Sindoqên Dengdanê Têne Girtin û Trump û Biden li Benda Jimartina Dengan in

Sindoqên Dengdanê Têne Girtin û Trump û Biden li Benda Jimartina Dengan in

.

A+A-

 

Sidoqên dengdanê îro hatin girtin li seranserî wîlayetên rojhilatê Amerîka û serokê Amerîka yê Komarî Donald Trump û rikberê wî yê Demokrat Joe Biden li benda encamên fermî yên hilbijartinan in, di hilbijartinên herî rikeber de ji bo qezenckirina çar salên serokatiya Amerîkayê.

Di destpêkê de sidoqên dengdanê li wîlayeta Indiana hatin girtin ku wekî pêşbîn bû serok Trump lê bi ser ket û her wiha li wîlayeta Kentucky jî.

Herdû kandîdan jî serkeftin îdîaa kir li hin wîlayetên din, lê encamên wîlayetên biryarder ku meydanên rikberîyê ne, hîn tiştekî piştrast nîne.

Jimartina dengan li hinek wîlayet di qonaxên seretayî de ye û dengdan berdewam e li seranserî wîlayetên rojavayî ku dema wan li paş wîlayetên rojhilat e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin