Şingal: Di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de şer derket

Şingal: Di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de şer derket

“Herdu alî jî naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Hêvîdar in ku şer nebe û bi taybetî jî ew naxwazin li Şingalê şer derbikeve.

A+A-

Hat ragihandin ku li Komalgeha Xanesorê ya Şingalê di navbera Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer û pevçûn derket.

Li gorî çavkaniyên herêmî îro danê sibê pêşmergeyan xwestiye bikevin Xanesorê lê hêzên YBŞê teqe li wan kirine û di encamê de pevçûn derketiye. Li gorî zanyariyan di encama şer û pevçûnê de 4 peşmergeyên Roj birîndar bûne û şervanekî YBŞê jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Fermandarêkî Pêşmerge Roj ku dibêje armanca wan tenê ev yek e ku ji bo parastina sînor li wan navçeyan bicih bibin, tu armanceke wan ji bo rûbirûbûna tu hêzekê din nîne.

Ji aliyê din ve Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan daxwaz ji Peşmergeyan kiriye ku ji Şingalê derkevin piştî ku bersiva ‘na' dane êriş pêk anî ne. Wekî din ji xeyrî çûna 500 Pêşmergeyî ji Pêşmergeyên Şingalê jî hêza piştgir hat şandin.

Herwiha li gorî çavkaniyên herêmî piştî şer û pevçûnên berê sibehê niha şer rawestiya ye.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî ragihand ku wan bi berpirsên pêşmerge û şervanên YBŞê re axivîne û niha şer û pevçûn sekiniye.

Li gorî Rûdawê, Şeşo got; “Herdu alî jî naxwazin şerê birakujiyê çêbibe. Hêvîdar in ku şer nebe û bi taybetî jî ew naxwazin li Şingalê şer derbikeve.

Hat ragihandin ku  di encama şerî de 4 pêşmergeyan û 3 YBŞyî birîndar bûne. Herwiha YBŞê îdia dike ku 4 pêşmerge zeft kirine. sputnik

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin