Şingal - Di 2 salan de 12 gorên bikom şewitîn

Şingal - Di 2 salan de 12 gorên bikom şewitîn

.

A+A-

Di nava 2 salên derbasbûyî de 12 gorên bikom şewitîne û berî hefteyekê goreke din a ku nêzikî 50 rûfat tê de bûn, şewitî. Piraniya wan goran bêparastin in.

Mehdî Nayif rizgarbûyê destîê DAIŞê û şahidhalê komelkujkirina xelkê Sîba Şêx Xidir, nahiya Girêzir û komelgeha Girzêrik e.

Mehdî Nayif li gel 24 kesan li xaniyekî li Sîba Şêx Xidir ket destê DAIŞê û piştî 2 mehan Nayif karî xwe li Til Qesib ji destê DAIŞê rizgar bike û bigihije çiyayê Şingalê.

Mehdî Nayif, rizgarbûyê destê DAIŞê, dibêje, “Min li Til Êzir, Girêzir dît ku xelk kuştine. Li Sîbayê min 70 term dîtin. Xwîn diherîkî.”

Xêrxwazekî Êzidî bi navê Elî Şingalî, 28 gorên bikom ên li Şingalê têl dike ku 8 jê takan e, bi giştî 82 gorên bikom li Şingalê hene.

Emîn Qasim, xêrxwazekî Êzidî, dibêje, “Hebûna van goran û ranekirina wan, bûye rêgir li ber vegera xelkê bo ser mal û mile xwe. Ez bi xwe yek ji wan kesan im ku mala min ne li vê derê ye û bi rastî me dîl nîne ku bên ser van goran. Em dixwazin ev gor bên rakirin.”

Aliyên serbazî yên deverê guman ji kesî nîne ku ew gorên bikom şewitandibin û piraniya gorên bikom ên li Şingalê bêpasewan in.

Celal Heyder, Berpirsê Fewca Laliş, dibêje, “Ew gorên ku di devera fewca me de bin, dûr an nêzîk, em nobedariya wan dikin ji agir û em wek erkekê dibînin li ser xwe.”

Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî, sala 2014an, 6417 kes ji Kurdên Êzidî ketin destê DAIŞê û hê jî nêzikî 2 hezar revandî bêserûşûn in û zêdetir ji hezar kesên din jî hatine komelkujkirin.

Li gor amarên Tîma Lêgerînê ya Iraqê, di du salên derbasbûyî de nêzikî 100 rûfatên qurbaniyên Kurdên Êzidî bi temamî şewitîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin