bêbawerî û bêewlehî, bê perr û bask hîs dikî bêtir sînor hene di jiyana te de yan dema li welatekî xerîb ku tu nû hatiyê, çawa ji balafirê dadikevî peyam ji konsulxaneyên welatê te bi zimanê te ji telefona te re tên û dibêjin ku ji bo her pirsgirêka xwe dikarî bi wan re pêwendî daynî? Gelo dema milletek bi saya wezaret, zanîngeh, sazî û aboriya xwe piştevaniya pêşdebirina kultur û medeniyeta xwe dike zirarê ji sînorên xwe dibîne yan dema tu bi bê derfetî û bê darûpişt xwe diçirrînî ku tiştina biafirînî, lê çiqas dikî jî ber nagire, xêrê ji bêsînoriya xwe dibînî? 

Welhasilî kelam, meseleya azadî, pêşketin û ciyawaziyê ne hema yekser qebeheta sînoran e. Hetta di nebûna wan sînoran de partî, rêxistin û ferasetên ku xwe ji her tiştî bihêztir û meqbûltir û pêwîsttir dizanin derdikevin û ji dêvla ku mirov bibe welatiyek mirov dibe partîzanek, ji dêvla ku civak bihêz bibe partî bihêz dibe, ji dêvla ku şexs girîng bibe serok pîroz dibe, ji dêvla ku cudatî û rengînî şax vede peyrewî û şopînerî gurr dibe. Gelên bindest zêde luksa wan tine ye ku xetayan bikin. Bi raya min me têra xwe xeta kirin, êdî lazim e em ji xetayên xwe û ên xelkê dersan fêr bibin. Tiştên ku ji me re ne lazim in û ne bi kêr in nekin bela serê xwe. Kengî mirov bibêje bes e tarîxeke nû dest pê dike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin